Konê Reþ
Bîst û yekê adarê
Destpêkirina buharê
Þaxên daran biþkivîn
Ji kulîlkên sor û þîn
Newroze cejna salê
Þev û roj hat qirarê
Rojên kevin hilatin
Rojên nû taze hatin
Rengê zemîn guherî
Þa bû, þivan û kerî
Newroze cejna salê
Þev û roj hat qirarê
Xwîna mirov dijene
Pêre dil jî dikene
Keç û kurên me kurdan
Bi þahî dikin dîlan
Newroze cejna salê
Þev û roj hat qirarê
Dibe dema evînê
Dil li ser dil datînê
Çûk û çivîk dixwînin
Hêlînên xwe datînin
Newroze cejna salê
Þev û roj hat qirarê.
20.03.2016
Cejna Newrozê ye Serê nû Salê ye
Cejnê Cejnê Cejnê
Xanê rok hat bejnê
Cejna newrozê ye
Serê nû salê ye
Va dar dipiþkivin
Çiya dixemilin
Bi zer û kesk û sor
Bi riçinê wek por
Çûk çivîk dixwîn in
Hêlîna datîn in
Dil lêdide bijen
Xwerist dibe bi ken
Mirov dibe rûgeþ
Jiyan þêrîn û xweþ
Cejnê Cejnê Cejnê
Xello rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Destpêka salê ye
Cejna ji sed salan
Roja bav û kalan
Heydê keko rabe
Bi vê rojê þabe
Em dadin agire
Ser zinar û gire
Agirê vê rojê
Nîþana Newrozê
Derenge zû rabe
Tev dostên xwe þabe.