Konê Reþ
Ev dîwana zarokan (Qamiþlo! Bo te Silav), dîwana min î çara ye ji zarokan re. Ji ber ku hunermendê dengxweþ (Medenî Cemîl), helbesta (Qamiþlo! Bo Te Silav), bi awaz û dengê xwe kiriye stran û kêfa cemawer jê re hatiye, min navê wê li dîwanê kiriye.
Ev dîwan ji 16 helbestan û 7 çîrokên zarokan yên folklorî pêk tê. Min ew helbest di çax û demên têvel de nivîsandine. Eger hin helbest ji neviyên min re bin jî, ez zarokan tevan wek neviyên xwe dibînim.. Hem jî mukur têm, dibe ku hin helbest di ser astê zarokan re bin.. Belê ku, Neh-Deh helbest ji vê dîwanê cihê xwe di civaka zarokan de bigirin, baþ e. Bêtir mebesta min belavkirina þêraniya Zimanê Kurdî ye.
Ew çîrokên zarokan yên folklorî jî, min di biçûkaniyê de, ji
pîrejin û kalemêrên malbatê guhdarî û ezber kirine, eger hin guhertin di
wan de hebe jî, ew ji xemilandina min e.
Di vê derbarê de bi min
xweþ e navê çend pêþengên ku helbest ji zarokan re nivîsandine bînim
ziman; eger ez Þêx Ehmedê Xanî bavê netewa Kurdî, yê ku ji berî 350 salî
ji zarokên kurdan re wiha gotiye:
Ev çend kelîme ji lûxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkêt kurmancan.
Ji
nav navan bidim alîkî, bêguman ew pêþeng evin; Mîr Emîn Alî Bedirxan,
Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn,
Qedrî Can.. Ji ber ku van camêran xweþ zanîbûn ku zarok yên pêþerojê
ne.. yên sibe û dusibe ne.. Wek ku diyare hebûna kurdan di hebûna keç û
xortên nûhatî û parastina Zimanê Kurdî de ye.
Eger di van çend
salên dawî de, hin pirtûk ji zarokan re hatibin çap û weþandin, lê di
baweriya min de ev yek nebes e, gelekî kêm e. Mixabin ku ta roja îro,
kesî wek pêdivî, berê xwe nedaye wêjeya zarokan.. Bi hêvî me ku em
zarokan ji berhemên xwe bê par nehêlin. Nexasim ji bo wan zarokên ku ji
ber gelek sedemên çetîn û dijwar, hin bi hin, dûrî zimanê dê û bavê xwe
bûne û dibin.
Li gor zargotina devikî, folklor û dîroka Kurdan,
guhdana kurdan bi zarokan, ji guhdanên cîranên me pêþketîtir e. Li gor
ku ez tê re derbas bûme, ew pêþketin di du tiþtan de diyar û eþkere ye,
yek jê; binavkirina qonaxên ku zarok di wan re derbas dibin wek: Þîrî,
Þîrvekirî, Çarlepkî, Tena, Giloxetkî, Serlingaketî, Naþî, Sîpe, Gênc. A
din; çîrok, çîvanok û stranên ku di her qonaxekê de ji wan re dihatin
gotin. Wek ku min got, ez jî, di wan qonaxan re derbas bûme û dibistana
min ya pêþî gund û bênderên gund bûn. Ez ji wan fêrî gelek çîrok,
çîvanok, þertok, mamik, gotinên pêþiyan, yarî, lîstik û hejmarên
lîstokên zaroktiyê bûm. Ta roja îro, gelek ji wan di bîra min de ne, min
ew ezber kirine, wek her Heft çîrokên ku min xistine vê dîwanê de, wek
nimûne, ev strana zarokan: "Yek û yek, teyrkê belek, zaza bilibil,
dermanê dil, þekir û þima li ber çema, çem çiqiya av têd nema, heta ez
çûm, aqlilê min çû..".
Erê, di wê cenga zaroktiyê de, ez fêrî gelek
irf û adetên Kurmancî bûm û tev ji min re bûn bingeh. Nexasim piþtî ku
min bi Zimanê Erebî xwend, bi Zimanê Erebî serwextî dîroka jiyana xelkên
dinyayê û irf û adetên Ereban û miletên din bûm û min ew bi hev re
berhev kirin.. Hingê ji min ve hat xuyakirin ku Kurd xwedî kulturekî
zengîn in û zargotin û folklora wan, bi dehan taq ji ya xelkên cîran
dêrîntir, zengîntir û bi rêkûpêktir e..!
Kêfxweþ bûm ku, îro min ev
pirtûka zarokan (Qamiþlo! Bo Te Silav), di roja 21ê Sibata 2024an de, li
navenda Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê, ji zarokên
bajarê xwe Qamiþlo re îmze kir. Ev roja ku UNESCO, ji berî 25 salan ve,
di roja 17.11.1999 de, navê: “Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê” lê kiriye.
spas ji HRRKê re û pîroz be li xwendevanên Zimanê Kurdî.
Konê Reþ/ 21ê Sibata 2024
/>