Mizgîn HeskoRist....?! û di warê zimannasiyê ve, dibe ku hevok bixwe be.
An jî Bendik e, xêzeke kurt e û hin agahiyan nîþan dide û wan tînê holê.
Bi Ingilîzî= Sentence.
Bi Almanî = Satz.
Di heman demê de, gotina / Ristin/ tê wateya sazkirin, diristkirin, afrandina tiþtekî nuh .
Mirov dikare bi teþiyê....rîsê xwe birêse : wiha jî û di dem û dewranên berê de, dapîr û dayikên me, „Hirî „ bi teþiyê ve dikirin û jê/ BEN/ çêdikirin .
Hêjayî gotinê ye ku Ben/ Werîs / alaveke girêdanê ye, yan jî, ji bo
hevgirtina, hevgirêdana du tiþtan tête xebitandin û wiha jî dikare ji
bo helawîstkirinê / daleqandinê/ jî pêwîst be.
Di warê zimên de
jî hema, hema heman wateyê dide û ji mînakên wê: malbend, kombend,
benemal û hwd. Ango girêdana komek ji tiþt yan ji kesan bi hev ve.
Benik
= Benik jî, ku benên ziravik û nexiþandî ne, berê zarokên sava û
nûçêbûyî bi wan dihatin girêdan, ango pêçeka zarokê, ev da ku piþta
wî/wê rastir be.
Belê û bi dîtina min û dibe ku þaþ bim jî, Ben
=Benik jî û ji aliyê Etymolojiyê, nêzîkê vê jêdera Latînî ye = band,
Binde,bindefaden.
Navika jinê jî dikare di heman demê de (ben) be.
Ango benê girêdanê di navbera malzaroka dê û navika bebek û hitokê hîn
jî ne ji dayik bûyî...?!
Sebaret bi teþiyê û rîsê ku tê ristin,
mirovê afrêner jî, gotinên xwe, didirêse û wan bidar ve dike, bi
vegotinên herî ciwan, cuda û sosret wan derdibire ..!
Ev vegotin, bi girêdan, bi benên nepenî bi hev ve girêdayî ne û di dawiyê de yek metinê avakirî bi derbirînên cuda tînên holê.
Bêguman
û li vir jî... rîs û ristina herî kubar, watedar, xwedan armanc û bedew
dikare hiþê xwîneran, bi benikên zêrîn bi xwe ve girê bide.
Hêjayî
gotinê ye; ku kurdan û di dem û dewranan de, li gor fêkî ( Sews.
mêweyên) ku di siruþtê de heyî, xwarin, vexwarin û þîranî dirist
dikirin. Wan jî navikên gwîzan bi darve dikirin û di ava þêrîn yan jî
ava hinarê, yan jî ya tirî de dikirin û wiha jî wan Beniyê gwîzan ên
xweþ çêdikirin. Niha jî ev þêweya þîranî li gundewarên Kurdistanê tên
çêkirin, kirîn û firotin jî.
Ristik jî = morîkên ku bidar ve dibin û jin wan ristikan li xwe dikin.
= wekû xemlê û ji alavên ciwaniyê.
Lalezar- Gulzar yan jî Gulîzar = Ji dema Kilasîkên Kurdan:
Tekez
ev gotinên hevdudanî û pêkhatî ji du gotinên xûro bi kurdî, dema ku bi
hev ve dibin, tên û wateyeke wiha ciwan î ( nuh) din tînin holê.
Di çarînên Baba Tahirê Uryanî de, mirov zêdeyî carekê li rasta ev ê Lalezarê tê. Ango bi wateya zevî û bistanê Laleyan.
Wiha jî kilasîkên me û di metinên xwe,dubeytî û ristên stûnî de, Gulîzar bi heman wateyê xebitandine.
Ango zevî, bistan û bexçeyên gulan.
Sebart
bi kilasîkên me û rastî û vekirî min bi riya pêkanînê, gotina
„Ristezar“ afirandiye. Ango ji Rist û Zar, Ristezar tê û zevî, bistan û
bexçeyê ristê yan jî ristan nîþan dide.
Ristezar= بستان السرد
Bi
vê yekê û bi vê xebitandina nuh, qet xwe þaþ nabînim. Zimanê Kurdî pir
kûr û dewlemend e û hiþkere dibêjim: ku min ev gotinên nuh û bi zanebûn,
dane çêkirin û afirandin, ji ber ku pêdiviyeke û divêt ku bête kirin û
nemaze di warên wêjeyê û meydana hunerî de. Ev gotinên nuh ji malbata
heman zimanî ne û ji rîsê Kurdî ne. Tekez dizî li vir nîne, lê wêrekî û
hewildan heye...!!!
*Ji Ristezara Elindê = من اشراقة بستان السرد
* Berhema ku hin caran pê ve mijûl dibim û hin ji nerîn, raman, rojnivîsên xwe tê de dinivîsînim.