Di dîroka / 29 / 9 / 2023an de Rêveberiya Rêxistina Þehba ya partiya me "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" civîna xwe ya rêxistinî li darxist.
Civînê bi xulekek bê deng li ser giyanê sekreterê partiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîþ û hevalên damezrêner û hemû pakrewanên Kurdistan û Sûriyê dest bi karê xwe kir.
Di destpêkê de heval Menan Hebeþ bixêrhatina hevalan kir û tekez kir li ser girîngiya li darxistina civîn û semînerên rêxistinî di vê dema hestiyar de ji dîroka gelê me û tevgera wî ya rêzanî.
Piþtre Mamoste Hiþmend Þêxo endamê komîta navendî ya partiya me di
axavtina xwe de rewþa rêzanî li herêmên kurdî û pêþhatên ku vê dawiyê di
meydana Sûrî de çêbûne ji hevalan re þirove kir û tekez kir li ser
helwesta partiyê di derbarê peydakirina çareseriyekê ji qeyrana Sûrî re
bi rêya diyalogek Sûrî - Sûrî ku hemû pirsgirêkên niþtimanî werin
çareserkirin û di destpêka wê de doza kurdî ji ber ku dozeke niþtimanî
sûrî ye.
Civîn pabende bi biryarên komîta navendî ya partiyê û tekez
kir ku divê di zûtirîn dem de kongirê Þazdemîn ji partiyê re were
lidarxistin.
Herwiha hevalan di civînê de bi dirêjahî çawaniya vegera gelê me li Herêma Efrînê gotûbêj kirin.
Di dawiyê de civînê hejmarek biryar ji bo pêþxistina karê rêxistinî standin.
29 / 9 / 2023Z - 2635K
Rêxistina Þehba ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê.