Ebdulazîz QasimBazar li ser deverên kurdî bûye xala hevbeþ û lihevkirinê di navbera rejîma Sûriyê, opozisyona Sûrî, rejîma Tirkiyê û Rûsya de, û kurd dibin qurbaniyên van bazarên þer û þerxwaziyê û rêkkeftin û girêbestên wan li ser hesabê kurdan têne girêdan.
Wekî heman bazara reþ ya li ser Efrînê, û paþî li ser Serêkaniyê û Girêspî bûyîn, ku îro li gel bêdengiya Amerîka û YE, bazar careke din li ser Bozanê “Ayn Issa” dibe.
Li gorî raporteke “Rewangeha Mafên Mirov ya Sûrî” ku di roja
21.12.2020`an de, civînek li gundê Þirkrakê li nêzîkî bajarokê “Bozanê”
ji bo diyarkirina çarenivîsa vê deverê di navbera efserên Rûsiya û
Tirkan de hate lidarxistin, lê heta niha tiþtek nehatiye ragihandin,
hevdem ku car car þer û pevçûn di navbera hêzên HSD û çeteyên Tirkiyê de
li ser çeperên Bozanê û gundên wê bi dijwarî diqewimin.
Li gorî hin
çavkaniyên kurdî, ku civînek li ser rewþa “Bozanê” li bajarokê Rimêlan
li gel Amerîkiyan hate lidarxistin û têde Amerîkiyan got ku wan ti
pêwendî bi rewþa niha ya li Bozanê nîne, û got ku rewþa wê girêdayî bi
rêkkftina di navbera “Rûsiya, rejîma Sûriyê û Tirkiyê de ye, û heta
nivîsîna vê gotarê jî hêj tiþtek nehatiye ragihandin?.
Helwestên
Tirkiye û rejîma Sûriyê ji doza kurdî xuya ne, herwisa helwesta Rûsyayê
jî xuya ye, ku Rûsya di hemû siyasetên xwe piþtgiriya rejîma Sûriyê
dike, bi tenê helwesta Amerîka diyar nîne, nemaze ku Amerîka niha di
kawdanên bergihur “veguhestina deshilatê” de derbas dibe, wekî me dît ku
çawa ev kawadana demkî ji aliyê Bexdayê û ji aliyê parlemantoya wê ve
wekî frsind û derfet li dijî Herêma Kurdisanê hate bikaranîn, her di vê
çarçoveyê de, dûr nîne ku di navbera Rûsya, Tirkiye û rejîmê de
lihevkirinek hebe ji bo guvaþtinan bêxin li ser HSD ji bo radeskirina
Bozanê bo rejîma Sûriyê, bi bikaranîna heman derfetê û sûdwergirtina
mijûlbûna rêveberiya Amerîkî bi encamên hilbijartinên serokatiyê û
veguhesina deshilatê, û heger Amerîka bêdeng bimîne, helbet wê rewþa
Bozanê ber bi çarenivîseke reþ biçe û dibe Tirkiyê dest bi dubarekirina
dagîrkeriyeke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê bike.
Ji aliyekê din ve,
tevlî kiryarên vê dawiyê yên li dijî ENKS’ê û þewtandina ofîsên
partiyên wê li Qamiþlo û Derbêsiyê û êrîþên li ser malbatên aliyên wê li
Amûdê, lê dîsa berdewamiya diyaloga Kurdî-Kurdî ji aliyê “ENKS” û “PYD”
ve hate piþtrast kirin, ku berî çend rojan ji aliyê nûnerê nû yê
Amerîka yê taybet li Sûriyê “Joel Raybrunn” di serbazeke leþkerî de li
nêzîkî Hesekê bi awayekî cuda du civîn li gel þanda ENKS û PYNKS hatin
lidarxistin, û nûnerê nû yê Amerîka tekezî li ser timamkirina piroseya
lihevhatina kurdî kiribû, û li gorî nûçeyan ku civînên duqolî bi
çavdêriya þandeke Amerîkî di navbera her du aliyan de piþtî bi
dawîhatina cejn û bihnvedanên sersala nû dê careke din berdewam bibin.