Konê ReþRoja (01, 06, 2020) (28) sal di ser koçkirina emîre Rewþen Bedirxan re derbas be.
Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî. Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de þer dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: Weþandina kovara HAWARê, RONAHÎ yê û weþanên Hawarê digel hilgirtina barê malê û razîkirina mêvanên pir û têvel, ewên ku ji navçe û herêmên kurdan li mala Mîr di bûn mêvan li Þamê, digel wan jî kurdenasên biyanî hebûn wek Roger Lescot û Pirre Rondot, hem jî dibere karê xwe yê mamostetiyê di dibistanê Þamê de dikir..
Rewþen Xanim eva ku îro em di dabaþa bîranîna 28 saliya
koçkirina wê de ne, yekemîn jîna Kurd e, ku bi kurdiya Latînî
nivîsandiye, û gazî jinên kurd kiriye û gotiye: (Xuhên min ên delal, her wekî hûn jî di zanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezaniye. Nezanî nexweþiyeke û dermanê wê zanîne..) Hawar, 27- 1941.
Vê
jina kurd di 16 salan de, þev û rojên xwe bi mîr Celadet re
derbaskirine, ta ku di (15, 7, 1951) ê de, Bîra Qederê Mîr Celadet ji
nav me revand. Hingê Rewþen Xanim jiyana xwe di nav rûpelên Hawar,
Ronahî û pirtûkxaneya Mîr de bûrandiye, û pirê Caran rondik li ser
perîþanî û derbideriya xwe û neferên malbata xwe baran dine.. Rewþen
Xanim bûye wek simbolekê Ji jinên kurd re di warê zanîn, kurdperwerî,
nivîskarî û kebanitiyê re, ji ber vê yekê bi sedan ji gelê kurd navê wê
li keçên xwe kirine.
Di pêþgotina bîranînên bavê xwe de wiha gotiye: (Min
çi kiribû, ez nizanim, di be ku min xwe razî kiribe, dema ku min xwe ji
zarokên xwe re dîl kir, û çendî ez dilrehet bûm, çaxî ku min canê bavê
wan razî kir, ew mirovê zor mezin yê ku tev jiyana xwe di ber kêþeyekê
de xerc kir, baweriya wî pê dihat)
Belê, ji mafê wê ye ku
îro em wê bi bîr bînin, heger em wê bi bîr neynin gelo wê kî wê bi bîr
bîne. Rewþen Xanim di sala 1909 an de li bajarê Qeyseryê çê bû ye, dema
ku bavê wî M. Salih Bedirxan di sirgoniyê de dijiya, xwendina xwe di
mamostetiyê de li welatê Þamê bi dawî aniye û lê mamostetî kiriye. di
sala 1935 an de bi kurmamê Bavê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewiciye,
kur û keçik ji wan re çê bûne, kur Dr. Cemþîd e, berî du salan li
Elmanya çûye ber dilovaniya Xwedê, kurekî wî heye navê wî Kurdo ye ew jî
wek bavê xwe bijîjke û li Elmanya dimîne û keç navê wê Sînem Xane
kebaniya nivîskarê hêja Selah Se’della ye, niha li Bexdê dimîne. Piþtî
koçkirina Mîr Celadet, ji nû Rewþen Xanim ketiye ber pêlên þek û pekên
giran de, di nav deryaya kul û xeman de melevanî kiriye, û ji neçarî di
sala 1972 an de, mala xwe ji Þamê Barkiriye Banyas li ser peravê derya
Sipî, û rojên xwe yên mayî li wir bûrandine.. Ta ku di berbanga roja 1-6
– 1992 de, Yezdanê Gewre canê wê revandiye jor jor… li ser daxwaza wê,
berî mirinê, bisaya kurdperwerên bi rûmet, termê wê di eynê rojê de hat
guhestin Þamê û ew di kêleka bapîrê wê (Mîr Bedirxan û Mîr Celadet) de
hat veþartin. Ez jî gelê xwe serwextî vê rojê dikim da ku navê Rewþen
Bedirxan neyê jibîrkirin, sed rehmet li canê wê bin û li canê tev
neferên malbata Mîr Bedirxan bin.
Di roja mirina wê de, min ev
helbest li dor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û wê nîvîsand û li ser gora wan
min xwend.. Evin çend malik ji wê helbestê:
Erê Mîro! felek çerx û dewrane
Rewþen Xanim îro li te mêvane
Bigerîne civateke Botanî
Digel Rewþen û Celadet û Xanî
Rewþen Xanim wê bide te mizgînî
Îro þer e li Herekolê banî
Li Cizîra Bavê Têlî, li Þernax
Gelê Kurd mil dane hevû bi yek rex
Þiyarbûne êdî nemaye ew xew
Bexwedan û serxwebûne û hew..