Silav û rêz
Baþtirîn û pîroztirîn gotin, silaveke rêzgirtinê ye, ji bo canên Pêþmergeyên pakrewan ku bi saya dilsozî û qehremaniya wan, îro em li vê derê, li Hewlêra paytext, bi azadî dicivin û bi serbestî behsa Zimanê Kurdî dikin, belku bi dilxweþî zimanzanên xwe xelat jî dikin.
Bi rasipartin ji mamoste û zimanzana Kurd a Rojavayê Kurdistanê, wergira (XELATA ZARA), (Emîne Emer) a bi nasnavê (Keça Kurd) naskirî ye, û bi dehên salan xebat û têkoþîn di ber Zimanê Kurdî de kiriye, ku ji ber rewþa xwe ya tendirustî nikarîbû, li vê derê amade bibe, êdî ji bo min þanazî û serbilindî ye, ku li þûna (Keça Kurd) û bi navê wê duyemîn (XELATA ZARA) werdigirim û piþtre jê re diþînim Almanyayê, ku li wê derê dijî.
Hevdem em tendirustiyeke baþ jê re dixwazin û vê xelatê li xwe û li wê
pîroz dikin. Êdî, ji bo min þanazî ye, ku ez nûnertiya Keça Kurd dikim
ji bo wergirtina vê xelata hêja.
Zimanê Kurdî, bi dehên salan ji
aliyê desthilatên zordest ve, li herçar parçeyên Kurdistanê, hatiye
qedexekirin û zimanzan baceke giran di ber de daye, lê tevî wê
zordestiyê û hewlên dorpêçkirin, paþxistin, pijavtin û asîmîlekirinê,
Zimanê Kurdî dikarîbû zindî, xurt, dewlemend, parastî û zelal bimîne.
Zimanê Kurdî, weke zimanên din ên cîhanê, xwedî gencîneyeke ferhengî,
dengsazî, peyvsazî, rêziman, watesazî û rênivîsê ye. Xwedî dîrokeke dûr û
dirêj e, wiha jî nîþanên pêþketina wî di xurtî û dewlemendiya wî de
diyar in, serbarî berhemên hêja ku bi vî zimanî hatine dahênankirin, êdî
bûye sereketirîn binemaya nasnameya gelê Kurd. Hebûna Zimanê Kurdî
girêdayî hebûna gelê Kurd e. Wiha jî, hebûna gelê Kurd girêdayî hebûna
Zimanê Kurdî ye, lewma dijminê gelê Kurd, her ew bi xwe dijminê Zimanê
Kurdî ye û dilsozê gelê Kurd jî, dilsozê Zimanê Kurdî ye.
Silav û spas ji bo we, amadebûyên birêz.
Silav û spas ji bo saziya KURDÞOPê ku salane, weke rêzgirtin û pêzanîn, (XELATA ZARA) radestî zimanzenekî/ê Kurd dike.
Spas ji bo hevalên min ên Komîteya Amadekar. Ji bo min, þanaziyeke
duqat, sêqat û çarqat e ku ez endamekî vê Komîteya Amadekar a (XELATA
ZARA) me.
Ji bo min serbilindî ye ku dezgeh, medya û saziyên Zimanê
Kurdî wiha pêþketinên mezin dibînin. Spas ji bo Hola SEMA li Hotêla
Kapîtol, ku ji bo Kurdan berdewam cihê çalakiyên xizmeta çand,
rewþenbîrî û Zimanê Kurdî ye.
Xalid Cemîl Mihemed: Nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê
07/01/2024/ Hewlêr