Hoo Berdîno Guhdarî Muzîkê Bin
Dîrok: ÇáÃËäíä 26 íæáíæ 2021
Mijar: Nûçe



Riyad Salih Husen
Werger  : Besam Mer`ê

Hoo Berdîno Guhdarî  Muzîkê Bin
Sibe destpêk e ..
Sibe, ne stûgirek
Ne jî pêlavek giran-buha
Sibe destpêk e..
Ne gotinên xaçepirsê
Yan kongra Havana
Sibe destpêk e ..


Sibe di bin Gyotînê re
Yan di navbera zincîran re
Dê daxwaza vejînê bikim!.
Ew jiyana ku di pertûkan de tê gotin
Ew jiyana ku
Di reklamên televizyonan de tê dîtin
Ew jiyana ku li piyarêkan tê nivistin
Ne ew jiyan e ya ku tê xwestin!..
Sibe,
Wek xeratên ku Xaçan pêþniyar dikin
Li ser azarkêþana Mesîh napeyivim
Bi zarokan re nalîzim
Heta ku UNÎCIF loma ji min neke!..
Bi asanî û bi nahêviyek mezin
Dê dilê xwe dirêj bikim û tenê,
Dê daxwaza kar bikim.
Nan
Pertûkan
Asayiþê
Rêvingî û her wusa..
Ne çerçiyê hûrûmûran im
Ne qaçaxçiyê cixareyên Malboro
Þeþxwerke min tune  xwe bikujim
Ne narincokek ku balafirekê birevînim
Min dilê xwe li mazatê ne firotiye
Min Wîskî ji bazarên azad nekirriye
Min kesek  ne kuþtiye
wek sîlehekê  min gul li rûyê jinekê nexistiye
Lê çima?
Çima?..
Hoo Berdên ji Muzîkê zivêr
Çicara ku Gor-kol min dibînin
Destên xwe bi þadî difirkînin
Û ji bo seredana xwe min vedixwînin?!
Ji serdema kêrên berdîn
Heta bi serdema zarokên Belûrî
Hêj li azadiyê digerim..
Dinivim û distrênim
Kar dikim û destmalan diguvêþim
Bendewar im û Pîvazan diqeþêrim
Serê sibehan yan jî êvariyan
Di demjimêra heftan yan bîstûçaran de
Diçim maxa  xwe û dipûnijim..
Ez dilekî spî û du destên þîn im.
Em zarokên siberojê ne,
Hîna li goristanan dinivin.
Goristanên ku
Li nav darên lîmonan û tivingên sekmanan.
Em zarokên siberojê ne,
Hîna li bin asmanên biçûk in
nêzî  vê cîhana pepûk in..
Duhî, Îro û Sibe
Em dilê xwe dirêjî rêwiyan dikin
Gelî  hevalan Stranekê
Gelî birayan Ramûsanekê
Ji bo Xwedê
Stranekê yan ramûsanekê..
Ramûsanek ji serê salê re
Û Stranek ji roja dawî re.
Sibe
Ji min nereve berew  cadeyên xemgîn!..
dergehê min  her vekiriye
Were
Derbas be
Min biramûse
Em bipeyivin
Em binivin..
Li Serê kolanê
Li binê kolanê
Li bendî we ne
Bi tivingek suwarkirî..
Sibe dawî ye..
Duhî  me hevnasî
Îro min tu maçîkir
Û sibe cudabûn e..
Sibe destpêk e
Duhî qirkirin bû
Îro me term binaxkirin
Û sibe,
Qirkirineke taze ye..
Sibe hevalekî dêrîn:
(Bi hezaran dimrin di zindanên Santiago de)
Sibe Rojgarnasekî kal:
(Ji burca Nehingî dê biçe dojehê)
Sibe Paleyeke bejin bilind:
(Îsal baran kêm e) dê bibêje
Sibe
Nameyek ji jineke nepenî re:
(Dixwazim bi dirêjiya êlûnê bi te re bipeyivim)
Germ e wek bizot
Asan e wek avê
Zelal e wek berika șeșxwerê
Û dixwazim bijîm:
Hooo Berdên ji muzîkê zivêr
Ma ev ne bes e?!..






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5578