Di jimara sisiyan de gelek nivîs û berhemên curbecur hatine weþandin, ji gotar, helbest, çîrok û ta bi dîrok û folklora kurdî jî cih di jimarê de girtine.
Me wek desteya birêvebir hewl daye ku em ji dîtin û rexneyên baþ ên zikêþan sûdê wergirin û rojnamê di astek bilind de derxînin.
Bêþek wê þaþiyên me hebin, lê bi alîkariya xwendevan û nivîskaran emê hewl bidin jimar bi jimar ber bi asoyê serkeftinan ve biçin, êdî em bang li hemû nivîskar û rewþenbîrên kurd ên zikêþ dikin daku xwedî li çand û rojnama xwe derkevin û wê bi tenê nehêlin.
Bi gumana me derxistina rojnameke kurdî di vê wexta hestedar û dîrokî de, bixwe serkeftin û þehnaziyek mezin e, lê serkeftin û þehnaziya mezin ew e ku mirov zimanê xwe bi gelê xwe þêrîn bike û bide xwendin û axaftin.
Ziman zimanê me hemiyan e, bixwînin û bidin xwendin.