Konê Reþ Di serê vê heyva Nîsanê de/ 2023, pirtûkek min ya nû bi navê (
Cizîra Binxetê û Jiyana Rewþenbîrî), di çapxaneya Mîran de, bi çapeke taybet li Qamiþlo hatiye çap û belavkirin. Ev pirtûka min li ser zîlana du beþan digere, beþê sereke; erdnîgarî, dîrok û jiyana rewþenbîrîye li Cizîrê ye û beþê din; çend gotar û danasînên ku li dor parastina ziman û rewþenbîriya kurdî ne..
Min ev pirtûka xwe diyarî van lehengên pêþeng kiriye:
"Ez vê pirtûka xwe diyarî canê van lehengên pêþeng di warê ziman û rewþenbîriya Kurdî de dikim; Mîr Celadet Alî Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û tev hevalên wan.. Û herweha gurzek Nêrgizên Buharî ji wan kesên ku di vî warî de kar û xebatê dikin, pêþkêþî dikim".
Û di pêþgotina vê pirtûka xwe de wiha dibêjim:
"Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ku ew
zargotin di tûrikên xwe de parastiye, ji nav me bardikin.. Nifþê nû jî,
di bibin bandora xwendina zimanê Erebî û teknelojiya nû de dûrî ziman û
edebiyata Kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî), dibin.. Ev zargotina ku li
hezarê salan vedigere û bi saya wê, zimanê me, dîroka me, hebûn û
reseniya me têde kom bûye û kesayetiya mirovê Kurd pê tê naskirin.. Eger
ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata edebiyata xwe nekin, emê poþman
bibin û em þaþiyek mezin di derheqî kultura xwe a devikî û kesayetiya
xwe a Kurdî de dikin…"
Naveroka pirtûkê li ser zîlana van mijaran dizîvire:
-Herêma
Cizîrê (Binxetê) -Reseniya Kurdan di Cizîrê de -Di Sedsala Dawî Rewþa
Ziman û rojnamegeriya Kurdî -Zimanê Kovara HAWARê -Serhildana Wêjeyê Li
Rojava -Rewþa Ziman Piþtî 2011an -Cizîr Gencîneyeke ji Folklorê Kurdî re
-Wêjeya zarokan li Cizîrê -Bi Kurt Kurmancî, Kiye Rewþenbîr -Hizir û
Bîra Azad -Cejna Newrozê Li Rojava -Bandora Nexwendina Bi Zimanê Dê
-Bandora Sirgûnê di Wêjeya Kurdî de -Giringiya pêwendiyên Welat û
Sirgûnê -Giringiyên wergerê ji bo Kurdan -Rola dengbêjan û Jina Kurd di
parastina zimanê Kurdî de -Bandora Kurdên Bakur li Kurdên Rojava
-Bandora Serhildana Þêx Seîd -Hebûna mê di Zimanê me de ye û gelek
babetên din... Qamiþlo 30/3/2023