Ev çend rojin ko dewleta Turkiye û artêþa xwe ya xwînrêj, çendîn êrîþên hovane û li serhev bi dironên bomberêj kirî û bi firokeyên cengê dibin ser gelek ji bajar û herêmên Rojavayî Kurdistanê, ko dam û dezgehên jêrxaneyî û xizmetguzarî dikin armanc, bi taybetî wîstgehên av û elektrîkê, zeviyên derhênana gaz û petrolê, ko gelek ziyanên mezin gihandine wan, û ew ji kar xistin, zehmetî û giraniyên bêtir ji ên berê xistine ser jiyana xelkê, barên wan girantir û girantir kirin e, herweha bi dehan þehîd û birîndar ketin, jin û zarok jî di nav wan de hene .
Di þeva bûrî de jî, 15.01.2024, rêjîma Îranê ya tawankar û pasdarên
wê yên terorîst, bi çendîn mûþekên balistîkî û dironên bomberêj kirî
êrîþ kiribûn ser bajarê Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistanê, li mal û
avahiyên hemwelatiyan dabûn, bi behaneyên derew û bê binyad, di encam de
çend kesên bê guneh þehîd ketin, di nav wan de keçeke yazdeh mehî, û du
sermayedarên bi nav û deng, û çendîn birîndar jî hene, herweha gelek
ziyanên mezin gihandine mal û avahiyên hawîrdor .
Ev êrîþ û
destdirêjiyên dirindane ko li dijî gelê Kurd li seranserî Kurdistanê, bi
taybetî li Rojava û Baþûrî Kurdistanê, tên kirin,didin xuyakirin bê
çiqasî gelê Kurd tûþî zordarî û çewisandinê tê, ew jî li ber çav û
guhdariya civaka Navnetewî ya ko li himber van tawanan bê deng dimîne.
Ê
me, wek Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
(YNRKS) em van êrîþ û destdirêjiyên metirsîdar ko ji bal desthilatdarên
Tehran û Enqere tên kirin, bi tundî þermezar û serkone dikin, û ji
civaka Navnetwî, bi taybetî ji dewletên xwedîhêz, dixwazin ko bi erkê
xwe rabin, û karekî ji dil bikin, da ko rê li ber van êrîþkeran bigirin,
gekê Kurd û Kurdistanê ji van metirsiyan biparêzin, em ji Revenda Kurdî
li derveyî welat dixwazin ko, li ku bin, bi xwepêþandanan Rabin, van
tawanan þermezar û riswa bikin .
Komîteya Birêvrbir ya Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
16.01.2024