Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937ê de, li gundê Çetela Kîkan, yê ser bi devera Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye û paþî wergirtina bawernameya Sertefîka, li Dêrazorê 3 salan mamostayî kiriye.
Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, li sala 1970ê de bawernameya Lîsansê ji zankoya Þamê, beþê mafnasî û yasayê bidest xistiye.
Berhemên Mehmûd Sebrî yên kurdî û çapbûyî ev in:
1- dîwana (nîgarên kul û derdên jiyanê).
2- dîwana (doza giran) beþê yekem.
3- Dîwana (doza giran) beþê duwem.
4- Þirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geþtek li nav baxê ristên Cizîrî) beþê yekem.
5- Þirovekirina ristên Cizîrî bi navê (geþtek li nav baxê ristên Cizîrî) beþê duwem
6- Nerînek di terazûya ristên kurdî de.
7- Hin hest û ramanên netewî û civakî.
8- Nasnameya Kurdî li Sûrya.
Mehmûd
Sebrî sernivîserê Govara Xunav bû, û endamê komîta amedekar ya
mihrecana Helbesta kurdî bû û hem jî endamê komîta rexnegeriya helbestan
bû.
Mehmdê Sebrî li sala 1959 de tevlî partiya demokrata kurdistana Sûriyê bûye.
Her wisa yek ji damêzrenêrê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya bû (YekîtiyaNivîskarên Kurdistana Sûriya).
Li 18.07.2023 li bajarê Hisiçe- Rojavayê Kurdistanê di jiyê 86 saliyê de ji ber nexweþiyê koça dawiyê kir.
Qamiþlo 19.07.2023
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya