Mihemed Hemkoçer
Kê jiyana me sar kirî
Welat talan û ar kirî
Hundir me tijî kul kirî
Xêr û xweþiyê nebîne
Kê ji lêvên me ken birî
Milet tev bi girî kirî
Rûyê xwe ji me reþ kirî
Roniyê ew qet nebîne
Kê ev pîlan gerandin
Evqas nexweþî çandin
Bombe li gel barandin
Xwedê li wan bibarîne
Kê mirov ku daliqandin
Di zîndanan de êþandin
Dost û yar ji hev qetandin
Ji destê xwedê bibîne
Kê yên sivîl birçî kirin
Zarokên wan sêwî kirin
Hin kuþtin hin koçber kirin
Ew ji wan bêhtir bibîne
Kê kar kir û dizî kirin
Mala xelkê wêran kirin
Welatê me berbat kirin
Ger xweþ man kes jê nemîne.
..............