Vekin dergehê evînê
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 ÃÈÑíá 2021
Mijar: Nûçe




Lazgîn dêrûnî

Bila hestê me tev gul bin
Ken û þadî ji nav dil bin
Wekî awazê bilbil bin
Besa barê me tev kul bin


Xem û kovan heta kengî
Bimînin em bi vî rengî
Jiyan xweþ e bi dilþengî
Bila baxê me sorgul bin

Ne kû em hatine jînê
Tenê ji bo xem û þîne
Vekin dergih li evînê
Besa çavên me tim þil bin

Li hember hev bi rûgeþ bin
Bi peyvên nazik û xweþ bin
Bi xêrxwazî û dilgeþ bin
Bera þorên me kakil bin

Mirovatî û rêzdarî
Xebatkar bin bi dildarî
Vegerin em li wî warî
Bera ew war ne kavil bin








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5518