Baranê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 09 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



Mizgîn Kenan

Heyva me rêbendan e
Dewr û dor tev zuha ne
Berfanbar çû ji waran
Nehat ne berf ne baran


Demsal tevlî hev bûne
Li ser mehan pev çûne
Ew çileyê þil û sar
Ji germa bûye bihar
Cotyar zevî çandine
Hêviyên xwe bestine
Bê gilî û gazin e
Dana xweda mezin e
Lê hê jî bendewar e
Ku baranek bibare
Çavê wî li ezman e
Lav tenê ji xweda ne
Ey yezdanê dilovan
Bide baranek ciwan
Þîn bibin dexl û giya
Geþ bibin çol û çiya
Nemînin tî û bêhal
Çi mirov be çi sewal
Baranê xweþ bibare
Çavê me bendewar e
Vegerin rojên ciwan
Reng bidin deþt û zozan
Nemînin derd û keder
Xem tev ji dil bêne der







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5408