Birahîm Qasim(Li gundê Eyndîwerê yê girêdayî bajarê Dêrikê helbestvan û wêjevanê Kurd Ehmedê Þêx Salih di sala1935an de ji dayîk bû û di sala 2017an de li nexweþxaneyekê Li Hewlêra paytext çû ber dilovaniya Xuda,û piþtî termê wî ji bo Eyndîwerê hate guhestin ew li goristana Dêrikê bi axê hate sipartin).Bîrdanka dîrokê-Luqman Yûsif
Dema ku mirov ser helbestên Ehmedê þêx Salih daxive ango mirov li ser þoreþeke herî bi hêz di warê edebiyata kurdî û li ser þêweyê Reayalîzm (Rasteqîn) daxive ji ber girîngiya wê ya zimanî di wateya xuyakirina rastiyê û eþkerekirina wê ji kevin de ye, huner û wêjeya kevin ji berî ku em bigihin têgihên zanistî hatine eþkerekirin û li qada wêjeyê derketine. Mirov her tiþtê girêdayî bi ciwaniya helbestê di helbestên Ehmedê Þêx de dibîne û bi zimanekî resen,þîrîn û paqij bi û hestne nazik, têrwate û kûrwêne bi hemû alavên helbestê hatne nivîsandin.
Di destpêka helbesta xwe ya malikîne bi þêweyê klasîk li ser ritim û
newaya pêlewaza sêdengî(Almuteqarib) daxwaza ferzenê ji Xuda dike ku ew
bikaribe xizmeta mafê gelê xwe yê bindest bike.
Bi destpêkê min kame tirsa Xudê
Bihêvî me ew ferzena min bidê
Sipas û pesin jê re min bê jimar
Di ber vî gelê bê beþ û tar û mar
Welatê xwe dide nasîn ku ew bûye wek stadyûm û meydanek þer û ji her alî ve dagir dibe.
Welatê me yarîgeh û pêger e
Ji lew herdemî tê de ceng û þer e
Gazî gelê xwe dike û dibêje ezê vê nameyê ji bo te terzû û serast bikim û bi rengê kurdayetêyê ji bo çareseriya mafê te biþînim.
Ezê nameyê bo te Kurdê delal
Bihûnim bihêvîs û polê xumal
Bi danîn û levdanekî berketî
Ji bo maf û daxwazê vî miletî
Ew bi hebûna tekoþîneke mayînde û nû di navbera xerabî û baþiyê de
bawer dike, û bawer nake ku lihevhatineke di navbera wan de çê
bibe,çimkî ev girtinheveke Xudayiye ji dema Qabîl û Habîl de ye.
Dibendî li vî warî bû jîwerek
Nema êdî levbêne herdû berek
Xuya
ye hevalbendên hevdemê bi êkre bibûn palbend di damezirandina
dibistaneke taybet ji hemû helbestvanên dema ronakbîriyê bi taybetî
helbestvanên Rojavayê Kurdistanê yên helbesta þoreþgerî li dijî kiryarên
desthilatên welatê me yê dagir û dabeþkirî dinivîsandin.
Êþ her ew
êþ e her ku diçe rewþ nexweþtir dibe lê li beramberî wê edebiyata kurdî
geþ û gurtir dibe, dema em helbestên wan helbestvanan dixwînin
baweriyek dide me ku ziman, wêje û hunera gelê Kurd li gor edebiyata
cîhanî zindî û di asteke bilind de ye.
Helbet gelek helbestvan,
ristevan, hunermend û stranbêjên gewre di dîroka edebiyata kurdî de
hene, navên wan bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin û di demeke kurt de
pirtûkxaneya kurdî ji hemû cureyên helbestan dewlemend û zengîn kirine.
Dêrka Hemko