Rêber HebûnZanyar di rewiştê de dibînin binema herî bilind ji têgihiştina zanînê re, ew bişanhildaneke ji hezkirinê re ye, ji evînê dibişkive mîna xwedayekê ji çi nirxekî rewiştî re, rewişta yên pariyên gelemperatî ji xwe re dikin rêbazekê li gorî zanyaran ew hinek yaseyên peykerî ne armanca wan valakirina naveroka takekesê endam, ta tenê mirovekî ji çi vîneke zanyarî rewiştî ve rût be,ta jîndarekî kedîkirî be bi stûxwarî ve nêzî binemayên partiyê bibe bê ku ji xwe re guman bibe ji çi benemayekê ve ew ji xwe re dibîne nemûneyekî nemir, ji ber vê yekê partiyên totelîter dixebitin ji bo valakirina naveroka takekes û alîgirên xwe ji vîna zanyarî û evîna xuristî ve, ta tenê bawer bibin ku çi rewişt jorî rewiştê partiya wan nîne û ti azadî ji derveyê partiyê ve nîne ,
bi vî awayî partiyên gelemperatî xebitîn li ser binpêkirina rewiştê
bilind û vîna zanyarî û ew hêdî hêdî têkbiribû bi rêya pêşkêşkirina
nimûneyên boş mîna : Mirovê partîhezê rastîn, partîvanê netewî,
partîvanê şoreşger, partîvanê sosiyalîst, partîvanê Lîbralîst, olî,
navnetewî, û ji bilî wan ji pergalên totelîter yên bê lebat û bê tevger,
ji ber vê yekê em bi pergalê totelîterî mijol dibin û dighên encamekê
ku ew nimûneya herî navendî û girtî ye bi derbasbûna dîrokê ve, li gel
wê takekesê partîhez yê totelîter takekesekî stûxwar û reben e, û jinê
di partiyê de dema dev ji nirxên xwe yên takekesî berdide jineke durist û
pak e bi bihaneya ku azadiya takekes bi azadiya civakê diqede, dighe
asta ku her tiştî bide ta bibe urispî an ajaneke stûxwar, wisa partiyên
gelemper mirovan dikirin û difroşin ta bibin alavekê, ji ber şehnaziya
giyanî û naverokî li gorî dîtina alîgiran di partiyê de ye ne di
takekesan de,bi maf û taybetmendiyên xwe ve û erkên zanyarî yên li ser
wan , hevjînê keça Karil Markis jiyana xwe bidawî kiribû û Lînên 1 yek
ji serwerên sosialîzma avabûyî di derbarê wê de wisa axivî û go : (
mirovê sosialîst a partiya xwe ye, mafê wî nîne jiyana xwe bi dawî
bike.)
Hişmendiya totelîter nepenî ye li paş wê armanc û
berjewendî vedişêre tenê bijardeya bilind sûdê jê digre, a vê sîstema
durrû birêve dibe û berpirsî lê dike, û em dibînin ricîmên totelîter
mîna Çîn û Koriyaya bakûr çawa xwe di tenahiyeke siyasî de hîştin û
siyseta birçîbûn û dorpêçkirinê li ser gelên xwe pêkanîbûn,taku wê
sînorê di navbera xwe û derdorê de biafirîne, kiryarên wê nehêne
dimînin.
Bijardeya karker timî bê beranber dixibite û rastî gexwarinê
tê , parî nan û karê wê dikeve metirsiyê, û di tirs û bizdanekê de
dimîne , û dema Seddam Hisên desthilatiyê bi destxwexist rabû dest bi
komkûjiya hola Elxild kir 2 di sala 1979 de, hevalên xwe qirkiribû bin
bihaneyên pûç ji bo ji berkepên xwe ve xelas bibe.
--------------
1-Filadîmêr
Ilitiş Lînên di sala 22 Nîsanê 1870 de jidayik bû û di 21 çele sala
1924 de koça xwe kir şoreşgerekî Rosî Marksî bû, rageha Lînênî ya siyasî
damezrandibû.
2- paqijkirina Partiya Baes di sala 1979 de bi sernavê
komkûjiya hevalan , serokê komara Îraqê birêve biribû di 22 Tîrmehê
sala 1979 de piştî binkeftina yekbûnê di navbera herdû baskên partiya
Baes bi serkêşiya serokê sûrî ya berê Hafiz El Esed û serokê Îraqê yê
berê Ehmed Hesen El bekir.
Xwedî dîtin û helwestan bi pêşdebirina
kesên derewker ve li ser wêrekan yên hewil didan partiyê di naverokê
xwe de pêşbixînin bi rêya girtina wan bi guhertin û çaksaziyê ve, û bê
guman ev yeka bi dewlet û serwerên wê ve girêdayî ye.
Wisa em
dibînin berjewendî û bîrdozî herdû dixebitin ji bo lawazkirina
hişmendiya endamê partiyê ta bibe bê vîn ji bo karguzariya rewiştên
bîrdozî ya rêjeyî yên partiya totelîter wê dibîne mîna nirxên
xwedawendî nayên gotûbêjkirin an gumanpêkirin, ji ber wateya vê yekê
derketin e ji rêya partiyê ve, ji ber vê yekê vîna takekes tenê ji bo
parastina berjewendiyên partiyê ye û têkbirina hatinrêza mirovî bi rêya
neyarkirina wê.
Ev girtinhevî di navbera pasvanê kevin û
vexwenderên guhertinê de di her çaxî de berdewam e, ji ber vê yekê
piranî tofên partîhez bi koratî û bi şehnazî ve bergiriyê dikin ji bo
parastina nezanîbûn û paşdemayînê bi paşguhkirina hişmenda rexinegir ve û
gotûbêja avaker û dan û standinê, ji ber ku rexne û hişmendiya avaker
tiştê nû derdixîne meydanê di her astî de û pîvanên rewiştî di siyasta
rêxistinên gelemperatî hêdî hêdî êdî diçe bi rêya dan û standina xwe yê
kirêt ve bi gelên xwe re, ew siyaset sawêr dibe ku bi rastî dikare
bihêle cemawer û alîgirên xwe mîna şagirtên tembel hizr , û dijiminên
xwe yê hundirîn her zêde dikirin, li gel wê alîgir di nav refên
rêxistinê dest bi nandoziyê dikin ta endîza wê rêxistinê daxur bibe û
avahiyên xwe bête derizandin, herwiha jî rolên nirxî hundirê cemaweran
belawela dibin, hestên bê baweriyê di nava civakê de belav dibin, bê
guman ziyankarê rastîn ew civak e ,mîna parîpariyê di nav vê hingemeyê
de diyar dibe.
Armanca herî bilind ji mirovê nû re yê divê ji xwe
re bike nimûneyekê mîna girêdana wî bi hêz û şehnaziyê ve ew di zanîna
rêxistinkirî de ye.
Ji ber ku şêwaza komê partîhez tenê ji bo
wêzimkariya tofê herî hindik û girêdayî ye, ev yeka li ser hijmara beşê
parizvan e ji partî û binemayên wê re , ji ber vê yekê kom bi giştî ve
du tof in:
-Tofê qayim ya bi bîngehên partî û binemayên wê ve
girêdyî, ew tof rastî zehmetirîn fişar tê ji gefxwarina bi kuştinê ve an
daxistina pileyê û cihê rêxistinî û neyarkirinê, reşkirin an dûrkirinê.
-Tofê
dûvdehol yê di partiyê de ciyawazîtiyekê dibîne û berjewendiyên wê yên
diravî a keysbazî têde tê parastin ji bo zêdebûna xweşî û dewlemendiya
wê.
Ew tof xurt e , li ser hevdû ve binpêkirinên xwe vedişêrên,
alîgirên guhertinê nikarên refên wê derbas bikin, ji ber ku guhertin ne
ji berjewendiya wê ye, ji ber ku çi rêxistin an dewlet dema ava dibe
têde girtinheviya heyînî di navbera parizvanî û guhertinê de çêdibe, her
wiha di navbera resenî û pêşveçûnê , vebûn û girtîbûnê de, bi vî rengî
ve binemayên partiyê dibin mîna depên bê can nayên guhertin .
Em
meyze dikin metirsiya vê tofê ku bandorê xwe li ser dezgeha bilind ji
partiyê ve dike û dibe sedemekê ji hebûna partiyê re ji bo
berdewamkirina qezencê û zêdekirina nezanîkirina xelkê û hişbirkirina wê
dirêjtir dem, ev yeka di pergalên partiyên totelîter de bi rengekî
taybet ve diyar dibe.
Zanyar xwe bilindtir dibînin ji xwestina
berjewendiyan ve bi heman ast û rengên wê ve , ji ber ku zanebûn ew
berjewendiya bilind e yên zanyar ji bo wergirtina wê dikevin e pêşbirkê,
herwisa selîqeya partîtiyê yê ji rengê partiyê ve û şêweya dan û
standinê wê derketî ew ji reweştên nezanî ,windabûn û girtîbûnê ve ye,
zanîn bi mirov ve hewil dide ku berve rêxistina xuristî ve biçe.
Zanyar
hebûna xwe ji bo zanînê dijîn, ji ber ku wê wek nameya xwe yê sirûştî
dibînin, yê çi kedxwarekî dilreş an nezanekî nikare biçewsîne, di zanînê
de tundirewî peyda nabe, lê tundirewî dikeve di olan de û serkêşiya wê
kesên tundirew dikarin bikin, zanîn mîna ramana netewî ya nijadî an
erdnîgarî nabe, û nijadperestî an şofînizmî nakeve hundirê wê,mîna
ketina wê di nav rêxistinên partîtî ya netewî û navnetewî de, an di
pêşdemiya olî de, ji ber ku zanîn bi rewşa wê ya xuristî bilindbûn û
serketin e dûrî desthilatiya netew,ol, rageh û nijadan, ol di rewşa xwe
ya xuristî de tenê peywendiya mirov ya rewiştî ye bi ya din re ji bo
xwedê ango Evîn.
Netewbûn di rewşa xwe ya sirûştî zanyarî de
girêdana takekes bi komê ve ji bo hebûna taybetmendî, nirx,reweşt, ziman
û dîrokê ye, û zanîn van taybetmendiyan û nirxên hevbeş betal nake, ji
ber ew zemîna civakî ne ji pêşveçûna civakan re li gorî berketin û
pêşveçûna wan berve zanînê.
Zanyar lîstina bi olan ve nevîtî dike
ji ber ew ku ol nûnertiya peywendiya giyan bi ezmên re dike, û
şofînîbûna netewî nevêtî dike ji ber ku ew reşkirina rastiyan e û
biçûkirina rola koman e ji bo pêşvexistina taybetmendiyan û geşkirina
jiyana azad, zanîn bîngeha derketina ramanên pak e , ew dihêle mirov
nêzî jiyanê bibe bi berketîbûn û gehîbûn ve .
Partîhezî mirov
dihêle ji hewaya azadiya zelal ve bê par bimîne û bibe dîlê hinek
zanyariyên yên xwediyên bîrdoziyan li dor wê rûdinin, xwe bi parçeyên
kêşeyan ve dorpêç dikin.
Zanyar rewiştê di hundirê zanînê de
dibînin, maf û erkên civakî ji mirov re mîna bîngehên qayîm in ji çi
avabûneke zanyarî re ji bo pêkanîna pileyên herî bilind ji şadî û bêr ve
ji mirovahiyê re bin siha hebûneke gulgulî û bi pêşve diçe, heyîneke
zanyar wê pîroz dibînin, wê dibînin jiyana gerentor ji xweşiya mirov û
azadbûna wî re ji alavên pêşesazîkirina mirin, gemarbûn û tundiya xwînî
ve.
Zanîna xuristî têrbûneke tekûz e bin siha cûrebûna komên cuda ên bawer dibin bi sirûşta hevjînbûyî di hebûnê de .
Barê
zanyar giran e ji ber ku gizorîbûna evîn û zanistê nameyeke pêşîn e li
ser milê kesê berketî û ramanyar ji ber ew tenê bedewbûn û nirxê maf û
xêrê dizane û kar dike ji bo parastina hebûn û evînê bi rêya gera henas
li tiştê wê dihêle li pêş hebûna lihevhatî bilind bibe.
Zorenga
mirov bi nezaniyê re dirêj û tal e û bi hevgirtina zanyaran û yekîtiya
wan ve hêza yê dikare afirandinê biafirîne berdewam zindî dibe bi
derbaskirina peykera a ku di pergalê partiya totelîter de heyî û şerê
sîstema nezanîbûna belavbûyî di nav de û hestbûna bilind bi bedewbûna
heyînê ve bi rêya welêt ve û gerentîbûna wergirtina pêkhateyan bi
bilindtir mafên xwe ve, ji ber ku welat hebûn e û hebûna giştî ew welatê
zanyaran a mezin e.