„Helara Evînê“ di neynika hestan de diçirise
Dîrok: ÇáÃËäíä 23 ÃÛÓØÓ 2021
Mijar: Nûçe



Ezîz Xemcivîn
 
„Hest jî
Di lênûska hêviyan da,
pêngav pêngav radikin..
Li ser laperên jînê dimeþin
sêwî radikevin
sêwî jî,
ji xewê radibin..“
 
Helareke geþ e ji kûrahiya hestan peyvên ciwan û bi wêneyên helbestî arezûya dilê xwe dinivîsîne..
„Helara Evînê“ helbestan ji nav stêrên ramanan li asmanê hiþ difirîne..


Dixwînim, lê þev naxwaze bi xewê hêminiya min nikil bike!
Çarikeke rasteqîne ye, dersokeke aþop e, kevînkeke hest e û epriyeke henase ye..
 
„Di bihara navîn da
berfê gijegij e
û elinda spêdeya evînê
kirasê viyana xwe
li bejna himêza hêlîna me dike..
Û di bin nihêniya asmanê hestan de
lêvên xunavgirtî
ramûseke -spêde baþ-
me ji xewa Helara Evînê hiþyar dike..“
 
Gumegumek ji dahola dilê „Siwarê Helbestê“ tê, êdî naraweste, li Þevyarê digere, gelî bi gelî, çiya bi çiya ji axê, ji ber û çeman pirsa Þevyarê dike..
Þevyarê li kû ala radestiyê liba dike.. Ji kê re çavên xwe diyar dike û li kîjan dilwarî dinive?
Kî ye, yê ko bi pey þopa hestên Þevyarê dikeve û kî ye ya ko pênûsê hildigire û dinivîsîne?
 
Þevyarê dastana jînê
tevna barana þevê
di çavên evînê de vedihûne...
Her Þev
zêrevana bêriyan
Hemî gotinên dil
Li bin pêyên te zîn dike
Siwarê helbesta min
pêyên xwe
li ser gotinên dilê min
peyt bike…
 
Peyv bi peyvên þengist û resen re dipeyivin, bingeha viyanê bi hêztir dikin.. Hevok di çêrindeya naverokê de têr dibin, kulîlkên henaseyan bi helbestî divejînin..
Bang li „kevoka viyanê“, li „werzên jiyanê“ û li „asmanê sahiyê“ dike û dibêje:
 
Bihêle,
bihêle di hêlîna derdên min de
kevoka viyanê tu bî..
Di çar werzên jiyanê de
rehên dara evîna min tu bî…
Bihêle di bin berf û baranê de
asmanê sahiya min tu bî..
Bihêle hestên tihniya min
di himêza þeva te de
avî bibin..
 
Dîwana „Helara Evînê“ duyemîn berhema nivîskar Þîlan Doskî ye, berî vê jî ferhengeke gulan bi navê Gulferheng çap kiriye..
„Helara Evînê“ li weþanxaneya J&J li Amedê paytexta bakurê Kurdistanê hatiye çapkirin..
Bi þêweyekî ciwan û bi kevalekî nazik ji layê þêwekar Sirwe Berzengî ve hatiye amadekirin..
Pertûk ji 107 laperan pêk tê..
 
23.08.2021
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5594