Çûyîn a ber zaretan ji bo çi?!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 27 ãÇíæ 2021
Mijar: Nûçe



Cankurd

Dibe ku zaret, wek Hinek dibêjin, ji ziman ên kevin û bi taybetî ji Αlamî hatibe, lê li gor dîtina min, ew ji wêje ya erebî “ziyaret” ve nedûr e û dibe ew bi xwe be… ”Ziyare” bi Erebî serlêdan e û mirov serlêdana gor û goristanan dike. Zaretkirin û serlêdana miriyan di rêbazê “Þarîe’tê” de ne h’eram e, gava bi mebesta bîranîna mirin û mirov ên mirî be, lê gava ew bi armanca axazkirina qenciyekê an mirazekî ji wan kesên mirî, kî dibe bila be, ew li gor nêrîna gelek zana yên ola Îslamê pêdakirina hevparekî “þirîkekî” ji Xwedê re ye, û ev rengê serlêdanê û bergerê li ber gorekê, li ba wan zanayan “þîrk û kufr e”.


Îbin Teymiye yê Herranî (kurd e), ku namdartirîn “Þeyxulîslam” e di dîroka Musilmanan de, van serlêderan bi “Gorevanan: Alqiborî” nav dike û cengeke dûr û dirêj dajo ser wan, wan gunahbaz û sûcbar û bêhiþ dike... Li ba (Þîe’e), ku “Ehlil Beyt” gelek diparêzin û ji wan û ji gorên wan meded û piþtvaniyê lava dikin, zaret navenda baweriyê ye li ba Þî‘e, ewan bi dilgermiyeke nedîd diçin serlêdana Sit Zêneb li nêzîka Þamê, zêr û zîv ên xwe davêjin ber gora wê, li ser kab û çogan xwe xûþ dikin ber gorê ve, li ser dêm û çav ên xwe didin û ji Sit Zêneba, ku berî niha bi pir sedsalan koça xwe ya dawî kiriye, axazên xwe hemiyan dikin û her tiștekî jê hêvî dikin.. Li Îranê jî, êdî gora Xumeynî bûye þûngirê Ka’be li Mekkayê… Ji xwe bajarên Kofe û Kerbela li ba wan pir bilindtirin ji her pîrozgeheke îslamî loranî li gor bawerî yên wan termê Îmam Elî û kurê wî Husên li wan ciyanin... Ewan gava bangewaziyê dikin, axaz ên xwe ji Elî û Husên dikin, dibêjin “Ya Elî! Ya Husên!..” di cngê de û di aștiyê de, mezintirîn nîșan û tox û ala, medexwestin a ji Elî û Huseyn, van herdu jî gelek ji zû ve mirî ne… Mîna vê yekê jî, mixabin!!, li ba Kurd ên Sunnî û yên Êzdî jî heye, hene ji wan axaza xwe tenê ji þêx dikin. þêx li ba gelek nezanan pileyekê ji pêximberan bilindtirin… Zaret ên mîna þêx H‘ennan li pir ciyan hene û di roj ên cejn û þahiyê de, berê bi lêdana çangan û hildana ala yên Senceqan û bi xwendina sirod ên olî û bi heyteholeke mezin diçûn serlêdana zaretan, li wir jî dewar serjê dikirin, nimêj dikirin, xwarin dixwarin û þêx û melayan bi þîþikan li newq û gulmên xwe dixistin û hinekan jî sêla sorkirî datanîn ser serî yên xwe an jî di ser kizot ên agirî re diborîn… Li gund ên Meydana gelek kesên bi navê Þêxmûs hene, Þêxmûs jî zareteke li wê herêmê. Li bakurê Kurdistanê jî navê Sultan Þêxmûs gelek bilind e û xelk li ser “kerametên” wî pirr dizane… Þêx Mûsa, yek ji mamoste yê Îbin Teymiye bû, wekî U’dey kurê Musfirê Hekarî.

Baweriya gelek Kurdan û bi taybet ya jinan bi þêx û niviþt ên wan pirr e, bi seriyê þêx sond dixwarin, qurban li ber derî yên mal ên wan dihatin dayîn û pirr caran jî jinên, ku nedihêþtin hîç mêrek ji mêrên wan pê ve gewdê wan bibîne, xwe li ber þêx dirêj dikirin, da þêx zikê wan mis bide, tevî ku mayîna jinekê bi mêrekî re, ji bilî mêrê wê, li ba oldaran naye pejirandin û h’eram dizanin, lê þêxan pir tiþt ên jinan dizanîn û têkilî yên wan bi jinan re têkiliyin taybet bûn... Sotandina Pixûr û Tizbiyê li ber mezelan, zemirandina kevir û þehfan bi dîwar ên zaretê ve, girêdana paçik û deziyan bi gora þêx ve an jî bi dar ên li ber gorê ve, mîna li ba Indiyan ên Sor an jî Budîstan, êdî bûbûn parek ji ola Musilmanan û Êzdiyan… Eve jî di rastîniya olê de hîç ne dirist e… Zareta Horî “Þêx Xoros” an jî “Nebî Horî” gelek bi nav û deng e, lê hinek dîrokvan dibêjin, ku ew mezelê þahê Farsî Sîroz e, ew jî berî Îslamê jiya bû û miri bû…Þah Sîroz piþt re bû ye þêx Xoros û hêdî-hêdî bû ye “Nebî”, ku bêjeyeke Erebî ye bi wate ya “Þandiyê Xwedê: Pêxember”.
Li herêma Kurdaxê, ya ku navê wê ji aliyê Osmaniyan ve bi zanabûn hatiye tirkîkirin (Kurd-Dax), gelek zaret ên Dede û þêxan hene. þêx li ba Elewiyan bi navê Dede dihatin navkirin û ev jî nîþan e, ku Elewî li Çiyayê Kurdan (Kurdaxa) ne tenê mîna niha di gundekî de dijiyan, lê pir bêhtir bûn...
 Baþ tê bîra min, ku hikariyeke mezin a lehengiya Mehmed Henîfî li ser Kurmanc ên herêma me hebû, gava ew dihat xwendin û tê de hozanxund digihîþt in ser nûçe yên Îmam Elî û kur ên wî Hesen û Husên, guhdaran digiriyan û gelek xwîngerm dibûn...Bi rastî ew pir hêja ye û Kurmanciya wê jî baþ e... Min ew kiriye þanoweke bi zimanê Erebî, lê metnê kurdî yê makdar li ba min niha nîne… Mala kak Pîr Rustem ava be, wî ev destana giranbiha çap kir û niha li nav Kurdan belav e. Dibe, ku Osmaniyan Kurd ên E‘lewî li herêma me bi dar ê zorê kiribin Sunnî.. Niha jî ewan tenê li gundê Maratê dijîn.. Di gotareke wilo kin de mera nikane hemî aliyên pirsa Zaretê bîne ser zimên, lê bi rastî ev warekî hêjayê lêkolînê ye û ji bo vê yekê ez Zîna Îbo ji ber nivîsa wê ya, ku li ser zaretan nivîsandiye, ji dil de spas dikim û dibêjim: Berxwedar be…






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5551