TAGORE stêreke li ezmanê cîhanê çirûsk dide, çiriskên wê ronahî û
germahiyê dide, û siruştê dixemlîne, muralê hejar û bindestan bilin
dike, berû jiyaneke bedew û xweş û şîrîn dibe.
Tagore ne tenê
helbestvankî romansî bû ku ew baweriyê bi hestên mirovahiyê dike,
herweha di nav şêwazê de hestên mirovî nas dike, li vir em derd û
xemgînî, êş û evîna di nivîsandinê wî de pir dibînin, lê belê Tagore li
ser kehniya riyalizmê weke ku aveke paqij û tezî têr jê divexwe û xwe
tevlî pêşketin û avadaniyê, huner û zanistiyê û guherînên civakî dike,
belê ew wêjevan û hozanvan, şanonivîs û wênebaz bû, ew fîlosofê
avakirina jiyanek wekhevî seranserê cîhanê bû mȋna BÎDBA û GANDHI.
Ne
tenê li Hindistanê evîn û xweşiya jiyanê dafirand yan dijî dagirkeran
radiwesta, lê li hemû qada cîhanê helbestên wî dibûn nameyên evîndaran û
siloganên bindestan.
Rexnegîrê cîhanî ê Firansî ROMAN ROLAND weha
dibêje: ``dema tu nêzîkî Tagore dibe ji te weye ku tu di Mêjgehekê de
ye, birêz û nermî daxive, û dema tu kûr lê dinere di rûyê wî de tu xwe
dibîne beramber mûzîqeyeke xemgîn…`` .
Tagore kete dîrokê de ji hemû
deriyan ve, rahişte efsanên Hindiyan ew kirin nameyên raman û hişmendiya
mirovahiyê, loma bû simbolek seranserê cîhanê.
ANDRÊ GOOD nivîskarê
fransî dibêje ez bawer nakim ku di wêjeya cîhanê de şêweyek xweş û pak
wek a TAGORE ku min pê xweş e girî û hem şad bibim di yek demê de, tişta
ku min dikişîne matmayê ew têrbûna helbestên wî ku çawa dikarî
pêzanînên Birahmatê ya ku hewqa asteng û aloz, ronî û hêsan bike…
Bavê
wî oldarekî zana bû, bandoreke mezin di jiyan û fêrbûna
pêzanînênBengalî di hest û ramanên wî de peyda kirin, da ku wek mirovek
serbixwe ligel taybetmendiyek wî di jiyanê de hebe, loma ew şande
welatê INGILÎZ, li wir cara yekem bû ku wêje û hunera beyanî naskir di
rêya xwendina hin berhemên wêjevan û nivîskarên mezin, mîna William
Shakespeare,John Milton ûWilliam Blake û hinên din yên ku paşmayên wan
diyar in di rûpelên dîroka wêjeya cihanî de.
Li gor dîtin û têkiliyên
wî yên cîhanî pêwistiya miletê xwe nas kir ji bo vî hawî Dibistanek li
Shantinkaitanê avakir û paş re ew dibistan dibe Zangoya Hindê.
Ji bo ged û xebata wî ya berfereh bo sedm ku yekemîn mirov di Rojhilatê de xelata NOBEL di wêjeyê de werdigre.
TAGORE
kul û kederên wî ji mêj ve ne, dema ew çardehsalî bû, pêwistî haye û
perwerda dayika xwe bû, mixabin dayika wî çû ber dilovaniya Xuda, wesa
ew ma weke mendalekî sêwî, kul û keder di hemû qonaxên jiyana wî de
berdewam man û pê re jiyan.
Dayê ezê bi rondikên kulên xwe
Ristikên Durr û Mircanan
Gerdena te bixemlînim
Erê fenera ku şevên tarî
Li pêş min ronî dikir
Îro vemirî
Va ezê kul û derdên xwe
Ji bo xwe hilînim.
Her
weha TAGORE nedkarî bê hêvî jiyana xwe berdewam bike, cihek taybet ji
xweşî û şadî di jiyana wî de peyda dibe weke malxwê bi hevjîn, keç û
kuran.
Xweşî hat li ser canê min
Ji hemû aliyên cihanê ve
Ez diramûsim ta jiyan hişyar bibe
Eger Havînê zûka xwe gihand
Hest û bihna xwe bi ciwanî
Bide û berde di hindirê henaseyê de
Mûzika can ku bi ciwanî û bedewiyê diyar bike
Ew hevjîna min e
A ku şemalka min vêxist û ronî da
Derdorê mala min .
Mixabin şîn û şadî bi êk re heval in, lê para mezin a wî ji şîniyê ye.
Di
demeke kurt û di pey hev re navbera salên 1902-1918 an, rewşek xirab
biser de tê ew jî mirina hevjîn, keç, kurek û bavê wî bû, van bûyeran
hema ti nema bû jiyana wî tine bikin, lê wek bîrewerekî bi semax
xweragir û bê rawestan, û weha dibêje :
``Ev bahoza ku bi ser mala
min de hatî jin û zarokên min ên wek gul û kolîlkan revandî, li nik min
bû qizinceke dilovanî da ez bi kêmasiyên xwe agehdar bim da berû
pênasiyê ve biçim û binasim ku cîhan ti pê nayê dema tiştekî winda bike`
`.
Her
weha wî dizanî ku ew weke guleke pelên wê yekeyek jê diweşin yan jî wek
mirina berhemek gihayî xwarinê, ser wilê jî ma xweragir bi baweriya wî
bi Xuda yê ku bavê wî wek paşma jê re hişt û taybetmendiyeke mirovahîyê
jê re çê kir.
GANDHI gelek caran amaje bi straneke wî dikir û digot:
Ez im ew bixûra ku neyê şewitandin
Bihna miska wê dernayê
Ez im ev çira ku vênekeve
Ronahiyê nade dinyayê
Wek
me gotî TAGORE ne tenê Helbestvan bû, lê belê gelek çalakiyên wî ên
cûrbecûr hebûn ji bilî wêje, huner, awaz û mûzîkê, wênekar û wênebaz bû
xwedî berehemek zor ji tabloyên wêneyan ku hijmara wan bihtirî 3000
tablo bi şûn xwe de hişit.
Ji mirinê qet ne ditirsa û her demî ew amadebû piştî temenê wî gihişte 80ê salî weha got:
ez dizanim wê rojek bê nema vê xakê bibînim
hêdî hêdî jiyan xwe ji ser canê min bar dike
li hêviya perde li ser çavên min bê raxistin
wilo jî wê Stêr di şevan de biçirisin û bimînin hişyar
ta elend careke dî xwe berhev bike
her weha jiyan berdewam e wek pêlên derya
dirahêje xweşî û nexweşiyê.
Tagore xwe amade dikir ji dawî jiyana xwe re û ji mirinê re xwe dikir xalat, weha pesin dida:
Ezê çi diyarî mirna xwe bikim
Eger da ji derî
Bi min xweşe eger ez peyalek mişt
Ji jiyana xwe pêşwaz wê bikim
Keda hemû mîwên xwe
Berhemên rojên payîz û havînê
Û şevên xwe
Bikim diyar
Bê xelat nahêlim mirin destevale
Ji mala min biçe.
Ji
berî mirna wî bi çend rojan nameyek nivîst tê de hêviyên xwe diyar
kirin, pêwiste dîrok rêça xwe bighere û xwe nûjen bike da Elendeke nû ji
rojhilatê diyar bibe û rojeke nû hilê.
Ez rêwî me
Va hat dema çûnê û destevala
Ez rêwî me û dil hêvî me
Balende difirin li ezmana
Ne ji bo herin valahiyê
Lê ji bo li xaka welatê xwe ya zêrîn vegerin
Erê roja Tagore çû ava lê ronahiya wê ma zindî di mêjo û dîroka mirovahiyê de.
Ey kelekvano
Keleka xwe bajo
Here û têkeve deryan
Durişmê aştiyê bilind bike
Li pêşiya te ye
Berûpê biçe………..
Jêder:
Mijarên wêjeyî
Birahîm Qasim