Lazgîn Dêrûnî
Tê ji avê
Noq ziravê
Nerm û xavê
Da silavê
Ma çi zû ez kirme davê
Dil hilavêt
Agir û pêt
Tê de bû fêt
Hiþ mi avêt
Wê rihê min bir ji navê
Ahî yezdan
Bo te siphan
Kû te kêþan
Sûretê can
Kes bilî vê na mi navê
Xwîn þêrîn e
Hinguvîn e
Berf û xwîn e
Xem revîn e
Lêv tijî çêja þîravê
Rind û naz e
Dil niyaz e
Kaze kaze
Wê dixwaze
Ez di bextê dê û bavê