Geryaneka xweş di nava Baxê mamosta Deham Ebdulfettah de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 íäÇíÑ 2007 Mijar: gotar
M.Emîn
Bi rastî nizanim bi çi navbikim, rewişt û tîtal yan rêz û rawaz,yan jê xaleka nêvnas, lê ez di bêjim ku navlêkirin bi xaleka nêvnas nêzîktirî mebesta mine, û dibê ku rastir bê jî, ji ber ne firehtire ji rewişt û tîtalan, ji vê yekê ezê bi navlêkirina dawiyê navbikim.
Wek mirov têdigihê û dibînê ku yek ji xalên nêvnas yên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, ewe ku ev gel qedir û qîmet, cih û rola mirovên xwe yên afrander, ronakbîr û pispor heya ku ew zendî û jîndarbin nagirê û nasnakê. û ev yeke bûye rewşeka wî ya teybetmendî û pê hatiye nêvanaskirin…!? Lê dema mirov vê yekê dibêjê,pirsek di mejyê mirov de dijenê,pirs ewe, gelo ma kî alî di vê derbarê de sûncdar û gunehkare...? afrander yan jî milet, tevî ku afrander jî kurê vî miletiye û bi rewişt û tîtalên wî, bi pêma û rewşenbîriya wî ya netewî xwedî û mezin bûye. wek em dizamin afrenderê kurd bê beramberî kar û xebata xwe dikê, tenê xwe dibînê mirovekê berpirsyar di ber livandin û vejandina çivaka kurdî de û xewşikirin û sûtandina kesatiya wî ya netewî û şaristanî, herweha pêşvebirin û avakirina hizir û bîra wî ya ramyarî, rewşenbîrî û çivakî daye ser milê xwe, û bilindkirina hest û helwêsta wî ya mirovatî ji bo pêkanîna çivakeka şaristanî û demoqratî ,di bin sîbera wê de, dadmendiya çivakî, mafê mirovan û azadiya ramanan werin parastin û dabînkirin. Ji alê dî ve, miletê kurd jî miletekê nêvnase û hatiye naskirin di dan û merdiya xwe de û qurbanîn mezin di gelek delîv û derfetan de, wek ku jê hatiye xwestin daye û tucarî ji kerwanê xebatê varî nebûye, jê dûrneketiye û li paş jî nemaye.em vê rastiyê dinasin, çi li ser afrnder bê yan li ser milet bê. Weheye di vir de werê bîra hinan û bi pirsin ma gelo milet dikarê çibikê....ku ew bi xwe hejare û bê ked û kare, destê di bin bar deye, şil û pil bûye û di derya tarî de , bi dengek ker û Lal dikê qêrîn û hewar...!? yan werin û bêjin ev alozî çareser dibê bi avakirin û pêkanîna dezgeh û lêvegereka rewşenbîrî, ku kesê afrander gorî karîna xwe cih di wê de bigirê û ev dezgeh piştgirî û alîkariya wî bikê. tevî van egeran û wan hêncetan em di karin bêjin ku alozîk heye û di navbera herdu alan de peydabûye, û roj bi roj ev valehî sînorê rêpîvana wê firetir dibê. Hêjayê gotinêye û di vê em ji bîr nekin ku dema afranderê kurd dimirê û ber bi dilovanîya xwedê ve di çê. Milet ji nû ve bi xwe di hesê û di nav pêlên kurt û dirêj de di hejê û birast û çep rastî gerînekeka bê çar dibê, hêvî û omîd beravêtî dibin, hêstir mîna tavyên buhara di ser dêman de di xindirin û tevlî çemê kul û xeman dibin, xem û xeyal di herikin û di goleka çikayî û ziwa de bê can di kevin û wendabibin. Lê tevî vê aloziyê tucarî afranderê kurd ji kar û xebatê dilsar nebûye, bi mebest û egera ku ew ji wîre tiştekî siruştiye, rehên dilê wî pê di jenin û dil û can, hêvî û omîdên wî pê serast dibin, girêdanên wî bi jiyanê re xurt û qayîm dibin, bi canekê sivik û dilekê gerim ala pêdarî û xweragirtinê bilind dikê û gavin bi hostayî di avêjê, berhemên xwe pir û rengî dikê, ji ber ku ew berhem û kar ji bo wî ave, baye, xwarine, hebûn û jiyan bi xwe ye....HD. li ber ronahiya çira van bîr û baweriyan afranderê kurd singa zemînê qelaştiye û dendik û kakila dara jiyan û vejandina kurdayetiyê bi nermî di nava xaka pîrozde çandiye;li ser rêç û rêbaza dilsoz û dilpakên kurdayetiyê, hizir û ramanên netewî bilind kirye û reng û şêweyê sûtin û vejandina rewşenbîriya kurdî sazkiriye. di vê babetê de, emê geryanekî di nav baxê yekî ji wan afranderan de bikin û bi kurtî li ser jîn û jiyan, û berhemên wî rawestin û naveroka wan diyarbikin, ew zanyar helbestvan û rêzimanzanê navdar û têgihiştî mamosta Deham Ebdulfettahe.
Destpêkê mamosta Deham Ebdulfettah kî ye...?
mamosta Deham di sala 1942 ê de, Li gundê Billê ser bi bajarê Amûdê ve li Rojavayê kurdistanê çavên xwe vekir ye û qêrîna pêşîn da ye, xwendina xwe ya seretayî, nawendî û amadeyî li dibistan û xwendegehên bajarê Amûd û Hisîça bi rê ve biriye, derçûyê zanîngeha Helebê, beşê ziman û wêjeya Erebiye, mamostayê zimanê Erebî bû li dibistanên bajarê Amûdê.berahiyê helbest û gotarên xwe bi zimanê Erebî di rojname û govarên Erebî de belavdikirin.lê di sala 1978 ê de û di naverasta serhatyeka derûnî de, ket ta û gumanan,li ser rêz û bingeha wê serburyê li xwe vegera û ev pirs ji xwe kir:kesê ku tovê xwe di zevya xelkê de biçînê, ji bilî poşmaniyê,gelo wê çi biçinê ?! wê demê her tişt di mejiyê wî de hate tevdan û qelqandin, li duryanekî rawesta, hizra rê guhertinê rêçên xwe li pêşiyê raxistin,li ber çirîska hêviyan ew rêç şopand û berê pênûsa xwe da zevyeka dî, ji ber didît û pê digiha ku zimanê kurdî di delîv û jîwarekî pir êş û kovan de dijî û îro maye xakeka beyar û sitewir û ev xak pêtviyê xweşkirin û vewejartinê ye, rêya xwe guhert û bi hêz ew xak xepart û bi zanebûn dest da ser birînê, û va îro berdewame di pêkol û têgerê de, ji bo destnîşankirina dermanî, xwe bi xwendin,danhev û hevberkirina ziman,rêziman û rênivîsa zimanê kurdî de westand û berhemin çak û ciwan di vî warî de nivîsandin û got: ((nivîsandin bi zimanê kurdî du armancan bi hev re pêktînin, ya yekê ramana naverokê li xwendevanan diyar û pêşkêşdikê û ya di duwan alîkarî û xizmeta zimên bi xwe tê kirin, û bi teybetî dema ku ew naverok bi zimên ve girêdayîbê, û her du cok jî diherikrin ber bi kaniya têrkirin û zengînkirina zimanê kurdî ve.)) Piştî van bîr û baweriyan îro ji zimanê kurdî re xwe valekirye û ev erda beyar hêdî-hêdî ji kuç û keviran, gelaş û kêstekan valedikê û dikolê, bingeha avahiya zimanî li ser rêzbend û rêzaneka nûjen û serdemî di deynê. tevî astang û girêbendan, bi dilgermî û pisporî rêzên vê avahiyê lêdikê û dinijirînê, berhemin çak û ciwan divî warî de berhevkirine û afrandine.
Berhemên wî yên çapkirî evin: 1-Axaftinek bi kurdekî re. Helbest bi Erebî- wergerandin -Şam 1989 Z mamosta Deham di sala 1942 ê de, Li gundê Billê ser bi bajarê Amûdê ve li Rojavayê kurdistanê çavên xwe vekir ye û qêrîna pêşîn da ye, xwendina xwe ya seretayî, nawendî û amadeyî li dibistan û xwendegehên bajarê Amûd û Hisîça bi rê ve biriye, derçûyê zanîngeha Helebê, beşê ziman û wêjeya Erebiye, mamostayê zimanê Erebî bû li dibistanên bajarê Amûdê.berahiyê helbest û gotarên xwe bi zimanê Erebî di rojname û govarên Erebî de belavdikirin.lê di sala 1978 ê de û di naverasta serhatyeka derûnî de, ket ta û gumanan,li ser rêz û bingeha wê serburyê li xwe vegera û ev pirs ji xwe kir:kesê ku tovê xwe di zevya xelkê de biçînê, ji bilî poşmaniyê,gelo wê çi biçinê ?!wê demê her tişt di mejiyê wî de hate tevdan û qelqandin, li duryanekî rawesta, hizra rê guhertinê rêçên xwe li pêşiyê raxistin,li ber çirîska hêviyan ew rêç şopand û berê pênûsa xwe da zevyeka dî, ji ber didît û pê digiha ku zimanê kurdî di delîv û jîwarekî pir êş û kovan de dijî û îro maye xakeka beyar û sitewir û ev xak pêtviyê xweşkirin û vewejartinê ye, rêya xwe guhert û bi hêz ew xak xepart û bi zanebûn dest da ser birînê, û va îro berdewame di pêkol û têgerê de, ji bo destnîşankirina dermanî, xwe bi xwendin,danhev û hevberkirina ziman,rêziman û rênivîsa zimanê kurdî de westand û berhemin çak û ciwan di vî warî de nivîsandin û got:((nivîsandin bi zimanê kurdî du armancan bi hev re pêktînin, ya yekê ramana naverokê li xwendevanan diyar û pêşkêşdikê û ya di duwan alîkarî û xizmeta zimên bi xwe tê kirin, û bi teybetî dema ku ew naverok bi zimên ve girêdayîbê, û her du cok jî diherikrin ber bi kaniya têrkirin û zengînkirina zimanê kurdî ve.)) Piştî van bîr û baweriyan îro ji zimanê kurdî re xwe valekirye û ev erda beyar hêdî-hêdî ji kuç û keviran, gelaş û kêstekan valedikê û dikolê, bingeha avahiya zimanî li ser rêzbend û rêzaneka nûjen û serdemî di deynê. tevî astang û girêbendan, bi dilgermî û pisporî rêzên vê avahiyê lêdikê û dinijirînê, berhemin çak û ciwan divî warî de berhevkirine û afrandine. Berhemên wî yên çapkirî evin:1-Axaftinek bi kurdekî re. Helbest bi Erebî- wergerandin -Şam 1989 Z 2-Li ber Dergehên Laleş-Helbest- Şam 1990 Z 3-Nêrîneka Rexneyî li Helbestên Kurdî.lêkolîn 1992 Z 4-Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî. Lêkolîn 1995 Z 5-Di Mûzîka Helbestên Kurdî de.Têbînî û Bersivdan bi Erebî -Şam1995 Z 6-Zimanê Kurdî Rênivîs. Lêkolîn 1998 Z. 7-Destana Gilgamêş –wergerandin û amadekirin- çapa yekimîn sala 2005 ê Duhok- Dezgeha Sipîrêz.çapa duwemîn sala 2006 ê-Sitembol-Enstîtiya Kurdî ya Amedê. 8- Nav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- çapa yekimîn sala 2006 ê- Duhok - Dezgeha Sipîrêz. çapa duwemîn sala 2006 ê-Sitembol -Enstîtiya Kurdî ya Amedê. 9- Cînav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- çapa yekimîn sala 2006 ê- Duhok- Dezgeha Sipîrêz. çapa duwemîn sala 2006 ê- Sitembol- Enstîtiya Kurdî ya Amedê.
*-Axaftinek Bi Kurdekî re.Helbest bi Erebî- wergerandin -Şam 1989 Z
Ev pertûk di sala 1989 ê de, hatiye çapkirin û belavkirin, ew bi xwe Dîwana helbestvanê Yonanî Edonîs Bodorîse, ji aliyê mamosta Deham EbdulFettah ve hatiye wergerandin . naveroka vê dîwanê hizir û bîr, hest û helwêstên helbestvanê dilpak û hêjaye di kûriya derya biyanîyê de tevlî kul û kovanên penaberên kurd bûye û bi dilekî gerim û canekî nerim bawerî bi doza wî ya dadmend û rewa anîye, bi dilsoziyeka rast û durist kirasê kurdayetiyê wergirtîye, dostanî û piştgiriya kêşa wî kirye,bi êş û janên wî miletê belengaz mijûlbûye û bi pênûs û kaxezêre kela dilê xwe hênik kiriye, di kûrahiya derdê kurdayetiyê de ponijye û noqbûye, bi ta û derziyê qemûşk û lêvên birînan danehev û bi nerim û nazî dirûtine, helbestên wî mîna tîrek dijwer di singa zordaran de çikaye, bawerîk kûr û pijayî bi vîn û şiyanên gelan dijî sitemê û berdewamkirina kar û xebatê ta gihandina armancan û roja serkeftinê anîye. Di helbestên xwe de birîna kurdistanê ya kûr û bixwîn, kul û herişî hilgirtîye, hêvî û omîdên gelê kurd di azadî û rizgarîyê de sazkirîye û rengê xweragirî û berevaniyê di ber mafê mirovan de daye xuyakirin. Tevî ku helbestvan helbestên xwe bi hestekê bilind û canekê sivik hûnandine. Lê, belê divê em jibîr nekin ku mamosta Deham jî ew helbest bi zimanekê xweş û şêrîn, û bi rewanbêjîyeka xurt wergerandine li ser zimanê erebî û hiştiye ew canê gur û gerim neborê û sar jî nebê.
*-Li Ber Dergehên Laleş- Helbest -Şam 1990 Z
ev pertûk ji du helbestên dirêj pêkhatîye ewjî evin:ANAHÎTA û TEMARA. Ew bi kurdî nivîsandine û bi şêweyekî torevanî hûnandine, û ewî bi xwe wergerandine li ser zimanê Eredî jî. ne tiştekî veşartîye ku zimanê kurdî û bi teybetî zaravê kurmanciya jorî îro li paşmaye,ne xasim di warê bêje û gotinên nûjen û serdemî de. ji vê yekê mamosta Deham tevî ku helbesta kurdî bi şeweyekê ciwan û bilind nivîsandîye, xwestîye gotinin nû di ferhenga toreyî de vejenînê û bi hostayî wan di helbestên xwe de bikarbine, evê avahiyê, û bexce û gulîstana ziman bi gulên rengîn bixemilînê. Dawîyê ev rêbaz girtîye û dîtiye ku rêbazeka hêsan û raste ji bo belavkirin û bicîkirina van bêje û gotinan di nav miletê kurd de, nexasim di nav yên mijûlî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî dibin. Ev ji alîkî ve, ji alê dî ve xwestîye ku xwendevanê zimanê erebî jî, ji vê danê bê par ne mînê. Wek nemûne:ANAHÎTA
ANAHÎTA
(Ji bo herdu çavên wê, piştî şewatên Helebça…!)
Helebça Evînek bihabû Sitêkek kehîbû Li ser pîremegrûn Numabû….! Evîna Helbça Ji nişka Xwe berda dilê min Revandim Birim dojeyek ar û xwîn !
-A-
Dilê min Kevokeke tîbû Li asîmanê çavên te Hawîr difirya… Li kanya evîna te Cî cî digerya Heta westiya Gelek westiya...! . . . . HD
*-Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên Kurdî. Lêkolîn 1992 Z
Ev pertûk wek ku ji nav û nîşana wê tê dîtin û xuyakirin, bi du nav û nîşanên serekî hatye pêkanîn û rêxistin : A) kilîşeya ten û bedena helbestê. B)Naverok û kakila helbestê. û li ser vê rêyê her bendeka serekî bi çend şaxên dî hatiye wanekirin û ravekirin. Naveroka wê jî gaveke ji pêkol û lêgerka çeleng û jêhatîye di warê pêkanîn û destnîşankirina nav û durvên alavên rexnekirina helbestên kurdî, ji alîkî ve û ji aliyê dî ve lêgerîn û vekolîna helbestên kurdî û helbijartin û cîkirina nemuneyên girîng ji helbestên kevin û nû. Ev tev bi şêweyekê zanistî û bîrbir hatîye danîn. Wek daner di pêşgotina pertûka xwe de bi dirêjî didê nasîn, egerên ku hiştine ew bi vî karî mijûl bibê û çawenî û gavên ku avatîn di ber komkirin û afrandina hin nav û durvên rexnekirina helbestên kurdî yên ku girîng ji xwendevan û helbestvan re divin. pêve diçê û dibêjê û diyardikê ku di van salên dawî de gelek ji xortên nûhatî bi toreya kurdî ve mijûlbûne û gelekan ji wan dîwanên xwe yên helbestan dane çepkirin û belavkirin. Ji hêlekîve dibînê ku ev bi xwe mizgînîeka xêrêye li ser rêya jîndarkirin û vejandina ziman û toreya kurdî û herweha parastina nasnameya netewîya kurdî ji wendakirin û talankirinê ye, û ji hêleka dîtir ve ku pirranîya wan dîwanan bi xwe re gelek şaşî û kêmasî hilgirtine û ne li ser pergal û rêbazeka toreyî ya rast û durist hatine sazkirin û ristin, û hinek kêmasîyên mezin gihiştine bingehê rêxistina kêş û rêzbandên wan. di encama van eger û girêftaran de, daner xwe berpirsyar dîtîye ku vî karî gorî zanîn û karîna xwe serast bikê, li ser rêçeka zanistî,ku bibê jêderekê balkêş û çavkanîk girîng ku xwendevan û rexnevan bi hev re sûd û mifayê jê wergirin, û kêmasî tozê li ser refikeka vale, di pertûkxaneya kurdî de zaravê karmanciya jorî bi malê û bidê alî. Em dikarin bêjin:ev lêkolîn gaveka dilsoze, li ser rêyeka dûr û dirêj û merema daner ta radeyeka bilind pêkhatîye.
*-Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî. Lêkolîn-sala 1995 ê Z
Zimanê kurdî jî, wek gelê kurd dibin sîbera perçebûn û jihevdûrkirinê de, ketye gelek alozî û nesaxiyên giran de, tevî ku zimanê kurdî ji çend zaravên serekî pêkhatîye, wisa jî dibin siya wan zaravayan de, hin zaravokên herêmî peydabûne. Wek tê naskirin ta niha ku rêz û bend yan rêzimaneka yekane pêknehatiye ku bibê jêderekê bingehîn û çavkaniyeka tevayî ku nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî alav û şêweyê rêziman û rênivîsê jê wergirin. Ji ber vê her nivîskarekî yan her kesekê ku bi ziman mijûlbûye û guhdan pêkirêye, bi şewe û rengê zaravokê herêma xwe nivîsandîye û wek ku pêre peyîv dihat gotin û lêvkirin wisa jî dihat nivîsandin û belavkirin û li ser rûpelên Govara û kitêban dihat çapkirin. di encaman de, gelek qelsî, şaşî û kêmasiyên rêzimanî û rênivîsî yên heyî bi xwe re hilgirtin û di nav gel de, hatin bicîkirin û sazkirin. Belê, îro berhemên ku tên belavkirin û ne li ser rêpîvaneka rêzimanî tên hûnandin û sazkirin, û heryek bi şêweyê dever û herêma xwe wek ku tê lêvkirin û dengdan dinivîsînê. Ew bi xwe dergehê ku alozî û girêbendeka mezin û malwêran ji ziman re vedikê, ji vê yekê em dikarin bêjin ku pertûka hindek aloziyên zimanê kurdî vegerandineka zanyarîye, li ser vê rewş û dema xirab û wêran, û bersivdaneka zanistîye, di vê qûnaxa nazik û hestyar de, ya ku em tê de dijîn û derbasdikin û got :((ev pertûk pêngaveke,li ser rêya pêkanîna zimanekî yekane, hêvî darim ku gavine firehtir û saztir li peywê bêne avêjtin)) R 10
*-Di Mozîka Helbestên Kurdî de.(Têbînî û Bersivdan bi Erebî)- Şam 1995 Z
Ev pertûk bi xwe bersiv û lêvegerandineka rexneyî ye li ser hin Têbînî û daxuyanî, rexne û pêşinyarên mamosta B. Ciwanro ne li ser pertûka (Nêrîneka Rexneyî Li Helbestên Kurdî) ji nivîsîna mamosta Dehame. Ku mamosta B.ciwanro ev gotara xwe ya rexneyî di Govara Gelawêjê jimara (5)sala 1992 ê de, di Govara Elmewasim jimara (2)sala 1993 ê de belavkirîye. Birastî, divê ji mirov re diyarbê ku tu kar di pêngavên destpêkîde ji kêmasî û şaşiyan ne dûre,nexasim vekolînên bi zimên ve girêdayîbin. Ji vê yekê ne tiştekê şaş û xirabbû dema ku mamosta B.ciwanro li ser pertûka mamosta Deham nivîsand û çend Têbînî û daxuyanî gorî zanîn û pisporîya xwe diyarkirin. Ez ne rexnevanim û tu nêrîn û têbînîyên min li ser babet û mijarên ku wan bi hev re li ser dan û sitandî nînin, lê ez wek xwendevan û evîndarekî ji zimanê kurdî re. di bawerîya min de şêweyê dan û sitandinê nebivî rengîye, û ev şêwe dûrî lêgerîn û lêkvedana zanistîye. Ji ber ku dema pirs û bersiv yan dan û sitandina mirovê rewşenbîr û zana bi vî rengî bê ma gelo ne xwe wê rengê dan û sitandin, bersiv û lêvegerandina mirovên dî bi hev re çawe bê....!? wek tê nasîn ku mirovê rewşenbîr pêşeng û çira milete û milet ji wî zanîn û bîrwerîya xwe werdigirê...!.vêca nexasim ku ew rewşenbîr mirovek di zanîn û pisporîya xwe de di rîzên pêşî de bê. Raste di bêjin: ((simbila genimî ya tijî û dagirtî, bi giranî di bin barê xwe de, ker û bêdeng radiwestê, lê ya sivik û vale diçe û tê, bi dengekê bilind û zîz xwe dihejînê)). Ronkirina şaşiyan saxlemîye, venasîna kêmasiyan bilindîye, dema ew têbînî û rexne yan bersiv û lêvegerandin, ne ji rewşeka derûnî ya nesax bi boxiz û kîn yan ji zikreşî û diltengîyeka nexweş der bibê, bê guman wê roleka qenc û baş bidê alê pêşxistin û pêşvebirina wî karî, lê vajî vê yekê wê rêçin bê dawî li pêşiya mirov vebin û ji bilî zirar û ziynê nadin rêbaz û armancên mirov û di vê navrast û gorebanê de ne rexnevan dikarê têbînî û pêşinyarên xwe li xwendevanan bidê xuyakirin û pejrandin, û nejî xwendevan di nava vê cenga tarî û dûmande. û li ber dengê wan tang û topan amade ye, ku guhdanê bi dijûn û xeberan bikê. nexasim ku îro cîhan ber bi serdemeka nû ve vedkêşê û hevbendî û hevkarî di nav bera miletan de avadibin û sînorên sîyasî hêdî-hêdî diderizin. Di encaman de, mebest û armanca nivîskar yan rexnevan pêknayê û kar û xebata wî qelsdibê û gelek caran bêhêvîtî û dilsarî didil û canê xwendevanê wî de jî serûkê di ser çavên xwe de berdidê. ez dibêjim gereke du mirovên mîna herdu biraderan,herdu mamostayan,mamosta Deham Ebdulfettah û mamosta B.ciwanro, bi hev re yek dest bin û kar û xebata rêzimanî bi şêweyekê zanistî berdewan bikin, ziman ji alozî û kêmasiyan kêmtirbikin. Ne ku bi hev re bikevin nakokî û hevrikîyeka bêşan û çare, xwendevanên xwe jî bi xwe re di wê gerînek, mij û moranê de wendabikin. Lê xuyaye eve qedera me kurdan em di du bi hev re nikarin karbikin û bixepitin...!? evin encamê sîyaseta ((wan ji hev dûr û belavbikin, girtin û kuştina wan pirr rehet û hêsane...!?)).
*- Zimanê Kurdî - (Rênivîs) - Lêkolîn - 1998 Z
Ev pertûk berdewamiyeka bê hedar û rawestane, ji xem û kovanên nivîserê me yê navdar û jêhatî di warê xweşkirin û rastkirina rêçên teng û asê, kelem û xwar, girêk û kunêrên ku peydabûyîn di sing û bedena zimên de, û pêkanîna derman û çareyekê ji van êş û derdên giran re. ewî jî wek her mirovakê têgihişt û bîrbir, rol û giringîya ziman di jiyana miletan de dizanî. Da ye ser rêya kilasîkên kurda Cizîrî û Xanî, û li qûnax û qeraxên çemê Mîr Celadet û Reşîdê Kurd qefaye û bi hûrnazî derbasbûye û bihoriye, û bi zanyarî vekola ye û vewejart ye, xem û êş,veqetandin, perçebûn û jihevdûrkirin, kul û kovan bi hev re, di tûrikekî de civandine, ev barê giran daye ser milê xwe û di wan rêyên teng û kelem re derbasbû ye, xemxwarî û xemkêşiya vegerandina ciwaniya zimanê xwe yê şêrîn û rengîn kiriye û kêşandiye ku bi karê zimanekê serdemî û zanistî, cihekî xwe yê bilind û rûmet dinav gulîstana tevî zimanên jîndar û zindî di cîhanê de bigirê, ji ber hebûna zimanekê yekane, sade û xurû, sazkirî li ser rêziman û rêpîvana rêzanî û denganî ya zimanê kurdî yê rast û durist dibê pêkanîna elendeyeka ronak û geş ji bo xurtkirin û pêşvebirina rewşenbîrî û ragihandina kurdî û bilindkirina hizir û ramana wî ya netewî. Ziman yeke ji têgihiştinên serekî yê ku rola xwe di avakirina bîr û baweriya netewî de digirê û di lehîzê û di vê derbarê de mamosta dibêjê :((Beramberî vê bizav û têkoşîna hêvîdar û berfireh, zimanê bi vê rewşa sist û jihevkerî, nikarê kar û barê berxwedana neteweyî hilde ser milê xwe, û di bin de rabe. ))R 8 di warê rênivîsa zimên de jî, li ser nêrîn û ramanên rêzimanzanên pêşîn radwestê, rêz û rûmetê ji kar û barên wan re digirî, tevî ku têvil û newek hev yeksanin û gelekî kurtebirrin jî, ji verêj û berhemên wan,ji ked û bizava wan sûdê werdigirê û bi kilîta wan li dergehekî digerê, ji bo çareserkirina wan pirsgirêk û girêbendan, û ber bi damezrandina zimanekê kurdî yekane ve di çê. ((Nifşên nivîserên berî me di delîveyeke tengtir re derbasbûne, Gelek zordestî û tengavî dîtine. Nivîsarên ku ji me re hêlane, bi rondikên çavan û xwêdana eniyan nivîsîne. Ji netiştî, gelek tişt ji me re peydakirine, gelek dergeh li ber me vekirine.))R4
*-Destana Gilgamêş –wergerandin û amadekirina mamosta Deham Ebdulfettah.
Destana Gilgamêş Dastaneka kevnare, bi nav û denge . car hezar sal di ser destine re derbasbûye,dastan bi xwe wek hatiye naskirin şûn û berhemê Someriyane, tevî ku hin nêrîn û raman gamandikin ku dibê ev destan berî Someriyan jî hebê, anku di nav hin gelan de hatibê gotin û Someriyan jî ji devên wan girtibê, lê ji ber ku Someriyan cara pêşîn di dîrokê de nivîsandin bikaranîne û pê xepitîne, vêca ev dastan jî ji aliyê wan ve hatiye neqişkirin û berhevkirin . Deqa dastana Gilgamêş ya ku di nav destên me de ji pertûkxaniya şahê Aşuriyan Aşur Banîbal hatiye deranîn . dastan li ser 12 depên lîmeyî (heriya biraştî) hatiye neqşandin, her depek bûye 6 latik, her 3 latik li rûyekê depî hatine nivîsîn . tevaya rêzên nivîsînê, li ser herdu rûkên her depekî 300 rêzin . hêjayî gotinê ye ku xwendina destnivîsa dastanê, li ser wan depan, ji aliyê çepê ber bi yê rastê ve di çê û bi wê yekê hatiye nivîsandin. ji reng û şewazê nivîsîna dastanê tê xuyakirin ku dastan bi şêweyekî helbestî hatiye gotin û bi stiranî belavbûye . bi devikî ji nifşekê mirovaniyê ta nifşekî dîtir hatiye veguhertin, gelek zêdebûn hatiye ser wê heta ku ev rengê xwe yê dawî standiye. vekolînvan gumandikin ku cara pêşîn dastan bi zimanê Akadî ( babiliya kevin ) û bi tîpên Mîxî hatiye neqişandin. dastan parçekî ji kevnedîroka mîzopotamiya berçav dikê . ku qiralên şahinşahiya bajarê ((kîş))ê piştî lehiya mezin ( tofanê) hatine . li pey wan, zincîra şahên bajarê Orokê hatiye rojeva dîrokê . Gilgamêş xeleka pêncemîne di nav xelekên zincîra şahên Orokê de, vê zincîra şahan di nav bera salên 3000-2400 ê B.Z de, şahînşahî kiriye . berî Gilgamêş çar şahan fermandariya Orokê kiriye . Gilgamêş di nav bera salên 2700-2500 ê B.Z de şahinşahî kiriye – piştî wî jî, kurê wî, nêzîkî 100 salî qiralî kiriye . lê wek tê gotin û pêşbînîkirin ku dastana Gilgamêş qûnaxa dawî, ya ku dastan raweya xwe ya sergihayî têde wergirtiye di dema Akadiyan de bû, dema şahê Akadî Sergûn sala 2300 ê B.Z de bingeha şahînşahiya Akadî damezarandiye . Mamosta Deham giringiya dastanê bi giringiya buyer û naveroka wê ve girêdidê, dema dibêjê :bê guman giringiya dastanê ji girîngiya naveroka wê hatiye . dastan hemû hêlên jiyana mirovatiyê, yên sereke destnîşankirine : jiyana civakî, desthilatî, sitemkarî, şer û cengawerî evîndarî, hevaltî û dostanî, xemgînî, şînkêşan û olperstî û ………HD . Lê mijara herî girîng û balkêş, ya ku di serê her mirovî de digerê, wekî ku di serê Gilgamêş de digeriya û ew bi çolan xist, mijara mirinê ye . Ev mijar ku pirsine girîng di bîra her mirovî de tev dide : -Bo çi mirov tê vê cîhanê û dimire ? -Piştî mirinê çi heye ?! -Derberî vê sernivîs û çarenûsê, gerek mirov çawe bijî ?! Ev pirsyar li her cihî û di her demê de, bê destûr xwe davêjin bîr û baweriyên mirovan, dikin ku li ser çarenûsa mirinê biponijin . bingeha dastana Gilgamêş bo guherîna çarenûsa mirinê ezmûneke mezine . giringiya dastanê ji giringiya naveroka wê hatiye . her mirovê wê di xwîne hêlekê ji pirsgirêka jiyana xwe tê de dibîne, ji ber vê çandê jî, dema ku mirov dastanê dixwîne dibê qey berî çend rojan, yan çend salan hatiye nivîsîn, ne ku berî çar hezar salan …….! Anko dastana Gilgamêş dastaneke kene-nûye, kevne, lê bi demê re nû dibe ……! Tevî dibê ku gelek xwendevanan ev dastan bi zimanên dîtir jî xwendine, lê belê xwendina wê îro bi zimanê kurdî zarevayê kurmanciya jorîn canî û ciwaniyeka dîtir didê naveroka dastanê û çîroka pincarê ku xortiyê lipîran vedgerîne û jiyaneka nûjen bi bidestdixe, nû dike . Dawiyê Gilgamêş gihişte wê baweriyê ku mirov pabendê sernivîsa xwe ye û mirin dûmahiya her jiyanê ye . ne mirina mirovan, bi qencî, xêrxwazî û navdariya wan ya piştî mirinê ye . Anko, wekî kurd di bêjin: (Ga dimire çerim dimîne, mêr dimire nav dimîne ) . ev pertûk hêjaye ku mirov bi xwîne û bide xwendin, ji ber ku ked û karekê buhagirane ji aliyê mamosta Deham ve hatiye kirin û bi rêzdarî berek li dîwarê avahiya pertûkxaniya kurdî bi vê yekê zêdekir û pertûkxane pê hatiye xemiland . piştî vê amadekirin û berhevkirina kurt û berbir, ez dikarim bêjim ku çi karê di warê xwe yê avakirin û damezandina destpêkîde bê û bi teybetî dema ku ev ked û kar tenayîbê wê ji şaşî û kêmasiyan ne dûr û bêparbê. Nexasim dema mirov rewş û nîrê zehmet û giran yê ku îro nivîskar û zanyarên me têre debasdibin. Belê, ev berhemên dilgir û ciwan, ne ji kêmasiyan bê parin, û ev ne guneheke yan şermîke, lê wek Mîr Celadet Bedirxan gotî :((şerma mezin ewe ku mirov zimanê xwe nizanibê ))û dîsan emê bêjin û ev tiştekî ne veşartîye yan jê nû ye:ku mirov di van karan de bixebitê divê ji sînorê xweyê herêmî û deverî derkevê, ji ber ku ta îro jêderên bingehîn kêmin, têhin û kerba mirovê vekolînvan têrnakin. Ji vê yekê gereke vekolînvan li herêm û deverên dî bigerê û dan û sitandînê bi dezgeh û komelên rewşenbîrî re bikê û peywendiyan bi kom û kor, nawend û peymangehên zimanî ve girê bidê, nexasim ku van salên dawîyê de, deft û delîvin baş û berketî peydabûne, wek nemune peymangeh û zanîngehên kurdî li Awropa , Emerîka û parçên kurdistanê û ya ji tevan mestir, pêkanîna cîgeh û bergehekê azad û rizgarkirî bi asayî û aramî li Başûrê kurdisdanê, ku gavin berçav û xuya di warê ziman, vejandina rewşenbîrî, ragihandin û rojnamevanî de avêjtine û berdewamin li ser ku derfetin baştir û çêtir pêkbînin û gavin mezintir û firehtir jî bi avêjin.
jêder:
1-Govara Zengil bi zimanê Erebî-hevpeyvînek bi mamosta Deham re hijmara (3) sala 1994 ê. 2-Axaftinek Bi Kurdekî re- Helbest- wergerandina:Deham Ebdulfettah. 3-Li Ber Dergehên Laleş. Helbest: Deham Ebdulfettah. 4-Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên Kurdî - lêkolîn : Deham Ebdulfetah. 5-Hidek Aloziyên Zimanê Kurdî – lêkolîn: Deham Ebdulfetah. 6- Di Mûzîka Helbesta Kurdî de - Deham Ebdulfetah. 7- Zimanê Kurdî ( Rênivîs ) - Deham Ebdulfetah. 8- Nav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- Deham Ebdulfettah. 9- Destana Gilgamêş –wergerandin û amadekirin Deham Ebdulfettah. 10- Cînav Di Zimanê Kurdî de – Lêkolîn- Deham Ebdulfettah. 11- Rojnama Azadiya Welat- Hevpeyvînek bi mamosta Deham re.
|
|