Þepal Hêvo
Amedê XURSÎ; Navê wî Ehmed Þêxmûs Seîd e. Di
salên 1950yî de bavê wî di zaroktiya xwe de, ji bakurê Kurdistanê, ji gundê
Xursê koç dibe Binê Xetê. Amed, di sala 1970yî de li bajarê Qamiþlo, li taxa
Hilêlîkê ji dayik dibe. Sê rolên xwendina xwe ta pileya diwazdehan li
dibistanên bajar dixwîne. Ew û malbata xwe ta sala 2012an bê nasname dimînin û
nabin niþteciyên wî welatî. Bi behana ku navê wan winda bibû, di lênosên
jimarteka ku sala 1962yan de, li welatê Suriyeyê çê bibû.
Di destpêka þorþê de, ew derfetê dibîne ku pasportê wergire û yekemîn car were serdana bakur û warê bav û bapîrê xwe bibîne. Wê gavê diçe serdana Amedê jî. Pir ji wî bajarê efsane wek ku ew dibîne hez dike, hem ji ber wê yekê û hem jî ku dixwaze ji bin bandora zimanê Erebî, bi yek car derkeve, navê xwe yê nû dike Amedê Xursî. Ji 2014an vir ve li Almanya dijî.
Berhemdarî; Jina Ji Ximavê (Helbest), Weþanên J&J, 2016 – Amed.