Ebdûlazîz Qasim Tirkiyê û Îran, bi bernameyên cuda û bi mifawergirtin ji lawaziya rola Amerîkî- Europayî di krîza Sûriyê de, bûne du dewletên xwedan pêgehên girîng di Sûriyê de.
Piþtî serhildana xelkê Sûriyê li dijî diktatoriya Be`is, rejîma Sûriyê dît ku milîsên Îranê û Hizbullah nikarin desthilatdariya wê biparêzin, lewra bi fermî daxwaza piþtevaniya leþkerî ji Moskoyê xwest, û di 30`ê Îlona 2015`an de bo yekem car hêzên esmanî yên Rûsyayê dest bi oparseyonên leþkerî di Sûriyê de kir.
Rûsiya piþtgiriya rejîma Sûriyê ne tenê li ser asta leþkerî kir,
herwisa li ser asta biryarên navdewletî jî kar û xebat ji bo mana rejîmê
kir û zêdetirî 9 caran vîto li encûmena ewlekariya NY ji bo
berjewendiya rejîmê bikar anî, herwisa ligel Tirkiyê û Îranê hewlên cidî
kir ku Astana bibe alternatîv ji “Cinêvê” re ji bo pûçkirina biryarên
navdewletî yên berê derbarê çareserkirina krîza Sûriyê.
Lê niha
xuya dibe ku ew hevpeymaniya sêqolî ya derbarê Sûriyê, di navbera Rûsiya
û Tirkiyê û Îranê de, ber bi hilûþandinê ve diçe, bi taybetî ku
nakokiyên Rûsiya û Tirkiyê li ser Idlibê hene, tevî bêdengiya Rûsiya li
hember êrîþên esmanî yên Îsraîlê li ser leþkergehên milîsên Hizbullah û
Pasdarên terorîst di nav axa Sûriyê de.
Niha nûkirina rêkevtina
Bercamê û danûstandanên li Viyenê yên li ser bernameya navikiya Îranê,
mijarek herî gerim ya rojevê ye, ku dibe li ser encamên danûstandinên
Viyenê gelek amadekariyên nû peyda bibin, nemaze li Sûriyê û Îraqê ku
pêgehek mezin ya Îranê di van herdu welatan de heye, tevî ku li gorî
dîtin û xwendina piraniya çavdêr û þirovekarên siyasî ku wê ti encamekî
van danûstandinên ligel rejîma Îranê nebe, nemaze ku Amerîka heta niha
bi awayekî rasterast beþdarî danûstandinên Viyen nebûye û pêþmercên
Îranê nehatine erêkirin.
Li hember lawaziya rola Amerîkî, herî
berbiçav ku îro renge hevpeymaniyek Erebî-Îsraîl ketiye rojevê û
helwestên cidî li ser zêdexwaziyên Îranê yên navikî û herwisa yên
leþkerî di Sûriyê de digire, heta ku Îsraîl li hember danûstandinên
Viyen helwestek cuda ji nerînên Amerîkî û dewletên Ewropî “Birêtaniya,
Fransa û Almaniya” heye, û dûr nîne ku Îsraîl bi êrîþên esmanî bernameya
navikiya Îranê wekî heman bernameyên navikî yên Sûriya û Îraqê ji nav
bibe.
Hevpeymaniya Erebî - Îsraîlî, ku netenê hevpeymaniyek
leþkarî yan aborî ye, wekî NATO û Shanghai û hevpeymaniyên din, zêdebarê
ku heta derbasî mijarên olî jî dibe “ola Îbrahîmî”.
Amerîka û
herwisa Îsraîl jî pêdagiriyê li ser jinavbirina bernameya navikî ya
Îranê dikin, tevî ku Îsraîl bi ti awayî hebûna Îranê li Sûriyê qebûl
nake, ji aliyekê din ku Tirkiyê roj bi roj dikeve di alozî û qeyranên
siyasî û aborî yên mezin de, ku nayê qebûlkirin di hevpeymaniya
Erebî-Îsraîlî de, tevlî têkiliyên wê yên xurt ligel Dubey û hin welatên
Erebî, ji aliyek din ve ku Tirkiyê nikare bibe beþek ji hevpeymaniya
deriya Spî “Fransa, Misr, Îsraîl, Qubris, Yonanîstan ..”, zêdebarê
qeyrana wê ya aborî ku ber bi tunêlek tarî ve diçe.
Jinavbirina
bernameya navikiya Îranê, û lawazkirina pêgeha wê li Sûriyê û Îraqê, wê
bi mifayek mezin li tevaya navçeyê vegerê, û goman di wê yekê de nîne ku
lawazbûna rola rejîma Îranê û herwisa dûrxistina Tirkiyê ji hevpeymanî
Erebî- Îsraîlê wê bibe fakterekî girîng ji bo çareserkirina pirsa netewî
ya gelê Kurd.