Komît a dana xelata Nobel ya îsal 2023,
Nivîskarê Nerwêjî Jon Fosse, li ser Drama, pexṣan û nivîsê wî ên pêṣketî pejirandin.
Di daxuyaniya de, akademiya swêdî weha got: „ Jon Fosse ji bo lîstik û pexṣanên xwe yên nûjen, ên ku "deng dide, wan deng ên nayê gotin" hate xelat kirin.” Komîta Jurî ya xelat, di daxuyaniya xwe de weha got: Fosse rewṣên rojane li ber me radixe, û dihêle em wan di eynî demê de, dîsan nas bikin.
Jon bi pirtûkên xwe, Xemgînî. Navê din û Trilog bi benavûdeng bûbû li ser wan sala 2015 xelata Skandinavien stand.
Nivîskar ê 64 salî Jon Fisse yek ji bi navbangtirîn nivîskarê Drama di welatê xwe de ye. Wî bêhtir ji 50 berhe.î, ṣano, kurteçîrok, toreya zarokan, helbest û Roman weṣandine
Dramên wî ênnifṣên wî, herî pitir li Europa hatine lîstin.
Roman a wî ya bi navê " Reṣ û Spî. Raudt, svart", li dora gencekî
dike, ku malbava xwe terk kiriye hewl dide xwe bikuje. Dramayên wî, pir
ji wan xemgînî di wan de heye, tarî ne û sofîzim di wan de heye. FOSSE
ji sala 1983an ve nûnertiya postmoderne di edebiyata welatê xwe de
dikir.Leheng û Protagonistên Fosse bi gelemperî pir xemanak û
têkçûyî ne. Ev yek di monologa "Ew çawa ye" de jî heye, ku Xelata Henrik
Ibsen wergirtiye. Di wê de ew dihêle hunermendek pîr li jiyana xwe û li
paþerojek ne diyar binêre. Piþtî sê hevseriyên têkçûyî û çend zarokên,
ku ev demeke dirêj e neçûne serdana wî, tenê karê wî maye. Fosse dihêle
ku mijarên hebûnî bi dawiya konkrêt û fizîkî ya jiyana mirovî re
bigihîjin hev. Di heman demê de, perçe ji hêla tinaziyên nerm ve jî
derbas dibe.
metnên pexþanên Fosse jî di van salên dawî de gelek
caran ji aliyê rexnegirên toreyê ve bi þêweyekî baþ dihatin
pêþwazîkirin. Pirtûka "Trîlogî/ sêyane" bi sê çîrokên "Bêxewî", "Xewnên
Olav" û "Êvara karîxî.Tembel-" bi zimanê Almanî derket. Ev li ser evîn û
kuþtinê, li ser dilovanî û sermayê, li ser çembera jiyanê û li ser
mirinê ne. Bi zimanekî mînîmalîst hatiye nivîsandin ku gelek hestan
vedibêje.
Kêmkirina radîkal a zimên û çalakiya wî ya dramatîk, hestên
herî xurt ên mirovî yên tirs û bêhêziyê bi gotinên herî hêsan bi kar
tîne. Jêhatîbûna Fosse ji bo nîþankirina bêahengiya mirovan û nîþan bide
ka ev yek çawa dikare bi paradoksane û dijberî bigihîje ezmûnek kûr a
nêzî xwedayî, wî navûdengê nûjenek girîng di þanoya hevdem de bi dest
xistiye.
Fosse, KafkaS. Beckett û James Joyce wergerandin ser zimanê Nerwêjî.Romana ya dawî, ku min bi elmanî xwendibû "Ez, yekî din im".
Fosse dibe Norwegian çarem e, ê xelata Nobel werdigire. Ên din jî ev in.
Sigrid Undset, Knut Hamsun û Bjørnstjerne Bjørnson.
Fosse
sala1959 li Haugesund ji dayîk bû, li gundekî piçûk mezin bû.wî di
destpëkê de, peyvê stranan ji bo mûzîka pop û Rock dinivîsî. Di temenê
16 de dest bi nivîsîna helbest û kurteçîrokê kir.
Wî zanista edebiyatê li Bergen xwend, her wisa civaknasî, derûnnasî û li vê dawiyê mîna wanebêj
li Akademie ji bo nivîsîna dahênane li Hordaland kar kir.