Konê Reþ
Mihemed Þêxo; mirovekî wek me
tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; bi bûyerên gelê
xwe ve girêdayî bû, hayê wî ji malê dinyê tune bû. Tev temenê xwe di ber bîr û
baweriyên xwe de xerckir, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê
xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere..
Ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; Deng, awaz û gotin. Mihemed Þêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor êþ û janên gelê xwe dibijartin, bi hev re dihûnan û di nav gel de belav dikir.
Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul û xem, kef û þahî de dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî bandoreke mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiþtan ve dehif dide; Welat û Evîn.