Ebdilmecît Þêxo
Tevî bêzariya te
Tevî êþa te
Tevî qêrînên dîwaran
Tevî girîyên kavilan
Tevî qêrînên derguþan
Tevî axînên darên kokbirî
Girî li bejna te netê
Efrîna min !
Stêrên çavên xwe
Ji rojên zemawendên bûk
û zavên xwe re veþêre !
Agirên Pêlên evîndarên te
Awirên neyaran di landikê de
Diþewtînin
Girî li bejna te netê
Efrîna min !
Îro Newroz e
Li gelê Kurd
Û Ferhan
Mihemed
Nezmî
Û Mihemed Fereh
pîroz e
Girî li bejna te netê
Efrîna min !
Cindirêsa min !
Helebce xûþka te ye
Silêman Adî birayê te ye
Kurdistan dayika te ye
Mesud Berzanî serokê te ye
Girî li bejna te netê
Efrîna min!
Newroz nîþana serkeftina te ye
Newroz nîþana pêdariya te ye
Lîliyên dayikên pakrewanên te
Xemlên te ne Cindirêsa min
Girî li bejna te netê
Dilbera min
Efrîna min !
Efrîn
21.03.2023