Dr.phil.Ebdilmecît ŞêxoDi hejmara (23) an de em dikanin van gotarên jêrîn bi nav bikin:1-(jin di eskeriyê de),sernivîser.2-(dîroka jîna Selahedîn)xelek:1-Osman Sebrî.2-(bo agahî ),nivîsevan Ronahî.3-(Kurdistan,exbar elherb,Kanûna paşîn, 1944,hejmar(53)nivîsevan ne diyar e.4-(lehîstika Şetrencê),Cemîlê Tacdu.5-(dîroka jîna Napolyon 7 ),Osman Sebrî.6-(cêwikên siyamî ên bi hev ve.)Sma-îlê Serhedî .8-(Merîşal Lûksenburg)nivîskar ne diyar e.
Sernivîser di gotara (jin di eskeriyê de ) wêneyeke balefirê diweşîne û li derdora wê balefirê jin bi cilên fermî hene,gotarnivîs di vir de dinivîse: Piştî ku balefir vedigere benderê,jin wê teslîm dibin,wê paqij dikin,depoyên wê ji benzînê dadigrin û li hertiştê wê miqate dibin û di balefirê de texlît sîwar hene; yên şervanî û yên ne şervanî hene, sîwarên wê yên ne şervanî jin in.
Lê ev peyayên ne şervanî jî dikevin bin barana bomban û
gulan,gotarnivîs hîn dibêje:jinên Ewropayî ji her şerên berê bêtir
têkilî şerî dibin û em Kurd divê li wan ecêbayî ne mînin,ji ber ku jinên
me di şeran de jî arîkariya me dikin,ew li rex me rûdinin û tivingên me
dadigrin.Sernivîser Celadet Bedirxan dixwaze di vê kurtegotarê de rola
jinan di pêşketin û berxwedana civakê de li dijî neyaran bide naskirin û
bi nimûneya jorîn jî wireyên jinên Kurd hîn bilindtir bike û rola wan
jî ji civakê re bi zelalî bide nasîn.
Rêzanzan û şoreşger Osman Sebrî
di vir de kurtewergerekê ji zimanê Erebî yê nivîskarekî Misrî Dr.Ehmed
Bîlî li ser( jîna Selahedîn) bi Kurdî û bi pênc xelekan di (Ronahî) de
diweşîne û xeleka yekê di bin navnîşanên şaxî de:1-(çend pirs.)
2-(Selehedîn, gel û eşîra wî).Osman Sebrî weha dinivîse:
Kurd neTurk
û ne jî Ereb in,ew qewmekî(netewekî) Arî ne,Kurd di zemanên berê da li
ser çiyan dijyan û di navbera welatên Faris û Asiya biçûk da
rûdinîştin,jinên wan ji mêrên wan ne bi şûnda bûn,pir jin di nav Kurdan
de bi gerandina şeran de bi navûdeng bûne,lê Kurd tu caran bindestiya
biyaniyan ne dikirin,çiqas qebîleyên Kurd hebûn,lê zimanê wan yek bû.
Osman
Sebrî xwe hildipesêre ser cihderek dîrokî naskirî ( da-îret me-arif
el bistanî )û hin agahiyan li ser Selah –dîn Eyobî dide xwendevanên
gotara xwe û ew hîn dinivîse:Eyobî malbetek e Kurd e ko Misir û Şam
vekiriye û bi navê dewleta Eyobî hatiye nasîn,ev malbata ji malmezinên
Kurdan e û ji qebîleya Rewadî ye.
Dîsan sernivîserê kovarê di bin
navnîşana(bo agahdarî)bi vê wateyê dibêje:Em desteya
kovara(Gelawêjê)spas dikin ku ewa kovar û rojnameyên me di nav Kurdên
Îraqê de propegende kirine û ewê bi vî awayî hevdûgirtineke nijadîn
şanî me daye,lê desteya sernivîserê kovarê (Gelawêjê) weha jî
nivîsiye:Ev herdu weşan bi zimanê Kurdî Botanî hatiye nivisîn.Lê em ji
bersiva Celadet Bedirxan di vê gotarê de têdighênin,ewî ne dixwast ku
desteya kovara Gelewêjê bigota:Kovara(Ronahî) bi zaravê Botanî hatiye
weşandin,ew hîn ji kovara(Gelawêjê) re dibêje:Zimanê Kurdî sê zaravên
bingehîn in:1-Zarê Bakur.2-Zarê Nîvro.3-Zarê Dumilî û em ji zarê Bakur
re dibêjin:Zarê Kurmancî û zimanê xelkê Botan Kurdî ye û zarê wan
Kurmancî ye,yanê di vir de Celadet wek têbîniyekê arastî desteya kovara
(Gelawêj) dike.
Di kovara (Exbar-El-Heleb) de ya ko Îngilîzan bi
zimanê Erebî li Misirê derdixist;hin agahî li ser Kurdistanê ji aliyê
desteya rojnamê de hatine weşandin;ewa di vir de dinivîse:Kurd di
navbera heyşt û neh milyonan de ne,welatê wan di navbera Turkiyê,Îranê û
Îraqê de hatiye lêk vekirin (parvekirin),birekî Kurdan di Sûriyê de û
êline biçûk di deverine din de dijîn û Kurd ji nijadê Arî ne,rûyê
erdê Kurdistana Îraqê bi qaserî Skoçlandê ye, li wir çiyane rût hene ko
bilindiya wan digehe heta (12000) peyî û hwd, lê bi gîştî kovar pir
bi kurtî gelê Kurd û Kurdistanê bi xwendevanên xwe dide nasîn. Lê em
di kovarê de jî kêmasiyeke mezin jî dibînin,em nizanin ko Celadet
Bedirxan yan desteya kovarê xwe di ser vê rastiya dîrokî re avêtîye; ji
ber ku di gotara kovarê de beşê Rojavayê Kurdistanê ne hatiye
binavkirin,ango li nik desteya kovara (Exbar –El-Heleb) ya ku li jor bi
navkirî;Kurdistan tenê sê beş in û Kurdên Sûriyê penaber in,lê bi
texmîna me sernivîserê (Ronahî) ji ber sedemên siyasî,nêrîna xwe ya rast
di vir de ne deye û şaşiya kovara (Exbar –El-Heleb) di gotara xwe de
bi mebest û tektîk seraast ne kiriye.
Lê li aliyekî din; desteya
vê kovara Erebî pesna ciwaniya Kurdistanê dide û dibêje:Ayenda
Kurdistanê xûya dike,Kurdistan di welatên (Rohelata Nêzîng) de wê bibe
îswîça (Swêsra) Şerqê.
Herweha jî Osman Sebrî di vir de hîn li ser
jîna Napliyon û şoreşa Firansî berdewam dike û pir hûrgilîyên
pêvajoka şoreşa Firansî bi xwendevanên
kovarê dide nasîn û bi
rastî mijara Osman Sebrî li ser Naplioyn Ponapert bi nirîna me kane
ji dîrokzanan re jî bibe lêvegerek zanistî û pêbawerkirî.
Lê di
hejmara(24 ) ê de ev mijarên jêrîn hene :1-(jin û mêr)Emoyê Cilînî,2-
(jîna Napliyon Ponapert),Osman Sebrî.3-(gula Kirasdirhayî)M.Xidir
Mizûrî.4-(dîroka jîna Selaheldîn -2-).Osman Sebrî .5-(Gênêralê
Emêrîkanî an çawişê Talyanî)Hesenê Mistê.6-(hindik rindik
),sernivîser.7-(ziman û nivîsandina wî)Osman Sebrî.
Li ser dîroka
jîna Selahedîn de;Osman Sebrî dinivîse:Sultan Selahedîn ji hemî
padîşahên Îslaman jêhatîtir û bi navûdengtir bû,Selahdîn kurê Eyob
Necmedîn di sala (1137) Z.de li keleha Tikrîtê hatiye dinê,bûyina
Selahdîn rastî roja barkirina malbetê ji keleha Tikrîtê hatiye û herweha
Osman Sebrî pir bi dirêjahî li ser jîna qehreman Selaheldîn Eyobî
radiweste ko ewî çawa Şam jî ji bin nîrê Xaçepersetan rizgar
kiriye,herweha jî Osman Sebrî di vir de bi ferehî li ser hemû têkoşînên
wî di bin ala îslamperestiyê de bi xwendevanên kovarê dide naskirin .
Lê
dîsan Osman Sebrî di gotareke din û di vê hejmarê de li ser giringiya
nivîsandina zimanê Kurdî radiweste û ew dibêje:Eger ziman kete warê
nivîsandinê,ew hêdî ,hêdî mîna darê pel digre û ew paşê bi ber dibe û
dema em zimanê xwe bi zimanên ko ketine warê nivîsandinê,wan bidin
berhev,divê em sed salî pir ne bînin ji ber ko ziman ji bo miletan her
tişt e, berî ko ziman têkevin warê nivîsandinê,ew sê koçan (merheleyan)
derbas dikin,gava ziman nûh bûye wesîleya fehmkirinê û hevok jî
çêbûne,di koça pêşîn de çîrok pê hatine gotin û piştî vê,dema ku bêje
pir bûne û ziman pêşda çûye,ew gihaye koça dudiyan û meslok jê çêbûne,ji
ber ku pirên meselokan bi qafiye dibin û hewceyî gelek bêjeyên
yekdeng û yekbêjin, lê bê wezin û bê qafiye ye,paşê çaxa koka zimên
gihaye Kuraniyê,wan
helbest gotine û ji van gotinên me tête zanîn
ko di pêşiya zimên de,berê çîrok hatine gotin û di pişt re metelok
hatine gotin û li dawiyê Osman Sebrî şîretê dide kesên ko zimanê biyanî
zanin,ko ew pir tiştan ji wan zimanan wergerînin zimanê Kurdî;ji ber ku
bi vî rengî jî zimanê Kurdî kane pêşda here,yanê bi gîştî Osman Sebrî
di vê gotarê de nirîn û agahiyên pir zanistî di warê zimanzaniyê de
jî dide xwendevanên kovara Ronahiyê.
Sernivîser di bin navnîşana
(hindik û rindik) vê agahiya jêrîn dide xwendevanên xwe,ew dibêje:Mirovê
dinyayê yê herî dirêjtir li girava
Eyslandê de ye;navê wî Con
Pêtêrson e û bejna wî (2 )Mitir û (52) S.M. in û ew bi (160) kîloiyan
giran e,heyşt birayên wî hene,lê ew hemî di bejnên normal de ne,lê gava
ew diçe Hotêlekê, ji wî re du textan dighînin hev,Pêterson artist e û
ew di tiyatroke zarokan de dixebite .
Di hejmara (25)an de ev
gotarên duhatî cihên xwe dîtine;1-(Nêçîra kewan)Ebdilrehman Elî
Yûnis.2-(mirovê ko simbêlên xwe di mezadê de firotin),Xelîlê
Genco.3-(dîroka jîna Napoliyon) Osman Sebrî.4-(Pêtroyê sisiyan),Bişarê
Segman.5-(zêdehiya jinan),kovara (Ronahî).6- (dîroka jîna
Selahedîn),Osman Sebrî.7-(Pêncî milyon ga û milyon û nîvek
mirov)Silêmanê Ferho.
E.E.Yûnis dibêje:Min pir kewedanî an kewgîrvanî
di deştan û çiyan de kiriye,di aliyê Kurdistana Bakur de bi çend awayî
nêçîra kewan dibe 1- Kewvedanî: Divê kewgîrvan kewên xwe qenc xwedî
bikin,êmê kewan jî ev in:Genim,giyayê şîn, pîvaz û rojê carekê genim û
çar,pênc caran şînatî,
heyanî ko Şibat biqede çav û nûkilên kewan
sor dibin û av ji pozê wan tê,wê çaxê êdî wextê vedana kewê nêr
e,hema çend roj ji Avdarê çûn, wê kewgîrvan kewên xwe hilînin û bi
çol û çiyan bikevin û kewan vedin heyanê nîvê Gulanê û di pişt re,
ewê dest bi vedana mêkewan jî bikin.
Vedana kewan:Kewgîrvan diçe
li cîyekî mitik an pozik kozikekê çêdike;dorhêla kozikê bi hejikan an
bi giya asê dike û bi çar alî de devan vedide,binî kozikê jî kevir dike,
lê gotarnivîs hîn pirtir û bi dirêjahî awaya nêçîra serên kaniyan û
hemî gavên pêwîst ji bo awa kewan bi xwendevanên gotara xwe dide
nasîn,bi rastî ev gotara ji nêçîrvanên kewan re pir balkêş e û ewa pir
agahiyên pêwîst dide awciyên kewan.
Lê(Ronahî)di gotara bi
sernavê(zêdehiya jinan)weha destpê dike:Ma zêdebûna jinan derdek e,!Bi
ya me be,ew ne derd e,ji berevajî wê,ew nihmetek e,lê ji bo xelkê
Emîrîkayê û ji bo hin welatên Ewropayê ewa derdek mezin e û pisporine
civakî ji vî derdî re li dermanekî digerin,lê bivê, nevê; di dawiya vî
şerî de, derd hêj (hîn )wê mezintir bibe,mêr heroj di qada şer de têne
kuştin û li gora statîsteke ko beriya v î şerî hate belavkirin, di
Emêrîka de serê sedî (17) jin ji mêran bêtir bûn û ew nisbeta (rêjeya )
heroj pirtir dibû,lewra pispor li sebeban (sedeman) geriyan û wan ev
sedemên jêrîn jê re dîtin.
-Hukumetê mihacereta(penaberan ) mêran
bend kiriye yanê; ewa nahêle xelkê xerîb (biyanî weke berê )herin
Emêrîkayê û ji xwe re xebatekê peyda bikin.
Piştê şerê (1914 -1918
)an de di hemî dewletên şervanî de rêjeya mêran gelekî kêm bû,li gora
statîstîka resmî(fermî) li welatê Uris;jin di sedî de (32)li
Poloniya(38)li Êngilterê(23)zêdebûbûn,lê li Firansa,Îtaliya û Almaniya
ev zêdehî di navbera (21 û 22) de bû,ji lewra ji niha de pisporên
civakî bi meselê mijûl in û ji vî derdî re li dermanekî digerin,lê
tiştê ko tête bîra me û ko ewa ji hemuyan rehetir e;ko xelkê Ewropa û
Emerîka jî wek me Mislimanan û li gor rêdana Pêxemberê me li şûna
yekê(jinekê) ji xwe re çend jinan bînin û ev pirsgirêka çareser dibe.
Lê piştê (Ronahî) ev pêşniyara xwe pêşkêş kir,Ajansana Waşontonê av
pêşniyara daye zanin (ragîhand )û ev pirs ji xelkê jî kirin:Gelo kîjan
çêtir e,jin di navbera (21 -25) salan de wek mêran bibin esker yan
hemû jinên ko jê xebat têt di paş eniyê de bixebitin,xelkêEmêrîkî ji
sedî (76) gotin:(Bila jin jî mîna mêran herin qada şer), yanê li dawiyê
wek hate zanîn;pêşniyara desteya kovara (Ronahî) ji aliyên civakên ne
Îslamî de ne hate pejrandin.
Lê Silêmanê Ferho jî di vir de û di
bin navnîşana (pêncî milyon ga û milyon û nîvek mirov ) de mijara xwe
dinivîse û ew dibêje:Li Emêrîka heyamek hebû,50 milyon gayên kovî
dijîn,hîngê xelkê Emêrîkî miliyon û nîvek bûn, nijadê spî yê ko ji
Ewropayê çûbûn Emerîka,rêhesin û avahiyên medeniyetê yên din jî hên
çênekiribûn,xelkê goştê wan dixwarin ji kevelên wan cil ji xwe re
çêdikirin,gayê Emêrîkî xurt e,ji simên wî heta pişta wî şeş pê bilind
in û qederê (10-12 )peyan dirêj e,ji (1800) heta (2400) kîlo giran
e,kloçên wî ne ew çend(ewqa) direj in, lê ew gelek xurt in, mirov
dikane bi wan erdine hişk biqelêşe,ew hîn kane bi qiloçên xwe hespekî û
tev sîwarê xwe rake û bi sed mitrî jî bimeşe,hinek hebûn tenê zimanê
wan dixwarin û yên mayên guran dixwar û carna ew tenê ji bo çermên wan
dikuştin,wextê dest bi çêkirina rêhesinan kirin,hîngê di navbera gan û
xelkê de şerekî nû çêbû,gan stûnên telêgrafan radikirin û diketin
pêşiya Tirênê û bi xwe dihatin perçiqandin,lê Tirên ji rêkê
derdixistin,qey ewan dizanin ko ev medeniyet(şaristanî) dê wê qirên wan
bînin.
Di sala (1865) an de ji (50) miliyon gayên kovî tenê
(15) miliyon mabûn û ew hêdî,hêdî kêm dibûn û çermên wan jî buha
dibûn,li dawîyê di beyarên Emêrîkî de ew pir hindik mabûn û HWD.
Li
dawiya vê hejmarê sernivîser agahîyeke giring dide xwendevanên kovarê li
Îraqê û ew di bin navnîşana :(wekîlê kovara me li Îraqê) de weha
dinivîse:Wekîlê kovara me û herçî neşriyatên kitêbxana Hawarê ji bo
Îraqê Mîrza Mihemed Ermexanî ye,ew li Musilê mamostê Kîmayê ye,em ji
xwendevanên xwe yên li Îraqê hêvî dikin,ji ber hertiştî ko bi
neşriyatên me eleqdar e,bila miraceetî Ermexanî bikin).
Dûmahîk heye