Danasîna Du Pirtûkên Helbestvan Kamîran Simo
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 ÓÈÊãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Piþtî pênc heyvan ji gihandina van herdu pirtûkên helbestvan Kamîran Simo, bajarê Amûdê, ji nû gihane destê min..! Camêr ev her du pirtûkên xwe bi diyarî bo min ji Stokholmê þandibûn Qamiþlo. Yek ji wan bi navê (Helbest Çi Ye?). Ev pirtûk ji deh beþan pêk hatiye û her beþek çend babetên têvel bi xwe ve girêdide.. Anku pirtûkek Lêkolînekî û berfireh e. Helbestvan Kamîran Simo di vê pirtukê de li dor danasîna helbestê, hûr û kûr, bîr û baweriên xwe di helbestê de anîne ziman. Pirtuka Helbest Çi Ye? Çapa yekemîn di sala 2009 an de li Stokholmê hatiye çap kirin, ji 149 rûpelan pêk hatiye, çapa wê bedewe.


   A din bi navê (Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne?). Ev jî dîwanek ji helbestên wî yên nû ye. Ev dîwan þêst helbestên nûjen di nav rupelên xwe de kom dike, ew jî di sala 2009 an de li Stokholmê hatiye çap kirin û ji 116 rupelan pêk hatiye.

Helbestvan Kamîran Simo di vê dîwanê de jî his û hestê xwe, bi rengekî azad, bêsansor û bi zelalî avêtiye ser kaxetê.. û jibîr nekiriye ku cih û warê xwe, zaroktiya xwe di nav re bibîr bîne.. Wî ji çiyayê Bagokê, qelaçê Dasika, gundê Hedilê destpê kiriye. Ev gundê ku ji bakur ve çiya û gelî ye, ji baþûr ve deþtek fireh e û paytexta eþîra Omerka ye, bi serokatiya mala Simo. Dibêjin ev eþîr li ber dilê mîr Bedirxan ezîz bû.. Tevî ku helbestvan Kamîran Simo ji dor 30 salî ve li dervî welat, li Swêd jiyana xwe derbas dike û ji bo azadiya gel û welatê xwe li her çar perçeyên Kurdistanê tekoþîn kiriye, lê her ew maye dîl û rebenê çiyayê Bagokê. Çendî hewil daye ku kirasê gundê xwe Hedilê û gundên derdorê jibîr biket, pêre derneketiye.. Wek ku ji min ve xuya dike, tevî ku li Swêde, lê ew bi giyanê xwe li tora Hevêrka ye. Ji ber vê yekê jî, piraniya helbestên wî yên bi keser û kovan di cewherê xwe de, li dor azadiya welatê wî, bîranînên wî, xerîbiya wî û þûnewarên wî yên zaroktiyê vedigerin, tev li cem wî bûne yek û ew ji bo yek dozê dike hawar û distirê..

Di helbesta Serdarî ji dîwana (Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne?)de wiha dibêje:


Ez çêbûm û bûme serwerê kovankêþan..

Bayê deþtê, þevê ji payîzê re amade dike

Rengê þadiyê ji zû ve winda bûye

Ji ber cavên min,

Bi xatirê te paytexta evînê

Bimîne di xweþiyê de

Bajarê girî

Bûka salê

Bihara pêþî

Ez bûme serwerê

Kovankêþan..

Di roja 07.09.2011de jî min ev helbesta wî ya nû bi navê (Hatime jibîrkirin), di malpera PENa Kurd de xwend, eve perçeyek jê:


wênê wan

xwe di hiþê min de veþartiye

gulên êþê

baxçê dilê min xemilandin e

xunava mijgulên min

mizgîniya derengmayî ye

birîna azadiyê

di pencera bîranînan de efnik girtiye

ne serdikevê û ne têkdiçê

ne diçê û ne jî tê


ne laleyên piyên min diþikin

û ne jî di vê þermê de dimirim

strana reþgirî para min e

min bi min didê kuþtin

bi kujerê xwe re ketime pêþbirkê

li nav jîn û mirinê..


Ji dil spasiya helbestvan Kamîran Simo dikin ku wî karîbû du berhemên din; yek helbest û yek taybet bi danasîna helbestê li pirtûkxaneya kurdî zêde bike û dilê evîndarên peyva Kurdî þad û geþ bike.


Konê Reþ

Qamiþlo, 19.09.2011









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2659