Emer Isma`îl
Zordar te þova me ya bi cotê Kihêlan
Bi xûn û xuhdana bav û kalan
Tovê xwe lê reþand û bi zordarî we çandin
Zordar te zimanê zarokan hilkiþandin
Û zimanê xwe yê xwar tijî devê me kirin
Û viz navê dayîka xwe dibêjin
Te em kirin mêvanên perîþan
li ber dergehên malên xwe
Û ava bîrên me çikandin
û em ji têhna ziwakirin
Te gulîstanên me wêrankirin
û bi pepikên xwe yên qirêj gul perçiqandin
Te kevokên aþtiyê li esmanê welatê me
çengokirin û kundê kor li þûna bilbilan dixwînin
Te milet gêj û mêjkir ji bo pariya nanê ziwa
û mirovatî di bin lingên te de dikazînin
Te dergûþên me vale hiþtin û tovê jiyanê dibirin
We li her þahiyekî konekê reþ vegirtin
û welat tejî dînên bicilkirinJi ber xuya ne kin
Lê hûn nikarin roja azadiyê kor bikin
Hûn nikarin çinarên zozana bêber bihêlin
Hûn nikarin zimanê gelan xwar û vîç bikin
Hûn nikarin bazên li esmana çengo bikin
Lê belê dawiya Dêwên mirovxwer þerê siha xwe dikin
Û li qularê tarî û avrêjan digerin
Li ber çavên rojê zordar kor dimînin.