Xizan Þîlanez
nexþa temenekî talanbûyî me
keftarên demê
li ser erdnîgariya xaka mesûm
cirîdan diavêjin
sînorên bedena westiyayî
xwîn vediriþin
salan kirasê xeman li rojên þad
pêçan
berbangên rûken bi axîn û nalînan
avis bûye
heyva nîvbiriqî
di îskeîska gewriya xwe de
fetisî
rengê kulîlkên baxê hezkirinê
çilmisî
zimanê pênûsê
di keserên helbesta birînkûr de
lal bû
kaniya hevokan li ser kaxizan
miçiqî
qayika xweþgotinan
serûbin bû
keskesora hinav xatir ji min xwast
li xweþsohbeta þevên þên
çîrokên dapîra min
sêwî man
pelên dara hêviyê
li ber bayê zaliman
berba bûn
felekê toza bagerê li ser xeyalên rût
daweþand
kabusên xewnan
hevalcêwiyê bêxewiya
þevên min in
janêþên bêdeng dilop dilop
li ser zeviya giyanê xapînok
dibarin
bextewarî
di qêrîna rondikên çavên reþbelek de
xeniqî
çirûskên agirê eþqa dilê sermest
vemirîn
sebir
li kolanên xeribîstana xopan
tarûmar bû
perdeya hestên jar û neçar
veçirî
zexelên demê
kêf û sefaya seyrangehan
ji min dizîn
konê kul û kederên xedar
di paþila þevên melûl de
vegirtin
çûkên qefesa qeliþî
ber bi warên nediyar ve
fîrar kirin
kezeb û cîger li min peritîn
bêtalîha jiyanê bi sikura min ve
hatiye zeliqîn
her þev û roj
bêhna mrineke bêwext
ji henesa min ya tengbûyî
difûre
2021-06-11
Stockholm