Konê Reþ Ji mêj ve, min divîbû þarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarþiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû. Ev navên ku ji mêj ve min bihîstibûn, lê min ew nedîtibûn, xewin bû ku serdana wan bikim..
Di roja 20ê tebaxê 2008an, li ser daxwaza þaredariya bajarê
Cizîra Botan û serokê wê birêz Aydin Budak, çûm bajarê Cizîra Botan, da ku beþdariyê di wan rojên çand û hunerê yên bi navê (Ziman rûmet e û rûmet ziman e) bikim.
Destpêka panela min bi van gotinan bû: "Li ser daxwaza
xelkên Cizîrê, bajarê Cizîrê û serboriya wê ya dîrokî ku landika
þaristaniyê ye.. Li ser daxwaza þêxê nêçîrvanan Mîr Mihema û herdu
pezkoviyên wê; Efno û Hejale.. Li ser daxwaza Mîr Þeref û medreseya
Sor.. Li ser daxwaza meleyê Cizîrî û Selamayê.. Li ser daxwaza Feqehê
Teyran û Ava Dicle.. Li ser daxwaza Ehmedê Xanî û Mem û Zînê.. Li ser
qêrîna Mîr Bedirxanê Botî di Birca Belek de ku (Dîn dînê Xwedê ye, em
tev birayê hevin), yê ku ku biyaniyan di derheqa wî de gotin: (Bedirxan
edalet e û edalet Bedirxan e), û li ser hawara Xelefê Þûvî: "Ez Xelef im
Xelef im Haware Mîro hawar e.."..
Li bajarê Cizîrê, çav bi
helbestvanê wê birêz (Dilbikul Cizîrî) ketim. Evê ku ala Cizîrî, Xanî û
Teyran hildaye ser milên xwe û qebûl nake Cizîr bê helbestvan bimîne..
Cihê wan bi hunandina helbestên xwe dadigire.. Min û wî çend rojên xweþ
bi hev re derbas kirin.. Piþtî ku ez zîvirî Qamiþlo, di çûna xwe a
Cizîrê û helbestvanê wê Dilbikulê Cizîrî de ponijîm û min ji xwe re got:
Çiyayên bilind bê teyrên baz nabin.. Geliyên kûr bê av nabin.. Bajarê Cizîra Botan bê helbestvan nabe..
Wek
ku kurd dibêjin: Dil li cem dila ye.. Helbestvan Dilbikul Cizîrî jî, ev
helbest li dor naskirina min xwe, di rûpelê xwe de belav kiriye:
(Helbesta Min a der barê Rêzdar Konê Reþ de
Konê Reþ…
Ronakbîrê me Kurda ye Konê Reþ
Bizanin gelkê hêja ye Konê Reþ
Ku Kurdistan welatê wî esasî
Lê ew xelkê Rojava ye Konê Reþ
Welatperwer û kurdperwer û Kurdhez
Bo xelkê Kurdî Seyda ye Konê Reþ
Dema pênûsê kar tînit bi rastî
Kulîlka baxê medya ye Konê Reþ
Nivîsên wî dixwînim ez bi lezzet
Bi wî Qamiþlo ava ye Konê Reþ
Evîndarê Bedirxanên Cizîrî
Di der heq wan de zana ye Konê Reþ
Belê her çendi hinkê kal bibit jî
Lê þêrîn þubhê helwa ye Konê Reþ
Dixwazim ez temen gelkê dirêj bit
Ji Dilkul bo wî dua ye Konê Reþ.
Dilbikul).