Kurd ew e yê ku çok ji wan re daniye û xwefiroþ e? belê.
Kurd ew e yê ku niþtiman û samênên xwe yên niþtimanî, ji wan re hîþtî ye? belê.
Kurd ew e yê ku di hikumet û rêvebiriyên wan de çete ye? belê.
Kurd ew e yê ku ji bo pirojeyên wan ên îrîþberî þervan e? belê.
Kurd ew e yê ku di Hotêl û xaringehên wan de berdest û malevanê solên wan e? belê.
Kurd ew e yê ku komê wan dayê serê xwe, û bê sênciya wan pîroz dike, û karên xirap û hovane yên wan rind û ciwan dike? belê.
Kurd ew e yê ku xwe ji nasname û çand û ziman û bihayên xwe gurandî ye, û ji kesayetiya xwe jî reviya ye? belê.
Kurd ew e yê ku, ji hundir û derve jî, hatiye wêrankirin, û bo farisbûn-erebûn û tirkbûnê hatiye guhertin? belê.
Kurd ew yê winda ye, yan gêj e, yan xwefiroþ e, yan þikestî û reviya ye, yan pîlandarêj e, yan sîxur e? belê.
Kurd di hemû van rewþan de, li cem xwedan hêzrên dagerkerî baþ û rind e, û li cem wan kurdê mîrî, ew kurdê nimûne yê, û ew marke ya di bazarên dagîrkeriyê de xwestin li ser heye, û her ew amaden e hin caran destê xwe li pêþt a wî xînin û jêr e bêjin aferîn, û hin caran pesnên derewîn jê re bikin, û parî yên ku her ji Kurdistanê talan kirin e bavêjin pêþî ya wan.
Lê ku Kurd resen be, û serfirazî yê bi kultur û dîroka xwe bike,û di helwestên xwe yên neteweyî de tund be, û bihayên hêja yên ku navgiranên me berceste kirin e bi þopîn e, û bi rizgarkirin a Kurdistanê pêbend be, û li ser mafê kurd di samanên xwe de rijd be, çokdanîn û jêr e hîþtinê erê neke, û ji bo berevanîkirin li romet a milletê xwe rahiþtî be çekê, ev e kurdê ku ew napejrîn in, û ne tenê napejrîn in lê belê ew e kurd ê tawankar û divê bê sizakirin.
Gelê me! Tawan jî ew e, ragihadin a birêz Mes,ûd Barazanî a derbarê mafê kurd di serxwebûn de ye, û çok nedanîn ji rijîma farisê ku hatî erebkirin a desthilatdar li Bexdayê ye.
Û siza jî ew e, îrîþên hovên xwînrij, biser devera Þengalê û tevahiya Baþûrê Kurdistanê de ye.
Daxwaz jî ew e, sizakirin a birêz Mes,ûd Barzanî ye, jiber ku ramankir ku Kurdistanê rizgar bike.
Û her kurdek biwêr e daxwaz a avakirina dewlet a kurdî bike, wê weha bê sizakirin.
Erê xwîþk û birano! Ew e tawan a kurd, û siza jî weha ye!
Û çidibe bila bib e, divê Kurdistan rizgar bib e!
14-8-2014