Mûsa Anter û Strana Kimil
Dîrok: ÇáÃËäíä 26 íæáíæ 2021
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Di sala 1958an de, Mûsa Anter û du hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameya (Ilerî Yurt/ Welatê Pêþketî) li Diyarbekirê diweþandin. Hingî armanca wan ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belav bikin.. wan serwxtî rewþa Kurdistanê bikin. Lê ji ber gotarekî Apê Mûsa bi navê (Qimil/ Kimil), ew û herdû hevalên xwe hatin girtin. Girtina wan ji ber ku Apê Mûsa Anter ev strana ku wî ji devê keçek Siwêreklî girtibû di gotara xwe de belav kiribû, evin çend malik ji wê stiranê:


Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno
Ceh seridîn lo apo, genim hûrbû avdalo
Kimil hatî lo apo, bi refaye rebeno
Xwar genimî lo apo, hiþtî kaye rebeno..
Hat kimilî lo apo ji zozana lo apo
Xwar genime lo apo li me xezana li apo
Ro hatibû li apo wexta dana lo apo
Pez herikî lo apo ser þivana rebeno
Çar kulek man lo apo li ser guhana rebeno..
  Bi weþandina Kimil re di rojnameya (Ilerî Yurd) de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan sekinand dan û ew û hevalên wî girtin.. Lê di roja 11/12/1959an de ew berdan. Belê piþtî berdana wan bi þeþ rojan ango17/12/1959, careke din Apê Mûsa tevî /49/ hevalên xwe hatin girtin bi sûcê Kurdayetiyê û komonistiyê..

Qamiþlo, 26.07.2021








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5580