Mirinek heye mirov di hundirê xwe de amade dike, eger bi
êrîşkirina xwe li dijî din an bergiriya xwe ji xwe re li hemberî êrîşên
din yên bi ricîma xwe yê taybet ve çekdarbûyî ye, û ji vir em dikarin
tundiya xwînî têbighin ku ew girtinheviyek e malgirtî ye, di nav xwe de
baweriya takes bi pakiya bîrdoziya xwe û mafê wî bi kuştina rikber yê li
aliyê din ve ye, û raman pêdiviya xwe bi dabançe û bombe heye ta
bimînin, û kêm nîşan ji vê yekê tiştê ku me di dîrokê de dîtibû ji
cengên pîroz û komên yên şerê hevdû dikin û bîrdoziyan diafirînin wek
bihaneyan di kuştin û dizî û talankirinê, em vê rewşa heyî têdighin, ku
ew nemana hatinên heyînê bi bihaneyên pûç bi şîrovekirina maf û nirxê
sincî ve girêdayî ne, cengên ji bo parastina nirxên xwedê an welêt, û li
paş wêna destê gemşoyan dirêj dibin, yên mîtingerî û ferehbûnê kirin û
şanişîn û şahînşahiyan ava kirin beranberî wêrankirina şanişîn û
aboriyên din yên hebûn.
--------------------------
1- Karil
Marks: ji malbatek e ciho qata navîn jidayîk dibe, li bajarê Tirîl li
Rayinland a Birûsî, û ew a duyem e ji malbatek e ku ji 8 zarokan pêktê,
Hayinrîş Marks (1777-1838) ew parizgehek bû, ji malbatek e ji cihoyên
Işkinaz bû, lê Marks ne oldar bû, tenê di rihê xwe de ciho bû, dapîrê wî
oldarek î Holendî bû.
-Wêje
li vir radiweste ji bo piştgiriya aliyê xirbûyî li hember yê li dijî
xwe, û baroda bandorkirina rewanbêjî di vir de beşek e naye parçekirin
ji şerê şîrovekirina maf û piştgiriya bawerî a bi ezberkirina pakiya
rehî û bîrdozî ve têkilbûyî ye, û ev yeka bi bermayê komê ve girêdayî
ye.
- Xemgînî û mirin şêwaza jiyanê di dema cengên hundirê de
binav dikin, û di cîgeha ne ewle de ti kes nikare jiyana xwe ewle bike,
di çarçova rewşa amadebaşiya deronî de, em dibînin komên xelkê tevlîhev
in, timî di rewşa amadebûnê ne ji buyerek e dibe ku çêbe, dema sivîl
dibin leşger (Rojavayê Kurdistanê û gefên Turkiyê) û hewayên civakê tên e
guhertin, êdî bi aramiyê rehet nabin ,ji ber ku dibe aramî li paş wê
bahozek hebe, û merasîmên mirinê bûn e tiştekî asayî, merasîmên li ser
vedenga stranên şoreşgerî yên xemgîn, mirin bûye ahengek û dîmenên
mirinê bûn e rêyek e ji rikberiyê û beşdarbûna di ceng û girtinheviyê,
ev bûye hewak e bi cengê têkildar e û hevgirtin di riwê berekerê maf û
yê hêrîşbirê li ser erdê, şêweyên bergiriyê rewayî berz dibin,û gel li
vir biryar didin ji bo bimînin û li nasnameya xwe xwedî derkevin, ta
cîgirbûyî li hember pişaftin û nemanê bimînin, û mirin ew baca jiyana bi
rûmet e,û berzkirina vê yekê girîng e,û dihêle mirov di hundirê xwe de
bi vê bawer be, bi rêya wê pêdanê, û dema xweşî pêkwere, û aramî cîgir
bibe, divê mirov hemî rikberî û zehmetiyên yên rastî ew rêya tev kelem û
barên giran derbas bike, ji ber azadî pêdiviya xwe bi perwerde û
şênkirinek e ramanî û giyanî heye, ta takes ji xwe re misoger bike ew
rewana a kar û rabûnê desteber dike, ji ber nirxên şirûştî ne tenê
gotinên tewrî ne li deryayên rewanbêjiyê de avjeniyê dikin, lê ew
çawaniyek e jiyanî ye ji bo bi serxistina wê û berzkirina wê di jiyana
rojan e de, mîna rewşek ê ye, gumanî û nediyarkirinê napejirîne.
Û
romana niştîmanî komên nirxên zanînî kurtas dike ta bibe mertalek e ase
di riwê jevketin û tirsê yên ku ricîmên serkotker li hember cemaweran
didomînin, ta ku wê ji rikberî û baweriyê rût bikin, û ev yeka di riwê
dayik û bavan de disekine, dema zarokên xwe, kezebên xwe dibînin, ref
du ref berve mirinê dikevin pêşbirkê, ji bo xelata şehîdbûnê wergrin ji
bona welatê xewin (Kurdistan), û herwiha ji bo pirsgirêka demukrasiyê
wek hevyekek e babetî bi serkeve, û ev yeka dikeve dewsa koletî û
milhurîkirina civakî.
Û hewila cemawerên hêrsdar ji bona
azadîbûna qatî û wekheviyê ye, beranberî bijardeyekê destê xwe datîne
li ser pere û desthilatê beranberê li rex bijardeyên yên birçîbûn,
xizanî û nezanî wana dorpêç dikin, li kêlek binçavkirin ,mirin û girtina
dev.
Û derçûna endamên laş bi encamê şer dibû buhayek e giran
beranberî ewlekirina nirxê gorîdanê û derxistina wê wekî nirxek e
rêzimanî, û veguhêztina wê li rewşa jiyanî de.
- Çîroka girêdana
zanyar bi heyîna xwe ya niştîmanî ve roman û destanên kevin ji dîrokê ve
wêna diyar kirin, û ewa gotûbêjek e endamî ye di felsefeyan de ye, ji
ber vê yekê rehnîkirina li ser dibe pêkhata karê afrênerî û ji yê
wergirtî re ajotinekê dide ji bo şiyarbûna giyanî a bi kêşeyên erd ve
girêdayî ye û bergiriya li ser cudabûn û taybetmendiya civakên pir reh,
alî û nasname.
Şerê yê ku piştgiriya demukrasî û wekheviyê dike ,
cengek î mafdar û girîng e, û çênabe bi tenê ji derveyî pêtbûyîna
wêjeyî, hunerî û awazî be, û mirin di sebaret evîndar e de dûrketina xwe
ji welêt û yar e, û ewa yek ji rengên mirinê yê pirtirîn neman e ji
rewanê takes re, ji ber ku nikare di penaberiyê de welatek î çêbike,
tevî ku heyîn yek e û ceng yek e, lê ji erdnîgariyê re taybetiyek e
rewanî heye li cem takesê afrêner bi rengek î taybet, û penaberî ewa
hilkirina mirov e ji kokê xwe ve, hilkirina tovekê jiyanbû di erdek e
nangîr de, û veguhêztina wê li cihek î din ji derveyî welêt û hewayê xwe
ve, û dibe ku mezin bibe û dibe ku mezin jî nebe, û dibe ku tama wê
cuda be eger şîn bibe, û ev jî rave dike hebûna hinek çandiniyan li
deverekê û nebûna wan li deverek e din, û ev yeka li ser hestiyaran jî
pêktê, û ne merc e ku wê ji derveyî cîgehên xwe de berheman çêkin tevî
ku ew dever Ewrûpa be wekî mînak, ji ber ew cihek e ewle û piştgir e ji
afirinadina zanyarê rojhilatnavînî, yê wê nikaribe jêre rehetiya rewanî
pêkbîne, û herwiha rehetiya civakî, ji ber ku takes li vir di cihek î
biyan de dijî ne di cihê xwe de, û wisa em dibînin ku şerê hundirî
tirsek e xuristî bi xwe re tîne, ji ber koçberî dibe bijara gelekan li
rex mirinê di sengerên şer de, ji destçûna bêhtirî 11 hezar şehîd di
şerên lawên rojavayê Kurdistanê li hember rêxistina dewleta Islamî de
yê ku Turkiya û Qeter piştgiriya wê dikirin, û ev hijamr lêdan e, ji
bilî koçberiya berve bakûrê dewlemend (Ewrûpa) û herwiha dewletên
cîran bi taybet herêma Kurdistanê , jimarnameya vê cenga hundirî ji 8
sala giran û bi êş e ji derveyî wêraniya dilêma jêrîn ji ber lêdana
bajaran,dawiya wê dagirkirina Efrîn 1 û gundewarên wêna , û Girê sipî 2
û Serê kaniyê3 ji aliyê dagirkeriya Tirkî û çeteyên bi serve , yên navê
xwe kiribûn dijberê Sûrî bi pergalê xwe yê Ixwanî , û encamên wê
wêraniyê li ser deroniyê û jiyana xuristî de di civakê de, cîgehek e ne
aram durist kiribû, cîgehek e tije laş û bihna xwînê ye, mayîn û
malên wêranbûyî, avahiyên yên dibûn navendên nîşançiyan û dîwarên
jihevketî yên dibûn e tunêlên derbasbûna çekdaran ji kenarek li kenarek î
.
---------------------------------
1- Efrîn: bajarek î kurdî ye li rojavayê kurdistanê ye, li bakûrê rojavayê Sûrî dikeve, û beşek e ji parizgeha Helebê ye.
2- Girê Sipî: bajarek î kurdî ye nêzik Kobanî ye, li rojavayê kurdsitanê bakûrê sûrî ye.
3- Serê Kaniyê , bajarek î kurdî ye, beşek e ji herêma cizîrê ye li rojavayê Kurdistanê bakûrê Sûrî.
Cîgehek
e tev nexweşî ye, û ev yeka vedigere li rewşa têkçûna dûbarebûyî di nav
kêlîk û kêlîkekê de, û amadebaşiya deronî a timî ji bazdanê li ber
dergehan e, ji ber gefdana bi operesiyonek e Tirkî nêzik, pêşerojek e
nepenî ye, û aloziyek e mirovî ye diyar e li pêş çav û kamîreyên cîhanê.
Baca
berferehbûn û zeftkirina li ser hatinan bi sedema kontirolkirina
navendî li ser erdê,ew koçberkirina hezaran û bicihkirina kesên din, û
guhertina xelkên cîgehî bi kesên nûhatî, helbet sûda vê yekê vedigere li
ser aliya yên ku aloziyên xwe yên hundirî derdixînin, û ev ceng ji
aliyê dewletên kêlek Sûrî û bi rêya xelkên wêna yên cîgehî têne
rêvebirkirin, yên hatibûne xapandin, li kêlek hatina biyanan ji her
derê, wekî ku di dema cenga Ispanî a navxweyî de çêbû sala 1936-1939 ,
Hiltler 1 di wê çaxê de ji Ispaniyayê kiribû meydanekî ji bo bikaranîna
çekên xwe wek ku li Sûrî diqewime, ji ber ku bazara çekan ranewestiya , û
jêderên hatina wan nesekinî, eger ji aliyê Rûsiya be an Îran an
Elmaniya an Emerêka, an wek ku li Yonanê qewimî 1944-1949 , dema ku
Elmanya û Ingêltra xelkê Yonanî bikaranîn û cenga navxweyî hezarên
qurbaniyan çinandin,ji ber ku raman û bîrdozî bandor û girîngiya xwe
winda dikin, eger rewşên tarî newin û qebsûna wê venekin, ta pê xelkê bi
rêya wêna giyanên xwe vêxînin û moralên xwe şiyar bikin, û axaftin li
ser bîrdoziya zanyarî bi wate ye dema xelkên zêde ziyan ji cengê dîtin e
wê armanc bikin, û li vir dibe ku huner xwe bi afirandina ramanî ve
zelal bike, û balindeyên ramanê ji derveyî refên xwe difirin, ta
şiyarbûna ronavêj bigre, û yê wek xwe çêbike,ta bi rêya wê hurgiliyên
xema mirovî bi rêk û pêk bike, û metirsiyan ji holê rake, û ziman ramanê
bi hêsanî hildgre,û rêbaza deronî li vir gerentî dide têgihiştina
xuristiya takesî û meyla wê ji hestiyarî û tenahiyê, dema çi rodanê têde
xelk dimrin, rengê mirov têde winda dibe, rûtalî henas dadigre, û
nivîsa deronî gavên yekemîn davêje ji bo nasîna hundir û xem û nepenî di
nav xwe de dihêle, li ser çawaniya dan û standinê bi bûyerê re dema
diqewime, û pêdiviye baweriyek e felsefî hebe li hember pirojeya Islama
siyasî bi layanên wê yên ragehî, û ev bîrdoziya ji ramanê rêxistinek e
kurdistanî ye, pispor e bi girtinheviya heyînî ji bo kurdistanê û navê
wê netewa demukratîk e , yê Ocelan 2 danîbû,
---------------------------
1- Edolf Hitler: 20Nîsan 1889- 30Nîsan 1945, fermandarê Elmaniya ya nazî ye.
2-Ebdûlah Ocelan bi navê Apo tê naskirin, 4 Nîsanê Orfe- 1948, dameznerê Partiya Karkerên Kurdistan e sala 1978.
û
li gor tewriya Markîzmê diyar bû, û tiştê ku olperest dihêle xwe
biteqîne û serên dijminê xwe bibire û destê xwe deyne li ser jinên wana
ewa bandora wijdan û nihadiya hêrs û zayendê, û herdû tişt wî dihêlin
ku mîna gayekî be li pey cilê sor bikeve , ji ber paşxistina hiş û
temirandina wêna wateya wê meş bê çav û peyketina bi dû zorkariyê bê
berketin bi ziyanê kuştinê û ev tişt şîrove dike pêdiviya sazkerên
mirinê bi kesên bêhiş ji bo bibin êzing ji berjewendî û sûdên wanî dûr.
-
Mirina ji cengê encam dide,ew bêhtir giran û bi ziyan e li ser deroniya
civakî de, hundir talan dike, û giyanan binpê dike, û li ser sehneyên
bêdengî û nalînê datîne, û wê bi cefayên demborîn û rûdanên kevin ve
dadigre, êşên ku bi zehmet têne derbaskirin, sihên xwe bi giranî datîne,
û mil pê jan dide, û kûrahî dibe şikeftek e koçbûyî, ji bilî bi sîberên
miriyan û bangên wanî diyarbûyî di hizr de yên di hundir de cîgir bû
ne,ji ber ku ol mîna sihwanek e giştî û lihevhatî ye, yê ku li dor wê de
xelk bi awayekî aştiyan e û bê sertî dizîvirin, û rewrewk û efsan di
hişên xelkê de cîgir dibin, yên ku demê wan nebû bi sedema rewşên wana
ku bixwînin û lêkolînê bikin, û henasê xwe amade bikin ji zanînê , û
tiştekî xuristî ye ku ol bala wan bikşîne bi awayekî xwezayî , bê ku baş
pirtûkê wê bixwînin, lê nêzî xwedê dibin bi awayekî hêsan û bê rêbaz, û
ne meyldarê sertbûnê ne, û kêşeya wan bi kesên din re nîne, û dikarin
bi lez fêr bibin, ji ber ku ew bi awayek î bîrdozî siyasî nêzî baweriyên
xwe yên xuristî nabin, bervajî kesên hanî li cîgehên sert de dijîn, û
yên ol di wan de bi rengekî sert mezin bû, nikarîbûn bi kesên din re bi
awayekî aram jiyan bikin , û ev nîşan dide çawa ku Daiş bi hêsanî
dikarîbû xwe bi cih bike di hinek deverên ku têde pêkhatiya ereb dijîn,
ji ber ku hembêzkirinek e gelerî ji wana re di wir de hebû,û bingehek e
dijminatî wan dihêle ku karibin sertiyê vexwin û ramana Qaîde yê çekdarî
wergirin, û di wir de cudahiyek heye di navbera oldariya kurdistanî û
oldariya erebî, ji ber ku a yekê ne hatiye îdiyolojîkirin û a din sert e
îdiyolojîk e ketibûye di kiryar de, û nîşan dide cudabûna cîgehê, ta ev
olbûna bê belavkirin li ser bijardeyekê şerê tundirewiyê dike û a din
wê berhemdan û hembêzkirin dike, lê tundirewiya olî bê layan e û
hembêzkirinek e rastîn jêre nîne, ji ber ku pişta xwe li ser belavkirin
kuştin û pîrozkirina wê datîne, û zorkirina xelkê ji bo dîmena jêkirina
serî û qutkirina endaman, û xaçkirinê tameşe bikin, ta tirs û bizdan
belav bibe ligel xwîn û fêrkirina xelkê ji tirsê re bi awayek î
rasterast û tal, ji ber ku ew destikek e baştirîn e ji bo celewkirina
xelkê û zorkirina wan li ser stûxwariyê heta demekê , ji ber ku teror
bandora xwe ji vaca Islama Siyasî a dîrokî distîne, û ev ji serdemên
cuda derketin, û siyasetvanên desthilatdar bi hevgirtina xwe bi mêrên
aboriyê vê yekê pêkanîn mîna rêyek e ji rûdankirina aloziyan re û
bikaranîn deqên olî ji bo armancên xwe, ta ku hişmendiya takesî têxin e
di girtîgehê de, û lê bêdengiyê deynin bi zor û fişarê, ta bibe ew takes
beşekî beşdar di pêvajoya terorê, û herwisa ev girtinhevî tê afirandin,
ji bo mezinan sûdê jê bigrin, yên xwestin ku rojhilata navîn bibe
meydana zoreng û pêşbirkê di navbera Ros,Emrîkî,Tirk û Îranî de,û wisa
cîhana sivîl tiştekî negirtibû ji cengên berê ,yên têde milyonên mirov
jiyana xwe ji destabûn,û gelek avahiyên welatan têkçûbûn, û milyonên din
jî mişext bûn, û şerên dewsa hinekan xerabtirîn şer in di derbarê
mirovî de, û herwisa xuristiya zorengê û alavên wêna tê guhertin jî dema
civak fêrî asta pêdiviyê xwe bibe bi berzbûnê bi qayimî li ser
sehneya buyeran.
Çêkirina rewşek e baştir pêvajoyek e bi aloz û
zehmet e, û pêdiviya xwe bi yekgirtin û beşdarkirina çarenûsî heye di
berzbûna bi hêz beranberî êrîşa dirindî yê rasterast tê, bi diyarkirin
hevgirtina du hêzan yek kevin e di zikê dîrokê de ye û armanca wê
dûbarekirina dîroka xwedîtî li dema niha de û bi rêya tewankirinê, û a
din bi nirxên jiyana aştiyan e û evîna jiyanê ve girêdayî ye, û hilma
rizgarkirinê ji koletiyê tê xuyanîkirin bi nirxên vebûna civakî li ser
hevdû de di çaxê cenga hundirî yê bi hevgirêdana takesan li dor
çarenûsên xwe ve û parastina wêna berz dibe, û yekem nîşanên berzbûnê li
pêş diyar dibe bi rêya derketinê li ser ricîma dewleta serkotker, û ev
derketina bi dîmena serhildêr ve xuya dibe , lê ne bi rengekî hêsan û bê
ser û ber e , lê bi rêyek e rêxistinbûyî û dikare ku tevgerê bixe di
rewşek e bala û zana de, û redkirina tewriya fermandarê tekekesî an
desthilatdariya gelemperatî a bê dunde , yê ji bilî awante û wêranî
tiştekî bi dû xwe nayne, û wisa serpêhatiyên mirovî radibin di siha
girtinheviyê ta ku komên yên bi guhertinê bawermend in bibin bîngeha
çaksaziyê, û ev yeka bê piştrastkirin bi rêya jêbirina tirsê ji dilê
civakê ve û çandina baweriyê di henasê takes de diyar dibe, û dîtina wî
wek bineyek e rast tê li ser piştpêbestkirin di guhertin û avakirinê de.
Û
bê guman ku serhildan di nav xwe de qonaxên binkeftin û destkeftiyan
hembêz dike, û hemî ji bona civakê ne, eger çiqas bihaneyek e giran bide
ji bo fêrî girtinheviyê bi hêzên sertbûn û paşveçûnê re bibe, û divê
têgeha şoreşgerîbûnê bê nûkirin, ji bo nebe destikekê ji desthilatiyek e
metirsîdar, ji ber ku piraniyên sosialîstan yên benîşê têgeha şoreşê
cûtibûn , li ser pariyê nanê gelan hilkişiyan û xewinên wê bi azadî û
demukrasîbûnê dizîn, bi encamê jî xwediyên şoreşê encomana rêvebirina
şoreşê (Seddam Husên 1) berhem dan, û piştî lêdanên leşgerî hatin
desthilatê (Hafiz El Esed 2) û zanyaran işkence kirin, û cemaweran
kiribûn e di tenahiyek e dijwar de (Qezafî 3).
----------------------
1- Seddam Husên: 28Nîsanê1937- 30 berçel e2006 serokê çarem ya komara Îraqê.
2-Hafiz Elesed: 06.10.1930 – 10-06.2000 serokê berê ya Komara Erebî Sûrî .
3-
Moemer Muhemed Ebdilselam Elqezafî: 07.06.1942 – 20.10.2011, bi navê
Egît Elqezafî tê naskirin, fermandarê Lîbiya bû bêhtirî 42 sal.
paleya
sosialîzma şoreşgerî di rojhilata navîn de pepok e, ji ber vê yekê em
dibînin ku rojavayê kurdistanê bi gelek sancan ve derbas dibe, jê ew
metirsiya ji gefdana derveyî , û herwiha parçebûna hundirî a kurdistanî,
di navberê ew şepêla sosialîzm , û şepêla yê ketî bin biryarên
istixbaratên Tirkî ,û em ti rehnî di asoyê de nabînin, û dibe ku fişara
navdewletî a Ewrûpî Emrîkî serpêhatiya Rojavayê Kurdistanê cîgir bike
eger li ser vê yekê li hev bikin , wek ku li başûr çêkirin, lê ev yeka
jî wê bi zehmetiyên herêmî derbas dibe,tevî gewrtirîn şoreş berz dibe bi
wêrankirina wêndeya xwedayê xwînî di rêxistina Dewleta Islamî de û
herwiha bi rêya rûbirûbûna herdû cîgehên Islama siyasî bi herdû baskên
wêna Sinî û Şîeî yên tên e naskirin di dewleta Îran û Turkiya,û ev yeka
nakeve tenê li ser milê kurdan de, tevî ku ewan sirê rima hevbendiya
navnetewî 1 ne di Rojhilata navîn de, lê gelên deverê ew jî di dîrokê de
derdê Osmanî 2 û Sefewiyan 3 kişandin e, û darê zorê ji wan xwarin e, û
niha jî neynûkên xwe di her cihî de berdidin, di hemî xewinên civakê û
xwestekê wêna bi dîtina pergalek î baş ji jiyana xwe re, wê ji
sitemkariya netewî rizgar bike, û meş bê rawestandin destpê dike ji bo
pêkanîna vê armancê.
Guhertina cîhanê û bûyîna wê mîna gundek î
biçûk bi saya zîrekbûna zanyar bû a teknîkî, û ev hîşt ku her tişt bê
dîtin bi rêya kamîreyê û ajansên ragihandinê a cur bi cur, û bê guman ev
yeka tê kirin bi çêbûna şoreşên hişmendî û pêngavên cuda, ji ber ku ti
rê ji pergalên gelemperatî nîne ji bilî ku wê bişkên li pêş vebûna
cîhanê bi ser hevdû ve.
Zanyar cîhangêrî ne di giyan û dîtinê xwe
ji jiyanê re, û rêxistinê wan serdemek e nû di guhertina neqşe û
têgehan diafirîne, lê ewan li ser rêya rast in di wêrankirina peykera
partîtî a gelemperatî û rawestandina harbûna sermedariya bê sînor, tevî
ku cîhan gundek î biçûk e, lê tim hinek hene ji derveyî refê wê fîxan
didin, û bi sêwirê xwe yên dîrokî ve diçin ji bo dîtina şahînşahiyên olî
û a din netewî,bê ku guhên xwe bidin bi rewşa a ku meyladarî ewlehiyê û
jiyana baş dibe, û wisa hestên nijadperest li ragihandinê dihêvojin û
gotarbêja nefretê vejîn dikin, lê oldarên fetwan zêde mêjiyên zaroyan
û bijardeyên xizan û bêkar dişuştin, û wan li ser şerên har û xwînî
dehf dan,
-----------------------
1- Hevbendiya navdewletî :
çêkirinek e navnetewî Ewrûpî ye bi rêvebirina Eyaletên yekgirtî a
Emrîkî ji bo şerê rêxistina Dewleta Islamî.
2- Dewleta Osmanî:
dewletek e Islamî ye, Osman kurê Ertixil damezrandibû, û nêzî 600 salî
berdewam kiribû, ji 27.07.1299 heta 29.10.1923 .
3- Dewleta Sefewî:
Dewletek e Islamî ye Şîeî ye li Îranê hatibû damezrandin, û xwe li
rojhilat û rojava de fereh kiribû bi aliyê Xuresan,Efxanistan,
Ezrebîcan,Îraq , Diyar bekir, û welatên Kerc di bakûr de, fermandarî li
Îranî kiribû di navbera 1501 heta 1763 de.
li
rex belavbûna firotina çekan ji aliyê dewletên mezin mîna Rosiya,
Emerêka, û Elmanya, bê ku gerestêrka ku têde milyonên mirovan dijîn ji
wana re xem be, ev ji encamên bê pirsyariya sincî ye li cem wan dewletan
de bi bazarkirina wêraniyê û sûdwergirtinê ji aloziyên gelan ji bo
çavkariya xwe yê qezencî têr bikin.
Û koletî ne narvîn e , lê ewa
rikberiyek e di riwê mirovê zanyar de disekine, yê afirêner û bi hebûnê
ve girêdayî, bi serhişkiya xwe yê ramanî û derbaskirina xwe ji bendan
re, û hebûna xwe meyze dike bi awayekî cuda, û bi bandor di çarçovê warê
civakî de,yê lê vedigere ew bawerî bi zanîn û evînê û bilindkirina
henasê, ev yeka wê dihêle ku dûrî windabûn û koçberiyê be.
Û
serkeftin li ser rewrewk û koletiyê dibe mîna qonaxa rehetbûnek e tam,
dikare bi rêya wê ew jîndarê bi bandor rehet tevbigere, û li hember
demên zehmet de be ,wî dihêle ku pêşkeve û derbas bike, bê ku dûrî
sincên girêdayî bi zanînê be,ji ber ku nirx bostek e kûr û fereh dibe di
hundirê henasê mirovî de, û wê dihêle ku karibe erkên xwe bi serî
bike, ji bo ronakbîrî û geşepêdana kûr ji yên din re ên hewil didan ku
ji dîlbûna ezeziyê rizgar bibin,û bê guman ku ricîma siyasî a sitemkar
ew durengî,pepûkî û nehezê kiribû rengên yên civakê reşepêş dikir, ew
civaka yê ku ji jiyana baş û xweşiya armancbûyî hez dike,û bi vî awayî
serkeftina rastîn di nav bedewbûnan e, ta bibe beşek î ji kiyanê takesê
çalak û şopedar, û wisa aso hêdî hêdî li ser pêvajoya afirandin û
têgihiştina jiyanê vedibin, ji ber ku nediyarbûna şaristaniyê û pêşbirka
zanyarî bi sedema peyketina qezencî û helweşîna nirxî bû,yê ku banga
hişmendiya mirovî hîşt ku biçe ava beranberî berjewendiya dirindiya
sermedarî ya hişk, yê ku nîşanên jiyana civakî sersima kir û hîşt ku li
hember gefê jihevketin û parçekirinê bin, û bibin êzingên çetîtî ji
dewletên herêmî re.
Û sehneya mirovî a Kurdistanî bi awanteya
ciyawazîbûyî ve dagirtî ye, tevî hebûna şepêla avabûn û gorîdanê, yê
hewil dide bi civakê ve biçe ji bo pêkanîna mêzekirinên wê ji bo jiyana
baştirîn, tevî narînbenda binkeftiyan yên bi axaftinê serkeftî ne, û bi
sloganan moralan bilind kirin e, ji ber vê em dibînin ku şoreş di cîhanê
me de çêçikkerê sitemkar û gendelan e.
bijara nebûniyan e ku
mîna darên bêber bimrin, û bibin e kelem di riwê guhertin û ramanên nû
ên li dijî ramanên wanî kevin û bijareyên wanî kevinşopî derdikevin.
Nexşe
li navçeyê dûber tên e nîgarkirin, û gereg e lêbûna demugrafî wisa bê
guhertin, û jiyan têkçûyî be, û civak neçar e ku bergiriyê bike û xwe jî
rêxistin bike, li hember pêlên guhertina demugrafî, û heyîna
dijminatiyek e herêmî diyr ji gelê Kurdistanê re, û ev li ser
yekgirtinê datîne, ne bi heyîna serwerên rewanî bernameyên xwe yên
bîrdozî datînin li ser hesabê ewlehiya kurdistanê a stratîcîk, lêbelê
şerê li hember rêxistina tundirew, bijareya rûbirûbûna meydanî pêş dabû
dewsa mijolbûna bi rêk û pêkbûna mala hundirî, li ber derbasbûna komên
tundirew li hundir bajêr, yên şûrên xwe toj kirin ji bo jêkirina seriyan
bê dilovanî, li her qurzîk, tax û gundekê, çi rastî wan dihatin wêran
dikirin, û di wan rewşan de , xelk bi heman qat û temenên xwe amade
dibin ji bo rûbirûbûna wê cenga har, û bi hezaran xwe ji bo vê êrîşa
bêbext amadekirin,û hin din li ser axa xwe de mabûn bê ku ji welêt
derkevin, û hinek jî çek hilgirtin û tevlî hêzên şerker bûn û ev yeka
dibû ji wan re erkek e pîroz, û pêgirtin bi nihada hebûn û bixudankirinê
li ser xelkê misoger dike ku beşdarî şerê bergiriyê bibin, û di wê
rewşê de tiştekî di asoyê de xuya nabe ji bilî tiştê girêdayî bi
parastina jiyanê û gerentiya heyîn û bixudankirinê.
Herdû alî
hevdû dibînin, û di hundirê xwe de bîrdoziyekê radikin, yek jê dîrokî û
hewşvedatî ye , di ol de û dûbarekirina vejînkirina wê bi awayek î
siyasî wekî erkek e misoger ji xwe re dibîne û pêdiviye ku şerê her
kesekî dijberiya wê dike dike bike, û a din şer dike ji bo erd, û hebûna
a di bin gefa tunekirin û nemanê de ye ji dîrokê ve, û ev tişt bi
hebûna kurdan wek pêkhatiyek e kevin di rojhilata navîn de girêdayî ye.
Û
saxkirina leşgeriya Islamî ango berzkirina Islama cîhadî ye, ji ber ku
ew destikek e baştir e ji bo tevlîhevkirina kaxezan û zeftkirina hatinên
avî û niftî , ji ber ku Osmaniya Erdoxanî hatibû cîgirkirin piştî
diyarkirina rêxistina Dewleta Islamî 1 û bi lez fereh û belav bû, û
herwiha dijberiya Sûrî bû pariyek rehet ji Islama Erdoxanî re yê li ser
hatibû danîn, û herwiha Îran sûdê ji vê yekê girt û pêkhatiya Sinî
reşkir û wê bi awayekî ragehî armanc kir û bi rengek î zindî bi rêya
Daişê yê Şîe an hîmanên ricîma Sûrî armanc nekir lê bêhtir berî xwe dabû
Erebên Sinî û Kurdan tenê, û berî vê rêxistina dabûn deverên Kurdî li
başûrê Kurdistanê (Îraq) û rojavayê Kurdistanê (Sûrî) û herwiha
armanckirina Kurdên Êzîdî 2 .
-------------------
1-
Rêxistina Dewleta Islamî an Dewleta Islamî li Îraq û Şamê, tê naskirin
bi Daiş , ew rêxistinek î çekdar e bi ramana komên selefî û cîhadî ve
girêdayî ye, û endamên wêna li gor baweriya xwe dûbarekirina xîlafeta
Islamî û pêkanîna şerîetê armanc dikin.
2- Êzîdî an Êzdiyatî: ew komek e rehî olî Kurdî ye, bi kokê xwe ve arî ye û zarava Kurmancî diaxive, li Kurdistanê dijî.
Û
wisa Daiş diyar bû wek alavek e bingehîn ji bo nîgarkirina nîşanên ji
rojhilata navîn re bi rabûnek e Kurdistanî bi seyr, wekî berhelistek e
bîngehîn û hevalbendek î xurt ji hevbendiya navdewletî re di
operesiyonên xwe de li hember Daiş, piştî şerê rizgarkirina Kobanî bi
taybetî.
Van neqşeyan bi xwînê tên e nîgarkirin , bê ku ji
lîstikvanên mezin re wêraniya bajaran û ji dest çûna bijareya xort xem
be, û wisa bidawîkirina şerê daiş beranberî zêdetirî 11 hezar şehîd e, û
buhayê Efrînê Xoteya 1 şamê ye, û Serê Kaniyê û Girê Sipî beranberî
Idlibê ye, û wisa navçeyên desthilatiyê têne parvekirin , û pêdivî ye li
ser lîstikvanên biçûk ku wê sînaroyê bê gengeş e pêkbînin.
Û
dewletên mezin lîstoka xwe dilîzin bi rêya hêzên cîgehî yên şer dewsa
wana dikin, armanc jê destkeftî û berbijariyan di dewletek e çêkirî ye
mîna Sûrî, yê bû meydanek ê ji dawîkirina jimaryariyan, ew pêşbirka
navdewletî tenê di dewletên westiyayî parçebûyî pêktên,û ev ferehiya
Tirkî – Îranî li ser pêşbirkek e rabûyî di navbera wana de aşkere dibe,
Rosiya û Emerêka vê girtinheviyê bi rêve dibe, û bi rêya wan diyardeya
niştecîbûn û revê ji dojeha qewimî mezin dibe.
Û aloziyên
desthilatdarî êdî diyar bûn e, û heriftina aborî mîna reştariyek e
tirsnak mîna encemek e aşkere diyar dibe (Yaseya Qeyser) , û yê dibe
destika bi dawîkirina bi cihanîna pîlanên navdewletî yê dibe dawiya rê
piştî parçekirina civakê û duristkirina navberên kûr di nav de, piştî
nimûneya dewleta saloxgêrî hûrhûrîkirin û herifandin çêbû, û li ser
civaka pelixî eger xwest bimîne ku li hember gendelî û sitmekariya
mafiyawî raweste, yê ku desthilatên yên - ji xirakirina dewletê û
helweşîna wê derketî-
kargêr bike.
Em qurbanên mirovî dibînin
zêde dibin û der bi derî berdewam dibe, û bêzariya aborî mîna
reştariyek e tirsnak diyar dibe, û peyketin bi dû zorengê dibe tiştek î
naye rawestandin, ji ber ku dewletên aborî nikare li pêş çavkarî û
xwestina xwe ji berferekirina desthilatiyên xwe bisekine, ji ber vê yekê
kî agir pêxe wê nikaribe vemrîne, di çaxê ew bixwaze, ji ber vê yekê bû
erk li ser dewletên yên awante û aloziyan xwedî dikin ku li ser rêya
xwe de biçin û bi rolên xwe bilîzin bê veger, û berketina kurdistanî bi
kêşeyê xwe ve ji demê buhirtî qayimtir bû, û netewan ranabin eger
rikberiyên yên ku li dijî hebûna wana tê derbas nekin, û ji bona ku
vejînbûn para wan be divê bi harbûn bergiriyê li ser pîroziyên xwe bikin
û cihek î bilind bigrin di goçeriya zorengê ji bo baştirînê .
----------------
1- Xoteya Şamê: ew xelkên ku ji xoteyê derketin û li Efrînê hatin bicîkirin, bi pîlanek e Tirkî – Rosî.
Ramandin
di navika zorenga deronî de yê ku di henasê mirovî de cih digre, me
dihêle ku em zorenga nakokiyên girêdayî bi rewş û huş û sewda ve meyze
bikin, ji bilî ramanên yên di hiş de tevdigerin, ev hemî nîgara rêya
takes û guhertinên wî diyar dikin, dema kelem li her derê dimîne, û
têgihiştina kiryar dikeve di çarçovê reweştên yên ku ji cîhehê ve
dertên, û dan û standina takes bi derdorê xwe re, bi paldana li ser
komek bandorkirinên civakî.
Şerê li hember terorê karek î zehmet
e, metirsî, bive, û ziyanê xwe li ser hatin, û reftara jorîn û jêrîn a
civakê heye, û dema em civaka Kurdistanî meyze dikin, ew wê dibînin
westiyayî ye bi kiryarê alavên qirkirina rewşenbîrî û gewdehî yê li ser
hatibû meşandin ji aliyê desthilatiyên netewî a serkotker, û li ser wê
erkek ji xwe mezintir heye û ewa rûbirûbûna rêxistina dewleta Islamî, û
çendîn kanîbûna wê rêxistinê li dan û standinê bi hişmendiyan re bi
gotarek e dîrokî Islamî dihêle cemawerên tijebûyî bi derziyên olbûna
kevinşopî ve , wê bangê bibersivînin,û di hundirê xwe de kîn û dînbûn
kom kirin e, wekî ku Armando Tornû 1 di pirtûka xwe de bi ser navê
sincîbûna zordariyê R19 got:
( Mirov ew lawirê tek e ji bilî mişk
û hinek kêzên civakî, lawê zayendê xwe bi rêk û pêk dikuje, û li gor
nerînên hinek Interbiyolciyan, mirov bû dilogerê hemî ajalan, ji ber ku
ew kujer e berî her tiştî .)
Em li vir aliyek din dibînin ji
danasînek e ne nû mirov pê tê naskirin û ewa ku bi bêhêvî û zikreşî ve
hatiye têr kirin, û dixwaze bibe li ser derdora civakî bi çi awayî
serwerek , ji ber vê desthilatdar ji zordarî û bîrdoziyê du destik
dibîne ji bo desteserkirinê û avakirina ricîmek e taybet ji xwe re, û tê
naskirin ku ne lêborînhez e dema bighe armanca xwe û şerê hemî dengên
ku ji nerîn û aliyên xwe ve cuda dike, ji ber ku li gor nerîna xwe ew
deng kirêt in, tiştê ku nîşan dide bi misogeriya hebûna deveriyên
zordariyê û herdemî ta dewletên yên çekan dişînin ji vê yekê sûdê
wergirin, û guhê xwe nirx û sinc, qezenca diravî pêşî, û ti wate ji
mirovahiyê re nîne ji derveyî wêjeyên yên ku zayar afirandin e bi
derbasbûna serdeman, û herku zanyarê ramanyar, an hunermend, an çêker
xwestibû ku pir di navbera çand û netewan ava bik, desthilatiyên
serkotker hatin û van pir hilweşandin, û rewanê şaristaniyê a di hebûnê
de heyî têkdibirin, û yekem şop ji afirandinê hatibû diyarkirin bi
endeziyariya hebûnê yê li pêş çavên me diyar e û sîstema a ku di
jîndaran de cîgirbûyî.
-------------------
Armando Tornû :
23 Avdarê- 20 Avdarê 1992 sozbiryarkerek î wênekêş e Îtalî ye û
şêwekarek î karîketêrist e û şêwekarê nîgarên bi liv û tevger , li Rornû
hatî ye jiyanê.
https://youtu.be/OQwHP0s6i8s