Evîna Çiyayê Kurmênc (Diyarî ji bo Evîna Welat )
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 24 ÝÈÑÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe




Hêvîn Cefer

Newroz hat Gul biþkuvîn
Deþt û zozan xemilîn
Keç û xort li hev civîn
Li ser te bûn har û dîn
Ji bo te kirin tekoþîn
Dildara min dilbirîn
Hêstirên çavan darivîn
Teqeta çogên me Efrîn


****
Dengê xwe rake Evîn
Lê merdê bike qêrîn
Hilde awazên xemgîn  
Bi destana Mem û Zîn
Çanda M.Reþît bixwîn
Û qedera Ednan dilbirîn
Zerya Cemîl bilorîn
Bi tembûra Adîk bihejîn
Þa bike bi Ala rengîn
Li bavê Selah wergerîn
****
Dengê xwe hilde Evîn
Zincîra zilmê biqetîn
DARA ZEYTUNÊ bixemlîn
Xema dilan birevîn
Qet ji karwanê nemîn
Qet ji karwanê nemîn
****
02.2021








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5467