Şîlan Doskî Di dîroka giyanasiyê de 21 gul û giya bi navê Kurdistan-kurdistanîka (kurdistanica) hatine tomarkirin. Giyanasa Îsraîlî ya ku li Rûsyayê ji dayik bûye Naomi Feinbrun-Dothan (z. 17ê Nîsan 1900) di sala 1933an de, ligel şandeka heft zanyarên Zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê ku ji aliyê Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ve hatibûn vexwendin, seredana Iraqê kir. Armanca wê ya sereke ew bû ku lêkolînekê li ser daristanên Kurdistanê pêk bîne û lîsteya navên daran amade bike û ji bo daristanan û parastina wan pêşniyaran pêşkêş bike. Xatûn Feinbrun kulîlkek bi navê zanistî yê Bellevalia kurdistanica Feinbrun. (Sinbilgula Kurdistanê) tomarkiri ye ku ev nav sala1940î de, di kovara giyanasî ya Filistînê, xeleka Orşelîmê “Palestine Journal of Botany. Jerusalem Series“ de hatiye weşandin.
Danheva giyayê wê di 26ê Adara 1931ê li Başûrê
Kurdistanê-Amêdiyê ji hêla Frankgust ve hatiye tomar kirin û ji hêla
giyanasê Norwicî Wenelbo, Per Erland Berg (1927-1981) ve hatiye
naskirin. Ev danhev û tomarkirina nav di çavkaniyên Baxçeyê giyanasiyê
yê Kew, beşê giyayên hişk (Royal Botanic Gardens, Kew-Herbarium
Specimens) hatiye weşandin.
Xatûn Feinbrun yekem jin e ku navê
Sinbilgula Kurdistanê bi navê zanistî yê kurdistanica tomar kiriye. Ew
di roja cîhanî ya jinê de, ciwantirîn û bi nirxtirîn kulîlk bi paşnavê
Kurdistan diyarî hemû jinên Kurdistanê û dîroka giyanasiyê ya welatê me
kiriye. Ew di 8ê Adara sala 1995an de wexera dawî kiriye.
Di evê rojê de wê bi rêzdarî bibîr tînim û bi keda wê 8ê adarê pîroz dikim.