Daxuyanîya serokatîya Herêma Kurdistanê li ser raporta şanda kongreya neteweyîya Kurd a derbarê Rojavayê Kurdistanê de
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 ÓÈÊãÈÑ 2013
Mijar: Nûçe



Peyvdarê serokatîya herêma Kurdistanê Omêd Sebah di ragihanekê de ragihand, ku li gor raporta şanda komîteya amadekar a kongreya neteweyîya Kurd bo encamdna lêkolînan li ser rewş û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê, girift di çespandina asayiş û birêvebirina nawçeyên Kurdî de û nedadperwerî di dabeşkirina hevkarîyên mirovî de heye û ewe jî di encama xwesepandina yek hêzî û piştguhxistina rêkevtinên berê yên navbera alîyan û bi taybetî jî rêkevtinnameya Hewlêrê de ye.


Ev jî deqa ragihana peyvdarê serokatîya herêma Kurdistanê ye:   Piştî wê yekê ku di 08/08/2013 de birêz serokê Herêma Kurdistanê bi nameyekê daxwaz ji Komîteya Amadekara Kongreya Neteweyîya Kurd kir ku şandekê ji bo lêkolîna bûyeran bişînin Rojavayê Kurdistanê û di derbarê wan nûçeyên ku behsa hebûna komkûjiya Kurd li Rojava dikirin, lêkolînê bikin, Komîteya Amadekar şandek ji nûnerên alîyên siyasiyên her çar perçeyên Kurdistanê pêk anî û roja 19/08/2013 şandê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û şanda pêkhatî pênç roj li wir man û serdana çendîn herêman kirin û hevdîtinê li gel 400 kesên ji çînên cûda cûdayên Rojava encamd an û piştî vegeriyan jî, raporek di derbarê wê serdanê û lêkolînên li ser rûdanên Rojava amade kiriye.   Şand di rapora xwe de ewe rohn kiriye ku rê nedane wan serdana bajarê Amudê bikin da ku sedem û çawayîya teqeya li ser xwepêşanderan û şehîdkirina hejmarek ji wan rohn bibe. Herwiha di tevahiya wan hevpeyvînên li gel xelk û alîyan de encam dane ti belgeyek ji bo rûdana komkujîya dijî Kurd bi dest nekevtiye û ewa rû daye pêkdadana di navbera dû alîyên çekdar de bûye.   Rapora şandê balê dikşîne li ser hebûna gelek kêşe û giriftên li Rojava, hinek ji wan jî nebûna asayîş, nearamî û nebûna derfeta kar û nebûna xizmetguzariyên tendirustî û nebûna elektrik û kareba ku bûye sedema karnekirina bîrên ava xwarinê, herwiha ji alîyên grûpên çekdar ve talankirina çend nexweşxaneyek û nebûna derman û kadîrên pizîşkî, bi cûreyek jiyana welatîyan gelek zehmet kiriye û xelk neçar kiriye ku bihêne Herêma Kurdistanê û metirsîya wê yekê pîşan daye ku Erebên herêmên dinên Surîyê biçin cihên welatiyên Kurd û eve jî bibe sedema guherîna demografiya ya Rojavayê Kurdistanê.   Herwiha li gor rapora şanda lêkolînê, di çespandina asayîşê de û di birêvebirina herêmên Kurdan de, ne dadperwerî di dabeşkirina hevkariyên mirovî de kêşe û girift heye û eve jî di encama xwesepandina yek hêzî  de û herwiha piştguh xistina peymana berê yê di navbera aliyane ku bi taybetî jî peymana Hewlêr.   Rapor komek daxwaziyên xelk û aliyên Rojava xistîye rû û ji bo bi cîhkirina wan daxwaza hemahengiyê dike, weku pêwîstiya bi cîhkirina peymana Hewlêr û çalakkirina Desteya Bilinda Kurdî, her wiha hemû alî li birêvebirin û parastina Rojava de beşdar bin, her wiha ragirtina şerê li navçeyên Kurdan û rêxistina bazirganî li ser sînor bi cûreyek hemû alî têde beşdar bibin neku yek alî serpereştiya wê bike, her wiha ragirtina koçkirina Kurdên Rojava ya Herêma Kurdistanê û Tirkiye, ji bilî li rewşa gelek pêwîstiya mirovî.   Di dawiya raporê de şanda lêkolînê çend pêşniyarekî xistiye rû, weku dabînkirina derman, hatina hawarê(Emergency) bo Rojavayê Kurdistanê û rêxistina karubarê bazirganî li sînora navbera Herêma Kurdistan û Rojava de bi cûreyek ku li wî aliyê sînor ji aliyê yek alî dest li ser da neyê girtin.   Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştgiriyê li wan daxwazan dikin û tekez dikin ku divê hemû cûre hevkariyeke mirovî bigihînin rûniştvanên herêmê û li wir jî ji aliyê lîjneyekî hevbeş ku nûnerê hemû aliyan têda hebe û bi awayeke dadperwerane bê dabeş kirin, careke din jî tekez li ser pêwîstiya hemahengî û hevkariya aliyan dikin û radigihînîn ku ji bo nehiştina kêşe û giriftan pêwîste hemû aliyê Kurdan li parastin û birêvebirina Rojava de beşdar bibin.   Bi pêwîstî jî dizanîn spasiya Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd û şanda lêkolînê bikîn ku bi navê derxistina rastiyan de erkên xwe bi cîh anîn û serdana Rojava kirin.   Dr. Umêd Sebah Peyvdarê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
 03/09/2013
peyamner






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3387