M. Bengo
Hevalo bargiranim
Tu xweþ zanî vî derdî
Çewtî xwarî geþ dibe
Windabû þerm û fedî
Milet taromar bûye
Miþixt bê war û xwedî
Rêjîm bi xap û pîlan
Nav me kirin berberî
Her yek bû xwedî niviþt
Mejî hiþt û bû kerî
Li me bû girê devê
Yekser me da dû gurî
Nokerî û xinizî
Navê wan bû pêdarî
Li bin navê þoreþê
Derbû qirêj û stirî
Pîs û tolaz û zigurt
Ji niþka ve bûn xwedî
Kê te girt û kê te kuþt
Dijmin her ma nependî
Bo biratiya gelan
Milet kirin du bendî
Bo xwe li hev mezinkin
Avakirin sed partî
Li bin navê gengeþê
Hat çandin birakujî
Kurdistan we vala kir
Ji dijmin re war û cî
Bi hezaran pakrewan
Bê sûc bûne qurbanî
Tev xort û keçên me ne
Yek kujer û yek kuþtî
Pozê xwe jnav me derxin
Me navê reþazadî
Derketin zarwê Pûnê
Ev rêjîm û rikberî
Ger pozê we bi êþ e
Mikurên bi mêranî
Bejna xwe biçimînin
Li ber zarokên sêwî
Lêborînê bixwazin
Ji pakrewan û girtî
Hîn jî me derfet heye
Ger azad bibe mejî
Gelê Kurd efsane ye
Babagurgur û Cûdî
Ne kêmî tu kesî ne
Ereb Faris û Turkî
Lê hevalê me tune
Ger li xwe nebin xwedî
Tevde bercewendî ne
Biryarên navnetewî
Mafê mey çarenûsî
Nayê bi lav û gilî
Jêr divê kar û xebat
Bi kêr nayê ezezî
Berê xwe bidin rojê
Xwendin û pilansazî
Ger em divên Kurdistan
Pêdiviye yekrêzî
Ger hûn divên Kurdistan
Pêdiviye yekîtî.