Mizgîn HeskoRomana Mîlan Kondêra / Milan Kondera / Bûnewerê ku sivikbûna wê nayekêþ ( hilgirtin).
( Romana yekemîn e ku di vê salê de, wê dixwînim)
Wiha dipûnijî: pirsa sereke ne ew e ka ew dizanin? Lê gelo, ew bêguneh in ji ber ku nezan in?
Aya ew bêhiþê li ser textê mîranî rûniþtî, ji hemî berpirsiyariyê parastî ye, ji ber ku bi tenê bêhiþ e?
*Mîlan Kondêra.
رواية ميلان كونديرا / كائن لاتحتمل خفته/.
Romana / Bûnewerê ku sivikbûna wî nayekêþ / di sala 1984-an de ronahî
dîtiye. Ew yekek ji baþtirîn romanê nivîskarê Ferensî Mîlan Kondêra ye
(1929- 2023 ).
Romannivîs Kondêra û di vê romanê de, ber bi dîtin û
bîrdoza feylesofê Alman ( Friedrich Nietzsche ) diçe û dixwaze wekû
feylesofekî jêhatî heman nerînê bîne qada bîreweriyê û wiha bi rêya
romanê û sereklehengên xwe, wê nerîna seyr û cuda vekole.
Bîrdoza
Nîtþe ( vegera herheyî- yan jî vegera herdemî ) ku sebaret pê, feylesof û
nivîskarê Alman dixwest ku tekeziya vegera mirovan û piþtî mirinê bîne
meydanê. Bi wateya( li gor heman dîtinê) jiyan bi hemî bûnewer û rûdawên
xwe di rindêlekê de ye û her ku bi dawî dibe, careke dinê ew vedigere û
xwe û me“ mirovan“ dubare dike...?!
Wiha jî... mirov û piþtî mirina
xwe, dubare li heman jiyan û bûyerên wê ên berê vedigere, çi kêfxweþî
bin û çi xemgînî bin. Çi rehet û çi nexweþ.
Birêz Kondêra û diyar e
ku ne li gel heman nerînê ye. Eger hat û mirov û bûyeran xwe her dem
dubare kirin, êdî ti wateya kûr ji jînê re namîne. Ango Kesê hejar, dê
li hejariya xwe vegere û yê dewlemend jî her wiha....?!
Bi her halî
ev roman, dema ku Rûsan dewleta Çîkan dagîrkir bûn, tîne holê. Tekez
birêz Kondêra bixwe jî û di bengeha xwe de, hemwelatiyekî Çîkî bû.
Kondêra
û bi rêya romana xwe, nebaþiyên rêjîmên Komonîst tîne holê. Dêmek:
Komonîstî û li gor romanê, rengekî din ji sitemkarî û zordariyê bû û wê
miletê Rûs hînî tirsê û çavdêriya kesên din dikir. Ev xal tekez li dij
mafên rewa yê mirov û netewan bû.
Çar kes di vê romanê de bi rola
sereklehengan radibin: Têrêza û Tomas û Sabîna û Firank. Her
kesayetiyeke ji van her çaran, xwedan pirsgirêkên xwe ye. Tekez Kondêra
ev ê yekê wiha vekirî û rasterast ji xwînerên xwe re nabêje, lê xwîner û
êdî bixwe digihêje ev ê rastiyê.
Her yek ji wan baþ bi liv û vegotinên xwe sivikî û yan jî giraniya xwe vedibêje..!
Her yek, bi têgeh û nerînên xwe ên cuda, bîrdozeke û jiyanê li gor pîvanên sivik, yan jî giran dinirixîne...!
Li
gundekî biçûk, Dr. Tomas li rasta Têrêza tê û jê dixwaze ku ew biçe
serdana wî. Birêz Kondêra roleke baþ dide li rasthevhatinê ( tesadufê
)weki ku bibêje evîn bixwe jî ji incama wê û ne tiþtekî din e.
Aya evîn girêdayî kîjan rexî ye, sivikbûn yan jî giranî...?
Tomas
vedigere û piþtî demekê Têrêza û bi çanteyê xwe yê mezin ve tê û
dixwaze ku li mala wî bimîne. Ev yek û di destpêkê de bê dilê Tomas e.
Tomas ku naxwaze kesekî din li teniþta wî û li ser heman textê xewê û ta
sibehê pê re rakeve. Têrêza ku li ber destên dayika xwe baþ maye û her
ku li neynikê dinere, dîmenê diya ku her gav û li pêþ çavên keçê rût di
malê de diçû û dihat tête pêþberî wê. Wiha jî û hin caran, wê dixwest
bizanibe Ka ew çawa diþibehe dayika xwe....?!
Tekez, kesayetiyên
ku di vê romanê de roldar in û laþ û rewanê xwe jî tînin qada pûnijîna
xwîneran. Di romanê de, pir dîmenên Erotîkê cî digirin. Kondêra wan
têkiliyên Erotîk vekirî û li pêþ xwîner radixîne û heman dîmen, beþek ji
romanê ne û ew hin valahiyan dadigirin..?
Kondêra dixwaze û bi vê
romanê, mirov û jîngeha wî bîne qada vekolînê, lê bi nerîneke felsefî
kûr. Rastî...ew nêzîkî derûna sereklehengan dibe, lê ev yek û bê ku
bersivên amade bide, yan jî çareseriyê destnîþan bike. Her bûnewerek xwe
û derûna xwe vedibêje û ji lewra ji xwîner tê xwestin ku bi dûrbînî,
bûyeran vekole û bixwe bigihêje hin têgihên jiyanê. Ev jiyana ku xwedan
herdû rexan e, çi erênî û çi neyênî..!!!