Ezîz XemcivînMe berê xwe daye ola dijminên xwe,
ji "Lat û Eze, ji Kevir û Xurme"
tako yasaya serjêvekirinê bi mizgînîya reþ gihaye me!
Tîpa þûr zimên dibirre!
Gotina þûr koka rewiþtan dibirre!
Helwesta þûr, seriyan ji dîrokê vedibirre!
Ometa þûr, destê xwediyan ji xaka bav û kalan dibirre!
Ala þûrê reþ li ser sergoyên welatê dil hate hildan!
Her "Allah û Ekberekê"
Serê mirovan difirîne!
Her "Allah û Ekberekê"
Zarokan fêrî serbirrînê dike!
Her "Allah û Ekberekê"
Kalemêr û pîrejinan, genc û ciwanan binax dike!
Her "Allah û Ekberekê"
Jinspehiyan sebî dike,
kirîn û firoþtina wan li bazaran germ dike!
Mîrekê þûr dibêje: "Tu sebiya min î,
ji mafê min e xweþiya xwe bi te bikim, ji lêdanê te reþ û þîn bikim,
erê erê ji mafê min e, te bikirim û te bifiroþim!
Erê erê ez û birayên xwe bûn,
yên ko me dê û bavê te kujtin!
Berxikên nêr û nûhatî me ew ji dewleta þûr re hiþtin!
Karxezalên çavciwan mûmên xweþiya þeva me ne!
Erê erê Gawirno!
Gawirên ji piþta Gawiran, mal û jinên we li ometa þûr helal zelal in!"
Gurgê þûrkêþ xwîna li ser þûr alast û got:
noþ, noþ
"em ê xwîna we herdem vexwin!"
06.01.2024