Ji pelweþînê ta bi pelvejînê.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 19 äæÝãÈÑ 2023
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Payîza navîn...
Çaryek berî pêncê Çivîkê
Dîmenên revînok
Ji hêlînên þevînî
Bê vîxan derçûyî...!


Û rawestgeh ...
Hîna jî tarî
Sîtavên reþahiyê
Pencereyên ronegehê dinixumînin
Perengên vemirî
Gulên agirîn nasohtînin
Belgên dariþtî
Ji bejna daran
Rondik dirijînin!


Û danê Payîzê
Çaryek berî pêncê lavijê
Û zemîn...
Di nîgaþa çivîkan de
Bênderên xuro reþandî
Û çivîk...
Di bîrdanka sermed a zemînê de
Afrîdeyên þêt û teredîn...!

Û Payîz...
Bi hemû kubariya xwe
Xiftanekî alayî
Hildigire bendemayina rêyên zîz...
Û jibermayên gulên êgir
Ku di pêlên dûmanê de
Mendehoþ dibrûsin..!

Û payîz...
Ji pelweþînê ta bi pelvejînê...
Çaryek berî çilê darê
Perên zêrîn ji jor weriyayî
Û erxewanên nîv zuha ji jêr hilkiþiyayî...
Ne li jor û ne jî li jêr
Digihin hev
Semagerên Filamîngo'''''''' yê ne
Bilivên sivik û sihirdar
Çend xulek û li qeraxên bêdengiyê vedigerin...!

Û Payîza danê û danê Payîzê...
Çaryek berî hilma qehwê
Erê teng in...
Ev werzên sêgoþe
Ji banê heyînê
Demsal...
Pir lezgîn diþemitin berikên nihêniyê...?!!!!

16. Kewçêra 2023.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6016