Dr.phil.Ebdilmecît ŞêxoEm kanin di hejmara (26) an de van gotarên duhatî bixwînin1-(nêçîra hirç û pezkoviyan )Evdirehman Elî Ûnis.2-(mirovê ko pênc navên wî hebin)Qadirê Ferman.3-(dîroka Selahedîn,xelek 4)Osman Sebrî.4-(ji ber sendoqa Xanimê )Smaînê Serhedî.5-(dîroka jîna Napliyon,hepsê Napliyon,xelelk10)Osman Sebrî.6-(jinên Esker)Silêmanê Ferho.7-(Frencî û kirîstof Kolomb)Smaînê Serhedê.8-(balafir di bombavêjekê Birêtanî de) xwediyê Ronahiyê .9- (miriyê ko pasvanê xwe kuştîye)Xelîlê Genco.
10-(serbestî,ji bo çi hemî kes hej serbestiyê dikin?)Dilkulê Doskî.
Osman Sebrî li ser dîroka jîna Selahedîn di vê hejmarê de hîn
berdewam dike,lê ew berê pêşîn bi kurtebirî li ser ola xaçeperestî
radiweste û ew dinivîse:Peyayên dîn bi navên(Katolîk)û(Ortodoks)bûbûn du
bend;1-Katolîkan xwe bi dêra Romayê digirtin û mezinê wan Papa
bû,2-Ortodoksan xwe bi dêra Rohelatê ve girêdabûn û mezinahiya vê
dêrê bi dest Împiretorê Qustantîniyê de bû ,ev dubendiya berî
Îslametiyê di nav Mesihiyan(xaçperestan) de hebû ,di babelîskên navîn
de,xelkên van herdu mezheban(rêçolan ) bi çavekî neyartî li hev
dinêrîn,xelkê Ewropayê ji hev re bûbûn neyar;di wê demê de hin hicacên
Mesîhiyan çûbûn Qudsê,lê ew bi destên hin Îslamiyan hatibûn kuştin,heye
ko Îslaman wehda (soza) ku pêxember dabû Mesîhiyan jibîrkiribûn.Paşê
Papa li ser destê Keşeyê bi navûdeng Pitris bi navê dîn û vekirina erdê
muqedes(pîroz) xelkê Ewropayê bi navê dîn li Îslaman hevot û vê
hicetê(buhaneyê) berê şasîwarên Ewropayê dane ber erdê muqedes.
Keşe Pitris di nav xelkê Ewroyaê de bi zanîn û jêhatîbûnê û xweşpeyvên xwe hatibû nasîn,ew di vê rêyê de bûbû destê Papa.
Di
vê derbarê de gotinên ku Papa kirine gelek in,lê ezê tenê çend
gotinên wî di vî warî de ji we re bêjim :1-( gelî Mesihiyan ! heya
îro we bê sebeb bi hev re şer dikirin,hişyar bin, îro ji bo we riya
şerekî bi rastî vedibe, lê îro herin di riya xelaskirina welatê
muqedes de bi Îslaman re(dijîtiyê) bikin.
2-Eger hûn serbest bûn,dê bibin xwediyê welatê Rohelat û xêratên wî .
3-
Ev e roja ko hûn mêraniya xwe bidin nîşandin,cihê ko hûn hevdu
bikujin,herin destên xwe bi xwîna Îslamên kafir bişon ..).
Bi
rastî Osman Sebrî bi dirêjahî li ser pêvaçûna şerê xaçperestan li dijî
Îslamperestan radiweste û pêdariya Îslampetrestan bi serkêşiya
Selahedîn û rizgarkirina Qudsê ji bin nîrê Xaçeperestan bi zelalî
dide diyarkirin.
Lê piştî mirina Selahedîn bi demeke dirêj,dîsan
xaçparêz rabûn ser lingan û xwastin erdê ko Selahedîn ji wan standbû
bi şûnda vegerînin,lê êdî Ewropa bi şandina leşger westiyabû û piştî
ko hêviya vekirina welatine nûh neçû serî,nema kesî dixwast ji bo
dilxwaziya Papa yan gora Mesîh
here bimre.
Herdîsan Osman
Sebrî di vê hejmarê de; xeleka (10)an li ser dîroka jîna Napoliyon û di
bin navnîşana (hepsa Napoliyon) berdewam dike û bi kurtî ew wisa
dinivîse:1- Robîspiyêr.2-Mara .3 Danîtun bi hev re li Parîsê hukim
dikirin,hukmê wan bi tirs bû, ew ji sînorê êqil û qanûnê derketibûn.
Di
pişt re hersê bi xwe li dijî hev derketin,berê Robîspiyêr bi arîkariya
Dantun, Mra kuşt û paşê hevalê xwe Dantûn jî kuşt,hevsarê hokum di
destê Robîspiyêr de bi tenê ne dihêştin, xelkê Parîsê lê rabûn û ew jî
kûştin û hemû hevalên wî kirin hebsê û hêdê, hêdî ew şandine ber kêra
celêd,lê Napoliyon û birayê xwe Lûsyan hatbûn zîndankirin,lê ruhê
Napoliyon qels ne dibû û dengê xwe dighande hukumeta nûh û xebatên xwe
di riya welêt de dane ber çavên hukumetê,paşê Napoliyon dîsan hate
berdan ji ber ku ew ne havlê yên hatibûn kuştin bû û li gor naveroka
gotarê,Napoliyon têkoşîna xwe hîn berdewam dikir,lê Osman Sebrî di
hejmarên duhatî de jî hîn li ser Napoliyon berdewam dike.
Dilkkulê Doskî di bin navnîşana serbestî de dipirse: Ji bo çi hemû kes hej serbestiyê dikin ?
Em li jêr li gor wî çawa nivîsiye ,em jî weke wî û bê guhertin dinvisînin;
Serbestî
êkemîn ronahî ye ko welatî ron diket,êkemîn stêr e li esmanê jiyanê geş
diket,êkemîn dar e ko li jêr sîbera wê gel pal didet.
Belê
serbestî ne diyariyeke Xweda dide gelê nivîstî,gel divêt li dûv
serbestiyê bigerêt û serbestî li dûv we nagerêt (tînî li dûv avê digerêt
).
Gotarnivîs di vê gotarê de pir baş nirxa serbestiyê û qelenga wê
ji xwendevanên xwe re diyar dike û hestê gelê xwe ji xewê şiyar dike û
her hevokek ji nivîsên Dilkulê Doskî li gor ku em dibînin, kane bi
sanahî bibe navnîşanek ji mijareke netewî û siyasî re.
Lê di
hejmara (27) an de Osman Sebrî hîn li ser jîna Napoliyon berdewam dike û
ew di bin navnşana (hala hikumetê) de dinivîse:Li welatê Firansayê
Guhartina
hukum wek gemiya ko di nav deryayê de dikeve ber pêlên bayî,jê re
qerarek tunebû, hukumet salekê li ser hukum ne diman û hergîz ew
dihatin guhartin û ew guhartinên welê şopine malkambax di canê milet û
welêt de dihêştin û herçî komek bihata ser hukum ,hinek ji xelkê welêt
dikuştin û gelek jî ji xwe re dikirin neyar û xêrxwazên hukumeta berê jî
digirtin.
Ji bo xelkê Fransayê îdî bawerî ne mabû,welat wekî
seleka ser avê; rojê bi alîkê da xwar dibû û ew ber ve binavbûnê de
diçû,gava Melik kuştin,piraniya xelkê melekî ji welêt derketin û yên
mayên jî neyartiya hukumeta nûh dikirin û bi vî rengî Osman Sebrî
rewşa Firansa bi hûrgulî û agahiyên dêrokî kêrhatî li ber çavên
xwendevanên kovara (Ronahiyê) rêdixe.
Herdîsan di vir de Kurdek ji navçeya Behdînan di bin navê X.Bamernî de
Kurtegotarekê
di bin navnîşana(diyarî bo pisporê Kurdî,xwediyê (Ronahiyê ) dike û ew
di wir de ji xort,Axa,Şêx û zorzanan re bi vê wateyê dibêje:Eger hûn
hikmî(destlatdariyê li me jî bikin , lê li ya xwe bikin, û hun zanibin
ku wacib(erka)we di welêt de çî ye ?
Bêguman ewî bi xwe jî bersiva vê
pirsê di pêşgotina gotara xwe de bi çend hevokên sudar dane
xwendevanên xwe û rêya xebat û berxwedanê nîşanî wan dike .
Herweha
hin gotarên din jî di vê hejmarê de cihên xwe girtine;mîna 1-Balafira
bêbalafirvan an bomba firolek.2- Miriyê ko li ber masê rûdinişt 3- Lê
di hejmara herî dawiyê,ya(28)ande;ev gotarên duhatî hatine
weşandin;1-Perçeyên canê mirovan.( bijîşkê Mîran )2-qewraşa general
(Silêmanê Ferho).3-Nêçîra berazan.(Qedrîcan).4-Parîs(Silêmanê
Ferho).5-Dîroka jîna Selahedîn ,xelek 5(Osman Sebrî.)6-Dîroka jîna
Napoliyn,xelek 12.(Osman Sebrî) 7-Katêrîn;çîroka Împeretora Rûsyayê a
bi navûdeng- 1- (pisporê eskerî ),8- Ji lawan re (Îhsan Norî),9-Înqîlaba
sor a mezin (Qedrî Can) û hin mijarên din .
Bijîşkê Mîran di gotara
xwe( perçeyên canê mirovan) de hin agahiyan li ser çêkirina dest û
lingan sînahî dide xwendevanên xwe ,ew dibêje piştî şerê (1914 -1918)
an sînaheta çêkirina ling û destan gelek pêşda çûbû.
Ji mirovên
seqet re yên ko dest yan lingekî wan di şeran de hatibû birîn yan
şikênandin ji pola hesin û textê dest û lingine welê çêdikirin,ewanan
dikanîn bimeşin û bixwin û ewan dikanîn karên xwe jî bikirina. Ji aliyê
din jî yên ko bi çavekî dibûn,çavekî pîpoq çêdikirin,lê mirov bi wî
çavî nedidît û bi tenê kortika çav pê dihate dagirtin,carna jî ji
yekî difinbirî re difnek çêdikirin,perçak goşt ji mile wî dibirîn û bi
difna wî ve dikirin,lê îro zanistiya bijîşkî sûdê ji laşên mirovên mirî
dibînin û berî çend mehan di Nuyorkê de emeliyeteke wilo çêbû û xelk
li wê emeliyetê ecêbayî diman,jineke beriya deh salan çavên xwe winda
kiribûn,Diktor reşikên çavên jineka kor bi reşikê çavên mirî
guhartin û bi emeliyatê jinka kor sax bû,bijîşkê Mîran hîn li ser
pêşveçûna zanistiya bijîşkiyê li welatên din jî radiweste û hin
zanyarên zanistî dide xwendevanên kovara (Ronahiyê ).
Lê Qedrîcan di
mijara xwe (nêçîra berazan) de li ser rêyên dijwar,rêyên bi
kelem,newal û zinarên bilind dipeyve û ew dibêje: Ez û du hevalên xwe
bûn,tifingên me li milê me bûn,rextên me li piştên me bûn,ev ne cara
pêşîn e,em gelek caran bûbûn rêwiyên vê rêyê û nêçîra berazan ji me
ra bûbû meraq,yanê bi kurtasî nivîskarê dengdar Qedrîcan bi ferehî li
ser rêveçnên xwe dinivîse û dibêje: Çawa ew û hevalên xwe pêrgî
dijwariyan tên û ew gotara xwe wek çîrokên dirêj pêşkêşî xwendevanên
xwe dike.
Lê Silêmanê Ferho di bin navnîşana( Parîs) de weha
dinivîse:Di nav (2000) salan de biyaniyan ji (20) caran bêtir Parîs
vegirtiye(dagîr kirîye), lê xelkê Parîsê tucaran bajarê xwe di bin
lingan de ne hêştiye û hercar jî wan biyanî bi awakî derdixistin û
gotarnivîs di vir de çend nimûneyên berçavkirî li ber çavên xwendevanên
xwe rêdixe,emê yekê tehnê li vir wek nimûne binivisînin:1-Di orta
(navîna)sedsala çaran de Împiratorê Romanî Juliyan Parîs vegirt,lê di
sala (365) an de Melîk Valîntiyan dîsan Parîs jê istand.
Sulêmanê
Ferho dixwaze di vê gotarê de wireyên niştimanperwerên Kurd bilind bike
û hêviyên wan geştir bike û bêje:Eger çiqas Kurdistan ji aliyê neyaran
de were dagîrkirin,lê ewê bi rêya têkoşînê jî ji bin destên dijminan
rizgar bibe .
Osman Sebrî di dîroka( jîna Selhedîn di xeleka (5)) an
de li ser halê dewleta Selçoqiyan ya di bin destlatdariya Melikşah û
wezîrê wî Nîzam El-milk da bû - radiweste,Osman Sebrî hîn dibêje:Nîzam
El-melik bi zanîn û dûrbîniya xwe ew welatê mezin weke gulîstekekê di
tiliya xwe de digerand, yanê bi kurtî Osman Sebrî weke dîroknasekî
şehreza li ser vê heyama dîrokî radiweste û sermiyana kovara Ronahî di
zanîna gîştî de hîn dewlemenditir dike.
Qedrî Can di gotara xwe (înqîlaba sor a mezin de ) weha dinivîse:Em cengê naxwazin!Me Qeyser navê !Her bijî koma milet!
Bi
hezaran pale di meha Avdara (1917) an de ;bi hezaran pale û xelkê
Pêtrêsburgê girup,girup di koçeyan de digeriyan û ev pirsên jorîn bi
hev re û bi yekdengî digotin.Lê Qeyser û malbeta wî ji paş pencereyan li
wan komên rêncber,pale û ciwêlekan dinêrîn û dikeniyan û
digotin:Zurîna van keran em gêj kirin! Qedrî Can dibêje:Lê ew
gêjbûneke siyasî bû,ew dikeniyan, lê dilên wan digriyan û taya mirinê
bi qirika wan girtibû,text û bextê wan dihejiyan,lê ev diyardeya li
welatê Uris li her cihê diqewmî û ewan azadî dixwastin.
Qedrîcan li
ser jiyan û xebatên Lênîn jî li dervayî welêt û li hundir welêt ta
serkevtina şoreşa Oktoberê jî radiweste û di pişt re ew hin agahiyan li
ser Kurdên komarên Sovyetistanê û hin destkevtinên netewî jî bi
xwendevanên xwe dide nasîn, lê ew ne ji dûr û ne ji nêzîk li ser
(komara
Kurdistana sor) napeyve,ka ewa bi biryara kê hate damezrandin û bi biryara kê jî ewa hate rûxwandin ???? !!!!!. .
Bê
gûman ewa bi biryara Lênîn hatiye damezrandin û bi biryara Stalîn jî
hatiye rûxandin ,çima û xêre ? Eva mijareke taybet û serbixwe ye ..
Bi
vî rengî em gihane dawiya lêkolîna ser hin gotarên balkêş û emê di
xelekên duhatî de li ser (wêje bi hemû şaxên xwe ve di (Ronahî )de
rawestin.
Dûmahîk heye
5.01.2024