M. Bengo
Ez li wirim
Di buxçika xwe de
Min hêstrên we tevan
Hilgirtine
Li ber pala Þermola
Raboriyan birevdikim
Û hinek xewnên sêwî
Dilorînim
Ez li wirim
Li çîrokên bêdengiyê
Guhdarîdikim
Kolan bi kolan
Þevbuhêrkên we
Diþopînim
Di çavên we de
Digrîm
Têkçûnên me
Dihejmêrim
Li wirim
Ji pêþwaziya we re
Bejna xwe radixim
De werin
27 ê heyva þeþa ye
Da hûn destek xwîn
Ji dilê min jî
Bi gulê xwere
Li ber kêlên wan
Biçînin .
HEMBER MIN RÛNÊ CANÊ
Lehya hêrsan
Di gola bêdengiya min de
Hilnayê .
Lehya hêsran
Di gola arama min de
Hilnayê .
Lehya evînê
Di gola dilê min de
Hilnayê .
Tenê hember min rûnê ,
Ezê rawestgehan
Ji kerwanê evîna te re
Bi afirînim .
Tenê hember min rûnê ,
Bela tenahî
Min û te
Bi keskesoran bipêçe .
Bela awirên te
Bê sînor
Di canê min de
Bi biþkivin .
Bela þalûl û bilbil
Stiranekê ji himêzkirina
Min û te re bistirên .
Tenê hember min rûnê ,
Kêlîkekê ji demê ,
Perçake ezman û xak ,
Ezê bidizim
Da ku perestgeha evîna xwe
Bikim þaneþîn ,
Û te têde bikim padîþah
Da ku hember min
Tu rûnê û rûnê .