«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎÞEYAN» DE ... xelek (8)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 09 ÓÈÊãÈÑ 2014 Mijar: Nûçe
Deham Ebdulfettah
Zayend di Raweya " Birazê"û
" Xwarzê"de …?!
Li gelek herêm û navçeyên Kurdistanê ev her dû bêje
"birazê"û "xwarzê"bi wateya zarokên bira û xwehê , yên nêr
û mê bikar tên , bêyî ku çi nîþandeka navên nêrza yan mêza bigihêje wan .
Zayenda wan her dû navan ji pêvajoya qissekirinê tê nasîn . Derbarî darêj û
zayenda bêjeyên "birazê"û "xwarzê"pirr caran ev pirs raberî
me tê : Gelo çawa her dû zayend (nêr û mê) , wekî hev bi vê raweyê
(birazê , xwarzê) hatine … .?!
Darêja " birazê , xwarzê"di raweya verêsê (tewangê)
de ye , wekî ku em bibêjin:
- Birazê pirtûk xwendiye
-Xwarzê name nivîsiye
-Ev mala xwarzê ye
-Ez birazê û xwarzê perwerde dikim
-Min silav li birazê kir
-Te pênûs daye xwarzê
-… .
Li hin herêman raweya "verêsê"bi þêweyê
"birazî"û "xwarzî"jî tê bihîstin
Ew her dû þêwazên verêsê (tewangê) jî , ji binesaziya raweya
wan a xwerû (bê zêdebûn) û resen ku "biraza , xwarza"ye[1]
hatiye der . Binesaziya van her dû
gotinên lêkdayî jî , li gora dahûrîna wan ev e :
-Biraza : Bira + za (kesên ku ji birayan zêde bûn)
(
kurên bira , keçên bira)
- Xwarza : xwar+za( kesên ku ji xwehan zêde bûn)
( kur û keçên xwehan)
Di zimanê me de gelek navên lêkdayê bi vî þêwazî pêk hatine ,
wek " mîrza , amoza , þareza , nêrza , mêza . . ."
Wek , wan jî , bi zêdebûna tîpa (d) : "Behzad , Þehrezad
, Þ .rzad , perîzad , begzad . . ."
Aloziya vê mijarê ew e ku navên nêrza û mêza di raweya verêsê
de wekî hev tên xebitandin , bêyî ku çi nîþandekên nêrînî yan mêyînî bigihêje
wan , da ku wan ji hev cuda bikin . Anku her dû zayend j , bi forma "biraz
. , xwarz ."bikar t .n .
Em dizanin ku navên yekjimarên nêrza û yên yekjimarên mêza ne
wekî hev dikevin raweya verêsê .
Vêca ku ev teþeya (forma)
rût û resen "biraza , xwarza"ji bo navê nêrza û mêza be , ka
çawa verêsa her dû zayendan (nêr , mê) wekî hev bi yek raweyê "birazê ,
xwarzê"hatiye?!
a- Verêsa Navên Nêrza :
Verêsa navên nêrzayên yekjimar , li gora binesaziya wan , bi
dû þêwazan dikevin raweya verêsê :
1- Nîþandeka verêsê "î"digihêje dawiya navên
berverês , wek :
-Gund : Ez ji gund , (gund) têm
-Aþ : Dengê aþî (aþ) bilind e
-Hesp : Tu vî hespî dibînî ?!
2- Eger tîpek ji tîpên navê berverês dengdêra (a)[2] be
, di verêsê de ew tîpa (a) dibe (ê) , wek
- Agir : Xwe
nêzî êgir neke !
- Bajar : Ez
çûm bajêr
- Çiya : Pezê
me li çiyê ye
- …
V .ca ku nav .n "biraza"û "xwarza"jî
nêrzayên yekjimar bin , anku bi wateya kurrên bira û xwehê bin , gerek ew jî ,
li gora wê rêpîvana jorînî bikevin ber rêzika verêsê , anku "a"ya wan
jî bibe (ê) , wek :
- Biraza : Ez
ji mala birazê têm
- Xwarza : Ez
diçim mala xwarzê
Helbet durist e jî ku em , li gora benda yekê , nîþandeka
verêsa navên nêrzayên yekjimar (î) bi ser wan ve berdin , wek[3] :
- Biraza : Ez
ji mala birazay ,[4] têm
- Xwarza : Ez
diçim mala xwarzayî
Lê ji ber ku raweya "birazê , xwarzê"ji ya
"birazayî , xwarzayî"siviktir e , ev rawe pirtir bikar hatiye . Bi
kurtî , raweya navên (birazê) û " xwarzê"ku bi wateya kurrê bira û xwehê ne , verêsa ji
navên "biraza"û "xwarza"hatiye .
b-Verêsa
Navên Mêza :
Navên mêzayên yekjimar bi zêdekirina nîþandeka (ê) dikevin
raweya verêsê . Anku ,(ê) digihêje navên mêzayên berverês , wek :
-Dar : Ez darê avdidim
-Gul : Rengê gulê sor e
Navên "biraza"û "xwarza"jî , eger bi
wateya keça bira û ya xwehlê bin , ew jî , wek wan her dû nav ên mînakên jor în
dikevin raweya verêsê :
- Biraza : Biraza + ê = biraza- y-ê = birazayê
- Xwarza : Xwarza+ê =xwarza-y-ê =xwarzayê
Diyar e ku bilêvkirina (birazayê , xwarzayê) hinekî giran e
. Vêca ji ber ku dû tîpên dengdêr
"a+ê"di (biraza+ê , xwarza + ê) de giranîyekê didin zimên , tîpa(a)ji
wan her dû navan tê avêtin :
-Biraza + ê = biraz . . . . = birazê
-Xwarza + ê = xwarz . . . . = xwarzê
Li vê gorê , raweya (birazê û xwarzê) dibe
verêsa navên mêzayên yekjimar ku ji navên rast û rût ,(biraza) û (xwarza) pêk
hatiye .
Li dûmahiya mijarê , em dikarin , bi kurt , dûbare bikin , ku
raweya navên "birazê"û "xwarzê"verêsa her dû zayendên nêr û
mê ye , ji reseniya raweya rast û rût "biraza"û "xwarza"saz
bûye .
Zayenda vê raweya rast û rût "biraza , xwarza"bi
alîkariya veqetandekên palvedanê (ê ,a) bi hêsanî tê nasîn , wek :
Biraza :
- Birazayê min (kurrê birayê min)
- Birazaya min (keça birayê min)
Xwarza : - Xwarzayê min (kurrê xwîþka min)
- Xwarzaya min (keça xwîþka min)
Li wê gorê navên (mîrza û þareza . .) jî tê gotin :
Mîrza : - Mîrzayê me (kurrê mîrê me)
- Mîrzaya me (keça mîrê me)
Þareza : - Þarezayê me
(hevalê me yê þareza)[5]
- Þarezaya me (hevala me ya þareza)
Lê di nav gel de (li gelek herêman) bi vî þêweyê sivikbûyî tê
bihîstin :
- Biraziyê minî Biraziya min
- Xwraziyê
minî Xwarziya min
Têbînî :
Me berî nuha jî gotibû
, eger tîpek ji binesaziya navê nêrzayê yekjimar dengdêra (a) yan (e) be , bi
þêweyekî ji van her dû þêweyan dikeve raweya verêsê :
1- Tîpa (a) yan (e) ,
dibe (ê) , wek (Çiya , Pez) :
- Ez pêz dibim
çiyê
2- Nîþandeka verêsê
(î) digihêje dawiya navê berverês :
- Ez pezî dibim çiyayî .
Lê ku yek ji van cînavên nîþandanê (vî ,wî) li pêþ wan navan
bikar bê , hingê pêwîst e ku ew navên berverês wekî xwe bimînin , tenê
nîþandeka verêsê (î) bigihêje wan , wek:
- Ez ê vî pezî
bibim wî çiyayî
- Vî agirî ji
ber vî bayî bibin
- Ez vî ardî
ji wî aþî tênim
Anku , ne durist e ku tîpên (a) û (e) di wan navan de ,bi
cînavên nîþandan re , bibin (ê) .
[1] - Xwar +
za : peyva "xwar" ji "xwaher" a ku nuha di Farisî de bikar
tê hatiye.
[2] - Li hin
herêmantîpa (e) jî dibe (ê), wek : ( pez, rez, : Ez ê pêz
bibim nêzî rêz) .
[3] - Ne durist e ku em her dûþêwazên verêsê bi hev re bixebitînin, wek :
(Aþ : Ez çûm êþ î).
Ya rast gerek bê gotin : Ez çûm ( êþ) yan jî ( aþî).
[4]-Li hin herêman tîpa navbirra dengan "y"
nakeve navbera her dû dengdêran "a,î" wek (biraza -y-î),
li þûna wê dengdêra "a"
tê avêtin wek (biraz…î = birazî, xwarzî).
[5]- þarezayê
me : Zîrekê Ji þarê (bajarê )
me
|
|