Konê Reþ
Berî çend rojan, piþtî ku erêkirina mezintirîn weþanxaneya kurdî bi çapkirina du romanên min, ji min re hat, nû dikarim bibêjim ku; ez romannivîskî kurd im. Bûyerên van her du romanan: (Li ser Peravê Çemê Ceqceq) û (Serxet û Binxet), li dor kêf û þahî, kul û xemên welat û welatiyên min digerin. Ev erêkirin bêtir min dehif dide ku ez li projeyê xwe yên nîvco bigerim û ez kêfxweþ kirime.
Digel ku di van rojan de, ez di kutahiya xelaskirina pirtûkek dîrokî de dixebitim.
Ev pirtûk jî, li dor hoz, eþîr û kesayetiyên Cizîrê yên kevin bi tevayî ye. Her wiha ta niha, min 60 xelek ji pirtûkekê bi navê (Ji Evîna Rojên Kevin), nivîsandiye û hêj berdewam im di nivîsandina xelekên mayî de... Ev pirtûk jî, li ser zîlana rojên zaroktiyê li gund, danûstandinên min, serboriya pêvajoya jiyana min bi dost û hevalan re û dizîvire.
Nivîsandin ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye.. Nivîsandin name ye.. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin li dor veþartokên min û jiyana weltiyên min yên Beriya Mêrdînê be..
Bi nivîsandina van her du romanan û pirtûkên min yên mayî re, dihisim ku ez ê karibim di rojên ayind de romanên berkêtîtir, pêþketîtir û tekûztir ji xwendevanên xwe raxînim ber çavan. .
Bi hêvî me ku di demeke nêzîk de, ev her du romanên min di nav destê xwendevanên zimanê kurdî de bin.
Belê Ezbenî! Ji encamê ked û westandina xwe, a ku xelkên min ji wan raziye, dikarim bibêjim ku ez romannivîsekî kurd im!.