Di dîroka (8-9-10 / 12 / 2023an) de "Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê" kongireya xwe ya Žazdemîn di bin van siloxanan de li darxist :
- Demoqratî ji Sûriyê re û mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re.
- Danûstandin di navber sûriyan de žêweyê herî li pêže ji çareserkirina qeyrana Sûrî re.
- Parastina ažtiyaneya jehjiyatî û xurtkirina pirensîbên jiyana hevbež di Sûriyê de.
- Erêkirin bi rêjîmeke ne navendî ku taybetmendî û hemerengiya netewî di herêmên kurdî de li xwe bigire.
- Biryara kurdî ya serbixwe girînge ji bo lihevkirin û yekrêziya helwesta kurdî .
- Biryardanek distûrî bi nasnameya netewî ya gelê kurd li Sûriyê.
- Na ji guherîna demoxrafî ya li Herêmên Kurdî.
- Cîbicîkirina pirensîbên demoqratî di jiyana partiyê ya hundirîn de.
Di
kongir de hejmareke mezin ji mêvanan ji hemû pêkhat û kesayetiyên
civakî û rewženbîrî û rêxistinên civaka sivîl û alavên ragihandinê û
nûnerên hozên Erebî û Kurdî , Suryanî û Ažorî beždar bûn.
Kongir bi
rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên sûrî û gelê kurd û
sekreterê partiya me nemir Ebdilhemîd Derwîž karê xwe destpêkir. Û pižtî
ku xêrhatin li mêvanan hate kirin , rapora komîta amedekar a kongir û
herwiha gotina komîta navendî ya partiyê hate xwendin.
Pižtre
karnameya karê kongir ku belgeyên bingehîn (Rapora rêzanî , pirograma
rêzanî , pirojeya tizûka navxweyî û raporek ji qeyrana partiyê ,
mîkanizmên xebata partîzanî di qûnaxa bê de li ser astên rêzanî û
rêxistinî û ragihandinî û cemawerî û daravî) hate gotûbêj kirin.
Herwiha rapora rêzanî balkižand ser rewž û pêžhatên siyasî li ser herdu astên herêmî û navdewletî :
Li
ser asta navdewletî di raporê de hat ku kongirê Žazdemîn a partiya me
di rewžek hestiyar de li dardikeve ji pêžketinên lezgîn ên ku jiyan
dibîne ji kerjên di navber peywendiyên navdewletî de yê ku pižtî žerê
sar di aramiyekê de bûn , lê di vê sedsala dawiyê de careke din nakokî
li ser herdu astên aborî û ležkerî di navber hêzên navdewletî de bi
derdikevin û van nakokiyan kerje vegerandin peywendiyên navdewletî , û
žerê Rûsiya û Ukraniya girêkên zêdetir di meydana navdewletî de peyda
kirin.
Li ser asta Rojhilata Navîn ku di gelek pevçûnan re derbas
dibe û di destpêka wê de pevçûna Erebî - Israîlî. Di vê derbarê de eger
çareserî ji dozên herêmê re neyên dîtin wek žerên navxweyî û doseya
newewî ya Îranî , û eger çareseriyek ji doza netewî ya kurdî re neyê
dîtin tu carî aramî di Rojhilata Navîn de peyda nabe.
*Li ser asta nižtimanî ya sûrî
Rapor
dibîne ku dagîrkeriya Turkiyê ji parçeyên din re ji xaknîgariya sûrî re
wek "Girê sipî û Serê Kaniyê" û siyasetên guherîna demoxrafî ya ku
Turkiyê bi kar tîne ji destpêka dagîrkirina wê ji Efrînê û herêmên din
re hižt ku rewž di wan herêman de aloztir bibe.
Li ser asta siyasî tu
pêžketinên erênî çênebûne ne li ser asta pirosêsa siyasî ya ku ji
Cinêvê bi rêket û ne li ser asta komîta distûrî yan di dewsa Asîtana de
bi sedema tunebûna lihevkirineke navdewletî ji aliyekî de û ne
pabendbûna herdu aliyên hikomet û rikberiyê ji çareserkirina qeyrana
sûrî re ji aliyekî din de. , wê bandoreke neyênî mezin di rewža aborî ya
sûrî de kir û zêdetirî 90% ji sûriyan di bin xeta perîžaniyê de dijîn.
Partiya
me dibîne ku rêketina diyaloga Sûrî - Sûrî di nav hemû pêkhatên netewî û
olî ji gelê sûrî re gaveke di aliyê çareseriyeke siyasî ji qeyrana sûrî
re ye , herwiha bang li civata navdewletî dike ji bo peydakirina
çareseriyekê ji qeyrana sûrî re da ku êž û azara sûriyan bidawî bîne.
* Li ser asta netewî ya kurdî
Raporê
balkižand ser rewža herêmên kurdî yên dagîrkirî ji aliyê Turkiyê de
weke Efrîn , Serê Kaniyê û Girê Sipî ji encama siyasetên Turkiyê û
çeteyên dagîrker ji van herêman re û armanckirina berdewam ji binesaziya
wan herêman re û kužtina kesên sivîl û bê guneh û peydakirina rewžeke
ne aram ji akinciyên wê re û têvedana wan ber bi pêla koçberiyê ew jî
metirsiyeke rastî ye ji hebûn û pêžeroja kurdî re.
Di vê çarçewê de
kongir bang li Tevgera Rêzanî ya Kurdî û Rêveberiya Xweser kir ji bo
çareserkirina sedemên koçberiyê ên ku ji ber ne aramiya rêzanî , ewlehî û
aborî rûdane , ji vê rêveberiyê tê xwestin ku bingeha beždarbûna rêzanî
li dor xwe firehtir bike û žerkirina gendeliyê bike ji ber ku
metirsiyeke mezin li ser pêžeroja vê rêveberiyê heye.
Sebaret bi
gotûbêj kirina rewža Tevgera Kurdî li Sûriyê kongir bang li Encûmena
Nižtimanî ya Kurdî (ENKSê) kir ji bo lêvegereke gižtî ji helwestên xwe
re bike û bi taybetî berdewamiya wan di nav hemahengiya sûrî ya pižtgir
ji çeteyên çekdar re , herwiha bang li ENKSê kir ku tevlî karê kurdî yê
hevbež bibe di rêya bi rêketina diyalogek kurdî - kurdî dûrî nerîn û
ezîtiyên partîtî yên teng.
Herwiha rapora rêzanî ya kongir
balkižand ser peywendiyên birayane di navber partiya me û Partiya Yekîtî
ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) de û amaje kir bi hevpeymana karê
hevpar û bi belgeya hevrêziyê di navber herdu partiyan de û bi
režnivîsa nerîna rêzanî ya hevbež a ku herdu partiyan amede kirine ,
hêjayî gotinê ye ku ew režnivîsa bibe pirojeyeke pêkan ji karê kurdî
sûrî re li ser bingeha biryara kurdî ya sûrî ya serbixwe. Û rapora
rêzanî tekez kir li ser helwesta partiyê ya mayinde ku dibîne doza kurdî
bežeke ji dozên nižtimanî yên sûrî bi gižtî û pêwîste çareseriya wê di
çarçeweke nižtimanî ya sûrî de were çareserkirin , û raporê tekez kir li
ser hebûna pêkhateya kurdî weke pêkhatiyeke dîrokî resene ji pêkhateyên
gelê sûrî û netewa duweme di welêt de , lewre divê biryardaneke
distûrî bi mafên netewî yên kurdî di çarçewa dewleta Sûriyê de were
kirin.
Herwiha kongir daxwaza hemeta siyaseteke rêyalîst kir li gor
taybetmendiya gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Sûriyê û biryara
rêzanî ya serbixwe û lihevkirin li ser daxwazên yekbûyî ji kurdên Sûriyê
re û avakirina desteyekê da ku nûnertiya tevgera rêzanî ya kurdî bike
ji bo kar û peywendiyên xwe bi hêzên sûrî û civaka navdewletî re bike.
*Di aliyê Kurdistanî de
Kongir
tekez kir li ser gefên berdewam ji aliyê hêzên herêmî yên Kurdistan
parçe kirine ji ber ku metirsiyeke rastî li ser pêžeroja kurdî peyda
dike û ji van dewletan daxwaz kir ku žerê gelê kurd nekin bi behaneyên
parastina ewlehiya xwe ya netewî , herwiha bang li herdu dewletan
Turkiyê û Îranê kir ku mafên netewî bidin gelê kurd ji bo pêkanîna
aramiyê di van herdu welatan de û pêkanîna gežepêdanên aborî û civakî ji
gelên van dewletan re.
Li Kurdistana Iraqê jî tevî destkeftên ku di
dema borî de hatine bidestxistin lê herêm hîn ji gelek pirsgirêk û
astengiyan digazîne û bi taybetî pirsgirêkên wan bi hikometa yekgirtî re
, lewre divê ew pirsgirêk bi žêwazekî ažtiyane li gor distûra Iraqî
werin çareserkirin , herwiha kongir girîngiyê dide bêxistina peymana
istratîcî di navber "Yekîtî Nižtimanî Kurdistan û Partî Demoqratî
Kurdistan" de û bi hevkariya partiyên kurdistanî yên din re ji ber ku ew
žêweyê yekeme ji parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û
pêžketin û xurtkirina wê li hember astengiyan.
Herwiha kongir tekez
kir li ser peywendiyên me bi piraniya partiyên Kurdistanî re û daxwaza
pêžxistina van peywendiyan kir ji bo xizmeta berjewendiyên bilind ên
gelê kurd , û tekez kir li ser peywendiyên dîrokî yên di navber partiya
me û Yekîtî Nižtimanî Kurdistan de ew peywendiyên ku herdu nemirên mezin
Mam Celal Talebanî û Mamoste Ebdilhemîd Derwîž ava kirine divê werin
parastin û pêžxistin , ji ber ku ew pêkane ji pirojeyeke netewî kurdî re
ji bo xizmeta doza gelê kurd û berjewendiyên wî yên netewî.
Di
dawiyê de û ji bo xurtkirina dîmoqratiyê di jiyana partiyê ya hundirîn
de û ji bo pêžxistina karê partîzanî li ser astên rêzanî , rêxistinî ,
ragihandinî û daravî , û damezrandin ji rewžeke sazûmanî û
serkirdayetiyeke pirjimarî re di karê partîzanî de kongir hejmarek
rasipardin û biryar standin.
12 / 12 / 2023Z - 2635 K
Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê