Roja Rojnamegeriya Kurdî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 16 ÃÈÑíá 2015 Mijar: Nûçe
Rojeke cejn û pîroz e ! Bi armanca geþkirina zanîn û bilindkirina asta rewþenbîriyê di civaka Kurdî de, yekemîn car di dîroka gelê Kurd a nûjen de, li roja 22ê Nîsana sala 1898an, ronakbîrê Kurd ê payebilind, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan rojnameyeke du heftane bi zimanê Kurdî, navê "Kurdistan" û tîpên erebî li paytexta Misrê (El-Qahîre) çap û belav kiriye, û ew roj li nik Kurdan bûye roja þahiyê, bûye cejna rojnamevaniya Kurdî.
Lê, wekî her kesê dîrok û jiyana vê rojnameyê xwendiye, dizane ku di bin bandora þêwirmendên xwe yên þoven de, yên mîna Ebu Elhuda, sultan Ebdulhemîd bi tundî þerê derçûna rojnameya Kurdistanê kiriye û biryara qedexekirina wê li ser xaka dewleta Osmanî daye. Rojnameya Kurdistan neçar dimîne, ji Misrê bar dike û li Ewropayê cîwar dibe, li wan welatan jiyana xwe berdewam dike, û tîrêjên zanînê davêje Kurdistanê. Careke din, Sultan hewil dide ku vî dengî nebihîse, þerê derçûna wê li Ewropayê jî dike, lê ew di hewldanên xwe de têk diçe. Bi cefakêþî û vîneke xurt, çar salan rojnameya Kurdistan li ber xwe dide, 31 hejmaran diweþîne û li roja 14.04.1902an, hejmara dawî ji vê rojnameya nirxdar çap dibe, û ew bêdeng dibe ! Di rewþeke ewqas têkilhev, dijwar û aloz de ku gelê me yê Kurd û tevgera wî tê de dijî, û ji ber ku rojane ew tûþî êriþên tund ên derûnî, leþkerî û pilanên ji hevxistina civaka Kurdî ji hêla xêrnexwaz û hêzên terorîst ve, ên deverên me dorpêç kirine dibin, erk û ustûbarê hemû nivîskar, medyakar û alavên ragihandina Kurdî ew e ku li hemberî van pilanan bêdeng nemînin, û bi hemû hêzên xwe aramiya civak û herêmên xwe biparêzin. Di vî warî de, ji bo belavkirina çand û gotara hevrêzî û hezkirinê di civaka Kurdî de xebateke îjdil pêwist e. Neyarên hebûna me, ji bo çavên me kor bikin û em pilanên wan nebînin, wekî her car, ew dixwazin kîn û nakokiyan di navbera Kurdan de gur û geþ bikin, da ku em di nav toz û dûmana vî þerî de pêkoliyê bikin û her xwelîser û bindest bimînin!. Di bin çi perde û navnîþanê de dibe bila bibe, ew çand û gotara nakokiyên xwexwetî geþ dike û dide pêþ, ew berjewendiyên xêrnexwazên gelê me destek dike û civaka me ber bi taromariyê ve dibe, giringe li hemberî wê em rû bi rû derkevin. Li dawiyê, bi helkefta vê bîranîna giranbuha, em cejna hemû nivîskar, medyakar û xebatkaran pîroz dikin, hêvî û omîda me ewe ku her ew þiyar û zîrek bin, beþdariyê di weþandina çanda nûjen a mirovahiyê de bikin, û her ji bo xebatên aþtî, azadî û wekheviyê, amade û li kar bin!. - Rêz û silav ji nemir Miqdad Bedirxan û þehîdê rojnamevanî û peyva azad Mûsa Enter re. - Azadî ji hemî rojnamevanên girtî re . 15.04.2015Z-2627K Komîta Çand û Ragihandinê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê
|
|