Rêber HebûnÛ dibe ku ji rewežta netewên desthilatdar ve be ewên xwe bi demborîneke xwînî ve biçek dikin ku pêžde biçin ji bo bindestkirina gelên yên ku ji serweriya wan re xwe ditewînin, ev yeka di hižmendiya sîstema Tirkî de û çanda wê ya rabûyî li ser nefret û hilkižandina gelên ne Tirk diyar dibe û pižaftina wan di pergalê xwe de,ev hizr dimîne kelemeke mezin li pêž guhertina demukratîk û çûna li pêž bi gavên pêždemayî ve.
Pirûjeya a dibêje bi pêdîvîbûna wežana giyana evînê li heyînê, û
serkeftina li hember efsanê bi rêya zanînê, û ew nefretbûn a ku
serkotkirina berdewam wežan dike diyarbûneke ji sawa nezaniyê re ye,
mirovê zanyar li heyînê dorpêç dike, ta amadekirina žerê rûbirûbûnê li
hember dijminê gefxwar ji nirx û jiyana gellekî resen re li ser erdê xwe
yê dîrokî dijî, di eynî demê de bi rahijtina jinê ji çek re li rex mêr
tê diyarkirin, li gel wê ceng ji bo guhertinê ye û pêkanîna dadmendiyê
bi wê xwesteka ji azadbûna erd ve tê pêkanîn, azadbûna erd naye pêkanîn
ji bilî azadbûna henas û rizgarbûna wê ji kêmanî û hilwežandinê,
xwestina wê ku rizgar bibe û ji talîzoka koçberiyê û hestbûna bi
bêzariyê ve derkeve, ceng ji bo yeksaniyê bin siha baweriya mirov bi xwe
pêktê ,kanîbûna wî bi pêkanîna serkeftinê bi rêya beždariyê bi
sazîkirina jiyana nû re.
Pir axaftin li ser hevgariya civakê bin siha
desthilata fažî ew tižtê ku romana rastîn baž dikare li ser raweste û
dikare bûyerê bike belgenameyeke wijdanî dikare bandoreke baž li ser
çêja wergirtî bike, taku tehliya jiyanê pesindan bike bin siha zor û
gendeliyê yên ketibûn e movikên jiyana civakî û siyasî li Kurdistanê bi
gižtî ve û li bakûr yê bi Tirkiyê ve girêdayî bi taybet ve.
Kêliya
hêrsa cemawerî zêde dibe bi zêdebûna hestê xwe bi zora sitemkarî û
zorkariyê ve yê ku di dermafê wê de bi demê re tê duristkirin, ji ber ku
hilkižandin û pižaftina berdewam hîžt ku tirs bibe nanê dewleta Tirk yê
ku dide civakên ne tirk bi navê ku ew civak divê bawer bibe ku ew Tirk
e, ji bilî vê rêyê mafê wê nîne ku li vê cîgehê bijî, ev sitemkariya bi
bîrdoziya nefret û bîzandina nijadperestî ve dorpêçkirî ye, di hizrên
nifžan de tê çandin, û dihêle ku bermaya zorkariyê ji serdemek ta
serdemekî ve bête veguhêztin, ev hižmendiya eger newe guhertin wê
gelekan dehf bide ji bo bibin êzing ji vê cenga bîrdozî re a ku aramanca
wê setimandina nîžanên hevjiyaneke hevbež , berhinde çêdibe kirîna
cemaweran bi rêya peran û dehfandina wan ta bibin kirêgirtî hevdû
bikujin, û yên naxwazin vê yekê pêkbînin wê di zîndanan de bêne çekirin,
pere tê wateyê pižaftin e di nav tirkan de,û tirs ango mirin an
berçavkirin e, ji ber vê van milhuriyan gelan hîžtibûn di rêyeke tarî
de biçin, li gel wê me êdî naskir hovîtiya van sîstemên totelîter yên
hêza wana cemawerên paždeçûyî derbas kir, ji ber vê yekê gel tenê nikare
van ricîman hilwežîne.
Tenê bi rêya destwerdana derveyî û
sûdwergirtina ji nakokiyên dewletên mezin ricîma milhûr li rojhilata
navîn tê roxandin( Îraq- Lîbiya) jibilî wê zorkarî naye dehfandin û
herwiha jî guhertin naye pêkanîn.
Û di vê derbarê de ez dikarim
bibêjim ku ti gerentî nîne ku duristbûna destwerdana derveyî û hingemeya
cemawerî wê karibe van sîsteman ji naverokê wan ve biguhêrîne, pêdiviya
vê yekê bi gelek žorežên dijwar hene ta çaxê em bikaribin li ser
raperîneke hižmendî ji bo hižmendiyê biguherîne biaxivin, ev yeka jî
zor e.
Dijminatiya gelan wêrankirina wê bi demê re zêde dike, ji
ber ku ricîmên navendî bernakevin ku qet û qut cemawer bi alavên
kevinžopî ve nayên tewandin, herwekî nezanîkirina milletan û
hižbirkirina wan bi rêya ol wê zêde bibe alîkar ta bibin alavên pêkanîna
pîlanên dewletê li derveyî sînoran, derxistina aloziyên herêmî ew ji
berhema babidestî û bêzariya van dewletan e ji bo ku aloziyên xwe
hembêz bikin, û mayîna Kurdistanê mîna mêtingehekê di navbera van
dewletan de wateya wê guhertina naveroka wana ta demeke ne berçav, ji
ber ku gellek heye naye pižaftin û bi hemî awayan tekožînê dike û zor û
sitemkariyê dikžîne û radest nabe, ew hertimî pêžve diçe wekî gelên
cîhana azad , û tižtê ku ragihandina milhur pala xwe didêkî ew kirina
jinê mîna destikêkê ji têkiliya zayendî ve û kelupelkirina wê bi awayekê
ku bihêle gilêza dilbijînkeran bête xwarê,ango bibe bi pileya lawir, li
rex vê yekê dîtina olî a siyasî ji jinê re li gor dûrbîna dewleta
netewislamî ku ew destikeke ji nermkêžkirina zayendî ye û zaroanîna
berdewam.
Ev hîžt çav bi dû aliyê surižtî ve biçin, ji ber ku
bandorek xwe heye li ser guhertina takekesan ve berve beloqbûn û
sertiyê, û ev yeka ekranên ragihandinê parastibûn ji bo mijûlkirina
cemaweran û bindestkirina wan ta demeke dirêj.