Îro 19.12.2023, Helbestvan û Nivîskarê Kurd, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyayê Mamosta Mûsa Zaxuranî yê navdar bi (Bavê Gulê) li Hewlêra Paytext koça dawî kir.
Mamosta Mûsa Zaxuranî, xelkê devera Qamiþlo ye û li sala 1955 li gundekî nêzîkî Qamiþlo ji malbateke kurdperwer jidayîk bûye.
Di sala 1968an ve dest bi karê siyasî û nivîsînê kiriye û karê mamostayê (perwerde) kiriye, û 3 pertûkên çapkirî hene, bi egera nexweþiya xwe di jiyê 68 salî de, îro roja sêþemê 19.12.2023 li nexweþxaneyeke Hewlêr çû ber dilovaniya Xwedayê mezin û xatirê xwe ji diniyayê xwest.
Bila cihê Mamosta Bavê Gulê behiþta pan û berîn be û serê malbata wî û gelê kurd sax û selamet be.
Qamiþlo 19.12.2023
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
.....
Kurtejiyana helbestvan Mûsa Zaxuranî..
Helbestvan
û nivîskar Mûsa Zaxuranî , Mûsa Osman Xelef naskiriye bi Mûsa Zaxuranî
di sala 1955 an de hatiye jiyanê, li gundê letîfiyê, li ser sînorê
tirkiyê û sûriyê, rojhilatî qamiþlo bi 8 k.m.
Xwendina xwe ya
seretayî li gundê xwe xwend, û her þeþ salên din li dibistanên qamiþlo
xwend, û di sala 1973 an de bekeloriya wergirt.
Li çend cihên din gelek korsên xwendinê birine, nemaze li ser markisîzmê û tevgera karkerê cîhanê û aboriya siyasî … hd.
Her di wan korsan de di nav yekemînan de bû.
Ji sala 1969 an ve helbest bi kurdî û erebî hûnandin e.
Di
gelek rojname û kovarên kurdî de nivîsiye, û helbestên wî hatine bilav
kirin di van kovaran de : ( metîn – sitêr – gelawêj – gurzek gul – zanîn
– peyman – rojhilat – peyv – xebat – teaxî – roj … hd ).
Di hemî festîvalên helbestî de beþdarî dikir û di hemî bîranînên xebatkarên kurd û þîn û þahiyên gelê kurd de amade dibû.
Endamê komîta mehrecana helbesta kurdî li sûriyê ya sala 2007 an de, yek ji damezênerê koçka qamiþlo ya çand kurdî ye.
Hemî cûrên helbestê û li ser pir babetan helbest hûnandine, û gelek êþ û girtin û lêdan xwariye di ber kêþa kurdî de.
Her
wiha di sala 2011 de ji ber ku beþdar dibû di hemû xwepêþandinên li
dijî rêjîma sûrî çi bi þev û çi bi roj, û dema ku ji herêma kurdistanê
vegeriya li qapiyê qamiþlo û misêbînê hate girtin, bi zinan zindan
gerandin ta li zindana ( el feyha ) qefandin, her di wê demê de gelek
zorî û lêxistin û êþandin û iþkence kirin dîtiye, û her li hemû navend û
senterên polîs û emin û asayîþan de lêdan ji rêjîmê xwariye û zor lê
hatiye kirin ji qamiþlo ta zindana ( filestîn ).
Her wesa ji bo mafê
gelê kurd û kurdisanê di gelek þandan piþikdar bû û her li pêþ bû, û
diwemîn lîste ya ku li ser rewþa pirsgirêka kurd li sûriyê radestî serok
wezîrê hikumeta sûriyê yê wî wextî ( ebdulreûf el kesem ) kiriye.
Berhemên çapkirî ev in :
1 – Govendek Helbest. Helbest 2009 Z.
2 – Bûka Helbestan. Helbest 2022 Z.
3 – Landika Helbestan. Helbest 2023. Xelat û bawernameyên ku wergirtin ev in :
1- Xelata helbestvan mela Nûrî yê Hesarî ji Y.N.R.K.S
2 - Xelata helbestvan Emerê Lalê ji malbata wî.
3 - xelata sipasnameyê ji rêkxirawa canî roj.
4 - Xelata rêzlêgirtinê ji þaxê Duhokê yê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriyayê sala 2022 Z .
5 - Xelat sipasdariyê ji rêkxirawa ( NRC ) ya Emrîkî.
6 - Xelat sendîka hunermendên Kurdistan - Rojava.